Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emrullah Gorduk der barê pêvajoya jêbirina nivîsên hişyariyê yên bi Kurdî de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi îmzeya Waliyê Amedê Mûrat Zorlûoglû roja 27’ê Tîrmehê (Şemiyê) li derveyî saetên kar de nivîs hatiye şandin. Di nivîsê de xalên têkildar ên Qanûna Trafîkê ya Rêyên Otoban hatin rêzkirin û bi rêya Sekreteriya Taybet re nivîseke fermî hat şandin. Di 28’ê Tîrmehê saet 21.00’an de xwest ku nivîs bên jêbirin.”
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Hin çapemenî di saetên serê sibê de derbarê jêbirina nivîsên hişyariyê yên bi Kurdî yên li Kolana Elezîzê ya li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê nûçe weşandin. Ji ber vê yekê hewceyî bi dayîna daxuyaniyeke hat dîtin. Bi îmzeya Waliyê Amedê Mûrat Zorlûoglû roja şemiyê (27.07.2024) xalên têkildar ên Qanûna Trafîkê hin xal hatine rêzkirin û bi rêya Sekreteriya Taybet nivîseke fermî hatiye nivîsandin û tê gotin ku hin xebat ne li gorî pîvanan e û di 28’ê Tîrmehê saet 21:00’an xwestiye ku nivîs bên jêbirin.
Li ser nivîsa Walîtiya Amedê, roja Yekşemê (28.07.2024) bi îmzeya Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi rêya Sekreteriya Taybet bersiva fermî hat nivîsandin. Hat diyarkirin ku xebatên nîşaneyên trafîkê yên ku ji aliyê şaredariya me ve tên kirin li gor Qanûna Trafîka Rêyan û pîvanên rêziknameyê ne û di trafîkê de mafê peyayan li ber çavan hatiye girtin. Di nivîsa ku ji aliyê şaredariya me ve hat şandin de, hat xwestin ku guhertinên tê xwestin bi zelalî bên vegotin.
Rêveberên eleqedar ên şaredariya me bi ser hem Sekreteriya Taybet a Walîtiyê, hem Alîkarê Walîtiyê yê eleqedar û hem jî Midûriyeta Herêmê ya Rêyên Bejayî re lêgerîna xwe ya ji bo tespîtkirin û çareseriya rast a ‘pirsgirêkê’ berdewam kirin. Ji ber ku hîn nivîsên fermî xilas nebûbûn, hat fêmkirin ku mijara ku di nivîsên fermî yên walîtiyê de cih negirtiye û weke nestandardî hatiye destnîşankirin û dixwazin bên jêbirin nivîsên Kurdî ne.
Nivîsên ku tê xwestin bên jêbirin ev in: Pêşî Peya û Hêdî yên hişyariyê ne. Nivîsên hişyariyê yên bi Kurdî ku li durêyan, ketina kolanan û li ber dibistanan e û nêzî 15 sal in ev nivîs li ser rêyan tên bikaranîn. Di nivîsa ku walîtî wek nestandard dibîne de tenê zimanê Kurdî hatiye jêbirin û dest Tirkî nedane. Em vê yekê ji raya giştî re dihêlin.”
PARÊZERAN GILIYÊ SÛC KIRIN
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê û Baroya Amedê têkildarî boyaxkirina nivîsên bi kurdî serlêdan kirin û kesên ku nivîsên hişyariyên bi Kurdî jêbirin gilî kirin.
Di serlêdana sûc a OHD’ê de hat xwestin ku derbarê kesên ku di boyaxkirina nivîsan a di bin kontrola polîsan hate kirin de cih girtin bi sûcên “Gel ji bo kîn û dijminatiyê teşwîq dike” , “Peywîra xwe nebaş kirine” , “Zirardayîna mal û milkê cemaweriyê” kirarî were kirin.
Baroya Amedê jî daxuyaniyek da û ragihand ku derbarê kesên ku jêbirina nivîsan de cih girtin serî li Serdozgeriya Komarê daye û xwest derbarê wan kesan de “Gel ji bo kîn û dijminatiyê teşwîq dike” û “Zirardayîna mal û milkê cemaweriyê” kirarî were kirin.