În, 2 Rêbendan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Serê malbata Aykol sax be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Huseyîn Aykol wê sibe were veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Aykol peyamên sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aykol di axaftinên xwe yên dawî de bal kişandibû ser rojnamevaniya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xebatên Mitînga Hêvî û Azadiyê bêyî navber dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hinceta protestoya ‘Tişrînê’ endamê rêveberekî DEM Partiyê kete ber lêpirsînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Heta ku Rêber Apo azad bibe têkoşîna me wê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    QSD’ê bîlançoya salekê ya têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşek ji Merîwanê heta Dersimê: Aso Baran*

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma 175’an çalakiya nobetê ya li Mexmûrê dewr girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sûriyeya 2025’an a ji rêveberiya HTŞ’ê kuştin û êrişa li hemberî jinan zêde bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakvana femînîst Eralp: Li pêşiya me jiyaneke ku em bi ser bikevin heye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Newaya Jin hejmar taybet a 250’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stêrk Gulo: Jin hêmanê esasî yê Sûriyeya demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di bin siya ‘Sala malbatê’ de 2025: Tundî, xizanî û berxwedan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Îranê 10 jinên Bahaî girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > NPG: Di sala 41’ê de bi Egîdbûnê em ê di asta herî bilind de li ber xwe bidin!
Kurdistan

NPG: Di sala 41’ê de bi Egîdbûnê em ê di asta herî bilind de li ber xwe bidin!

Fermandariya Biryargeha NPG'ê salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û got, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê wê bi Egîdbûnê di sala 41'ê ya têkoşînê de di asta herî bilind de li ber xwe bidin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Tebax 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) daxuyaniyek weşand û got, “Salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê ya ku li Kurdistanê meşaleya vejînê vêxist, ruh da gelê Kurd ê mezlûm ku di bin zexta qirkirinê de li ber mirinê bû, di serî de li rêber û afirînerê vejîna me li Rêber Apo, li malbatên hêja yên şehîdên me yên nemir, ku bi her dilopa xwîna xwe ya pîroz têkoşîna me gihandin vê astê, li gelê me yê welatparêz ê ku li hemberî hemû êrişên mêtingeriyê dest ji govenda azadiyê bernade, li dostên gelê me yên ku li çar aliyên cîhanê mil dane têkoşîna me û li hevrêyên me yên ku li çeperan rê nadin dagirkeran, pîroz be.”

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha NPG’ê de hate gotin, “Ruhê berxwedanê yê ku li Zindana Amedê mêtinger têk bir, bi pêşengiya fermandarê me yê nemir hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz) bi Pêngava Gerîla ya Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê gihîşt çiyayên qedîm ên Kurdistanê û meşa azadiyê ya gelê me da destpêkirin ku bi felsefeya Apoyî bû xwedî ruh û ji hemû bindestan re bû hêvî. Gelê me hîn di kêliya destpêkê de bi coşeke mezin xwedî li Ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê derket, vê rojê weke Cejna Vejînê ya Neteweyî pîroz dike. Gelê me ku bi Pêngava 15’ê Tebaxê ya pîroz vejîna xwe pêk anî, bi pêşengiya partiya me PKK’ê bû xwedî îadeyeke Apoyî ya xurt ku ji bo azadî û serxwebûnê her astengiyan ji pêşiya xwe radike û xwe ji dayina berdêlan nade alî. Di encama keda bêdawî ya şehîdên me yên nemir de gihîşt vê astê ku şehîdan bi fedakirina canê xwe nirxên herî mezin afirandin, têkoşîna me ji Kurdistanê dan destpêkirin û kirin ku li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê belav bibe. Li ser vê bingehê di şexsê fermandarê pêşeng û sembola Pêngava me ya 15’ê Tebaxê ya pîroz fermandar Egîd de em şehîdên xwe hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku bi pêkanîna armancên şehîdên xwe, bi ser bikevin.

BI PÊŞENGIYA FERMANDAR EGÎD MEŞALEYA AZADIYÊ HATE VÊXISTIN

Bi fîşeka destpêkê re ku bi pêşengiya fermandar Egîd li mêtingeran hate xistin, gorên ji beton ên li Kurdistanê hatin hilweşandin, perdeyên tarî hatin çirandin, hêvî hate afirandin û meşaleya azadiyê hate vêxistin ku ti hêz nikare vemirîne. Gelê me ku jinûve bû xwedî hişmendî û îradeyê, li hemberî mêtingeriyê bû hêza pêşeng a şerekî bêhempa yê azadiyê. Hêzên mêtinger ku li pêşberî têkoşîna mafdar a gelê me ya ku bi îradeya Apoyî xwe ji xweliyên xwe jinûve ve afirandin, nekarî xwe li azadiya gelê me rabigirin û piştgiriya tam a hêzên navneteweyî her cûre rêbazên şerê qirêj li hemberî gelê me û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi kar anî ku îradeya azad a gelê me ye. Li gel hemû êrişên li derveyî mirovahiyê gelê me û gerîlayên me yên xwedî ruhê berxwedanê yê Apoyî her timî ala berxwedanê bilind kirin û bersiva pêwîst dan. Bi Pêngava 15’ê Tebaxê re gelê me zincîra koletiyê şikand, hemû paşverûtî ji holê rakir û dest bi meşeke lehengiyê ya bênavber kir.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, ruhê serketinê yê Pêngava 15’ê Tebaxê ku ketiye sala 40’emîn îro di asta herî bilind de temsîl dikin. Hevrêyên me yên ku li dijî her cûre êrişên li ser xaka Kurdistanê ya pîroz xwe dikin çeper, mîna doh îro jî bersiva pêwîst didin mêtingeran. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê têkoşîneke fedaî ya bênavber tê meşandin, berxwedaneke destanî tê kirin û şehîdên me yên ku abîdeyên mezin ên lehengiyê ne dîroka azadiyê ya bêhempa dinivîsînin. Li hemberî êrişên dagirkeriyê yên berfireh ku 7 salên dawî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê têne kirin, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xaka Başûrê Kurdistanê bi berxwedaneke dîrokî diparêzin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li ser xeta Şerê Gel ê Şoreşgerî bi gelê me re berxwedanê di asta herî bilind de dikin, ji eyaletên Bakurê Kurdistanê heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê her bihosta xaka welêt bi fedaîtî diparêzin. Ji niha û pê ve jî berdêla xwe çi dibe bila bibe bê bêteredût biparêzin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi asta xwe ya taktîkî, rêbaza şerê tîm ê pispor li ser û binê erdê bi serketî dimeşînin, di sala 40’emîn a têkoşînê de bi ruh û rêbaza Egîd bi ser dagirkeran ve dimeşin, planên qirêj ên dijmin têk birin û nehiştin ku bigihêjin armanca xwe. Berxwedana destanî ya li ser û binê erdê di sala 40’emîn a têkoşînê de bi asta teknîkê û pêngavên taktîkî yên li qada hewayî li ezmanên Kurdistanê teknîka herî pêşketî ya artêşa dagirker SÎHA hate beralîkirin. Di heman demê de ezmanên Kurdistanê veguherîn qada çalakiyê ya gerîla, ji hewayê li baregehên artêşa dagirker hate xistin.

DI SALA 41’EMÎN DE BERXWEDAN WÊ DI ASTA HERÎ BILIND DE DEWAM BIKE

Şehîdên sala 40’emîn ên têkoşînê ku li ser xeta fermandar Egîd têkoşiyan û şehîd bûn, veguherîn sembolên berxwedana me ya bi heybet û rêya serketinê vekirin. Dewleta Tirk a mêtinger qirker li gel êrişên xwe yên derveyî mirovahiyê ku teqemeniyên qedexekirî, bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî bi kar tîne, li pêşberî gelê Kurd û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku pêşengiyê ji govenda azadiyê re dikin, wê ji têkçûnê rizgar nebe. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku nîşanî tevahiya cîhanê da ku têk naçe, bi Egîdbûnê wê di sala 41’emîn a têkoşînê de di asta herî bilind de li ber xwe bidin.

Em Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê careke din pîroz dikin ku navê hêvî, bawerî û serketinê ye bi vê wesîleyê soza xwe ya serketina meşa xwe ya ‘Rêberê azad, Kurdistana azad’ dubare dikin, ji hemû hevrêyên xwe, gelê me yê welatparêz û dostên gelê me yên ku dilê wan bi Rêber Apo re lê dide, serketinê dixwazin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.1
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KONGRA-GEL: Sala 41’ê wê bibe sala têkçûna faşîzm û xiyanetê
Nûçeya Pişt re Li Amed û Dersimê 5 kes hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Krîza Suveyda: Îsraîlê fermana ‘lêxe’ da

Hikûmeta Îsraîlê li Suveydayê li dijî hêzên Şamê fermana ‘lêxe’ da.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Semsûrê şîna ji bo Onder hatî danîn bi dawî bû

Şîna ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder a li Semsûrê hatî danîn, di…

Ji aliyê Stêrk TV

Erbaş: Em nikarin helwesta xwe li gorî ya dewletê diyar bikin

Hevberdevkê Dibistana Partiyê ya DEM Partiyê Dogan Erbaş diyar kir ku aştî wê bi têkoşînê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Xebatên Mitînga Hêvî û Azadiyê bêyî navber dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi hinceta protestoya ‘Tişrînê’ endamê rêveberekî DEM Partiyê kete ber lêpirsînê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

TAJÊ: Heta ku Rêber Apo azad bibe têkoşîna me wê dewam bike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

QSD’ê bîlançoya salekê ya têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?