În, 3 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dag û Karaoglan li cihê lê hatibûn qetilkirin dar hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsê mirinên di rêya koçberiyê de şer û xemsarî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê semînerên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hawagê meş û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Operasyona Ewlehiya Domdar: 79 çete hatin girtin
Rojava

Operasyona Ewlehiya Domdar: 79 çete hatin girtin

Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar ragihand ku opreasyona li Kampa Holê û derdora wê bi dawî bûye û di encamê de 79 çete hatine girtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar bi civîneke çapemeniyê ragihand ku operasyona li Kampa Holê û derdora wê ya li dijî şaneyên DAÎŞ’ê bi dawî bûye.

Daxuyaniya bi Kurdî ji aliyê Berdevka Çapemeniyê ya YPJ’ê Rûken Cemal, bi Erebî jî ji aliyê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Qehreman Mûrad ve hate xwendin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di 7 rojan de hêzên hevbeş ên odeya operasyona “Ewlehiya Domdar” ku ji Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin pêk tê, operasyonên mezin ji lêgerîn û kontrolkirina li herêmên başûr û bakurê bajarê Holê û kampa wê pêk anîn. Her wiha tevî operasyonên ewlehiyê, veşartgehên terorîstên DAIŞ’ê li herêmên navborî hedef girtin.

Operasyon li ser du baskên sereke bi rê ve çû. Di nava 2 rojên destpêkê de, lêgerîn li zêdetirî 200 gundên li başûr û bakurê Holê pêk hatin. 70 km ji sînorê Iraq-Sûriyeyê û deverên wê yên çolistanî girte nava xwe.

Operesyonên lêgerînê yên bajar û kampa Holê, bi beşdariya 5 hezar şervanên ji hêzên hevbeş, bi piştgirî û alîkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hatin.

Ji bilî xebatên lêgerîna bingehîn, hêzên operasyonê li bajarên Holê, Til Hemîs, gundewarên Til Koçer û rojhilatê bajarê Hesekê, bi ser zêdetirî 60 cih û veşartgehên şaneyên rêxistina terorê de girt.

Hêzên Ewlehiya Domdar ji destpêka operasyonê ve ji bo dabînkirina serkeftina operasyonê û pêkanîna armancên plankirî zelal û pabend bûn. Bi taybetî têkbirina veşartgehên terorê û ziwakirina jîngeha guncaw a terorê, ji bo bidestxistina asta bilind a ewlehiyê li herêmê, ev yek jî ku bi awayekî erênî li ser jiyana welatiyan û karên wan vedigere. Ji bo bidestxistina vê yekê jî pêwîstî bi gelek hewl û fedakariyên hêzên operasyonê heye ku amadebûna xwe ji bo berdewamkirina vê yekê ji destpêkê de bêyî dudilî piştrast kir.

Dema ku operasyonên lêgerînê derbasî kampa Holê bûn û 5 rojan dewam kir, encamên erênî yên operasyonên ewlehî û mirovî yên berê, xebatên hêzên ewlekariyê û rêveberiya kampê baş diyar bûn.

Lê belê ev yek ne di berjewendiya rêxistina terorîst a DAIŞˈê de bû. Ji ber vê yekê hewlên xwe ji bo ji nû ve birêxistinkirina xwe di nava kampê û derveyî wê de, domandin. Di heman demê de hewl dide êrişan plan bike. Her wiha ji nû ve rêxistina bi navê “Hisba Jinan” û “Eşbal El Xîlafe” bi rêxistin bike. Lê ji ber operasyonên ewlehiyê yên berdewam ên hêzên me ev hewldan têk çûn.

Ji ber girîngiya kampa Holê ku nêzî 40 hezar kes ji rêxistina DAIŞ’ê û koçberên din dihewîne, ev operasyon ji bo dabînkirina ewlehiyê, parastina jiyana niştecihan, rêgirtina li ber gihandina DAIŞ’ê û serkeftina têkoşîna hevbeş a li dijî rêxistina terorê, diviyabû bihata destpêkirin. Li ser vê bingehê kamp bi tevahî hat paqijkirin û bi taybet beşa “Muhacîrat” ku hîna jî ji bo avakirina rêxistina xwe di nava kampê de, xwe dispêre hovîtî û tundrawiyê. Di encama operasyonê de asta hovîtî û tundrawiya malbatên DAIŞ diyar bû. Nexasim ku îşkence li jinekê kiribûn, kuştibûn û laşê wê veşartibûn. Hêzên me bi rêya mikurhatinên jinekê ku beşdarî îşkenceyê bûbû, ev bûyer keşif kir.

Li kêleka oparesyonên lêgerînê, hêzên operasyonê amar û tomarên niştecihan kontrol kirin û binpêkirinên der barê pêşkêşkirina nav û nasnameyên sexte de rakirin.

Wek bîlançoya encama operasyonên ewlehî û leşkerî li gundewarên bakur û başûrê bajarê Holê û kampa wê;

– Hêzên Operasyona Ewlehiya Domdar 79 çeteyên ji şaneyên rêxistina terorîst girtin.

– Hejmareke mezin a çekan, tevî bombe û mayînan destser kirin.

– Lêpirsîn bi 17 jinên ku destê wan di îşkencekirinê û alîkariya şaneyên terorîst de hebû, hat kirin.

– Gelek alavên elektronîk ên ku peywendiya di navbera şaneyên rêxistinê de û hevkarên wê yên di nava kampê de hêsan dike, li gel sembol û alên DAIŞ’ê desteser kirin.

Di encama êrişên dagirkeriya Tirk ên beriya operasyonê de û di dema operasyonê de gelek caran ev operasyon hat paşdexistin. Lewra diyar bû ku ev êriş aşkera bi armanca astengkirina operasyonê ji bo armancên taybet ên dagirkeriya Tirk pêk hatin.

Hêzên operasyonê ku di operesyonên lêgerîn û şopandinê de pisporî û berpirsyariya xwe ya bilind nîşan dan, li ser hevkarî û rêzgirtinê spasiya gelê herêmê dikin, her wek biryardariya xwe ya daîmî ji bo parastina wan û dabînkirina aramiyê tekez dikin.

Her wiha dê bi awayek îxurt li hemberî hemû hewldanên têkbirina ewlehiyê ji hêla DAIŞ û sûcdarên din ve, bersiva pêwîst bide. Hêzên operasyonê spasiya hêzên Koalîsyona Navneteweyî dikin ku di hemû qonaxên operasyonê de piştgirî dan.

Em bang li civata navnetewryî dikin ku berpirsyariya xwe li hember şêniyên kampa Holê bi cih bînin û piştgiriya pêwîst ji hêzên ewlekarî, saziyên xizmetguzarî û rêvebirinê yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşkêş bikin, da ku hemû pêdiviyan dûrî berjewendiyên siyasî û şêwazên kevneşopî yên dan û standina bi koçber û derbiderên herêmê re peyda bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Eniya Jinê ya Başûrê Kurdistanê: Em bibin dengê Werîşe Mûradî
Nûçeya Pişt re Bakirhan: Qeyûm dijminatî ye, gel bersiva qeyûman dide
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Êlihê berxwedana li dijî xespê didome

Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a ku qeyûm şûna wê hatî tayînkirin, got: “Em ê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Hamaney: Divê êrîşa Îsraîlê ne were mezinkirin, ne jî biçûkxistin

Lîderê Olî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney roja Yekşemê daxuyanî da û diyar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Di Remezanê de sifre vala man: Heya penêr û zeytûn jî bi deyn tên standin

Welatiyên ku li gel hatina meha Remezanê derketin bazarê ji ber buhayên zêde destvala vedigerin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Ji bo qeyda nasnameyê 9 navend hatin diyarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Meclîsa Çelebiyê bertek nîşanî tayinkirina şaredar ji aliyê Şamê ve da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rêveberiya Xweser li dijî êrîşa li ser şêniyên Çelebiyê daxuyanî da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Qamişloyê xizmên dîlgirtiyan çalakî kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?