În, 11 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Stenbolê şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Welatiyên Amedê: Em xwedî li şehîdên xwe û têkoşîna wan derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mersîn, Edene, Riha û Dîlokê şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa ISIG’ê: Meha Tebaxê herî kêm 226 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nebî Yavûz ê 30 sal û 6 mehan girtî ma, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li navçeyên Amedê bîranînên girseyî: Şehîd namirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Têkoşîn Amed li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 24 şehîdan li Mexmûrê konê sersaxiyê hate vedan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Serhedê şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Nebî Yavûz li Nisêbînê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê ji bo şehîdan bernameya bîranînê ya 3 rojî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Doza Rojda Yakişikli destpê dike: Gef hate xwarin, nehate parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > PAJK: Berxwedan wê di xeta Bêrîtan de bigihîje serketinê
Jin

PAJK: Berxwedan wê di xeta Bêrîtan de bigihîje serketinê

Koordînasyona PAJK’ê got: ‘’Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka Kurd, bidestxistina statûya Kurdistanê û jin di nava civakeke azad de bi awayekî azad bijîn têkoşîn û berxwedan wê tim girêdayî xeta Bêrîtanê bin û bigihîje serketinê.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê bi wesîleya 32’yemîn salvegera şehadeta Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) daxuyaniyeke nivîskî da.

Naveroka daxuyaniya PAJK’ê wisa ye:

Di her pêvajoyeke dîroka têkoşîna me ya azadiyê de kesayetên ku bi qehremanî têkoşîn kirin e, li berxwe dane û bi çalakiyên mezin pêvajoyên serkeftî bi xwe re anîne, derketine. Ji qehremanên vê têkoşînê jî di bîranîna 32’yemîn a şehadeta  Bêrîtan Hêvî (Gûlnaz Karataş) de em çalakiya wê ya bi rûmet silav dikin û bi serbilindiya şopandina xeta Bêrîtan hemû şehîdên xwe yên qehreman bi bîr tînin. Bêrîtan bi sekn, têkoşîn û helwesta xwe ya li hember îxanetê xeta berxwedaniya ku heya roja me ya îro dibe serkeftinê temsîl kir.  Bi helwesta Bêrîtan re îradeya yekbûyî ya jinan avabû û bi wê re jî artêşeke mezin a gerîla ya jin hate avakirin. Bi şanaziya mîrateya mezin a rêhevalên me yên ku bi têkoşîna azadiyê bedew bûne ji me re hiştine, em 32’yemîn salvegera artêşa xwe ya jin jî li hemû jinan, gelê xwe û hemû hevreyên xwe yên ku li eniyên şer di nava hesab pirsîneke dîrokî de ne, pîroz dikin.

Xeta Bêrîtan xeta jina azad, Kurdê azad yê ku teslîmiyetê qebûl nake, jiyana azad, ya ku bi rûmeta xwe ve tê jiyan kirin destnîşan kir. Bêrîtan ew rêhevala me ya ku rastiya dijminê gelê Kurd hem yên dagirker hem jî yên nûker baş tahlîl kiribû û li şûna jiyana ku teslîmiyeta ji koletiyê re bi hişmendiya desthilatdar têne ferzkirin, jiyana ku bi îradeya jina azad û Kurdê azad re pêkan dibe, tercîh kir. Ji lewma mirin ji bo her Kurdekê zivirand çalakiyeke domdar ya ji bo jiyana azad. Bêrîtan weke şopdara rêhevalên xwe Mazlûm Doxan, Kemal Pîr, Zekiye Alkan û Bêrîvanan bi felsefeya “Berxwedan Jiyan e” neqşereya têkoşîna ji bo azadiyê xêz kir. Bêrîtan li hemberî her cûre kevneperestiyên hişmendiya desthilatdariya mêr bi vîna jina azad jiyan kir, têkoşîn kir, li berxwe da û bû xwedî çalakî.  Bêrîtan bi çalakiya xwe di dilê hemû Kurdistaniyan de zîl da. Ji lewma Rêber Apo di kesayeta Bêrîtan de got “yê şer dike xweşik dibe, yê xweşik dibe azad dibe, yê azad dibe jî tê hezkirin”. Îro bi milyonan Bêrîtanan li çiyayên azad û li her derê civakê dibin  pêşeng û qehremanên jinan û gele xwe .

Şehîd Bêrîtan (Gûlnaz Karataş) di sala 1992’an de, di şerê Başûr de li dijî hevkarên neteweperest bi qehremanî şer kir û xwe li Xakurkê ji latê avêt. Dema ku pêşmergeyên PDK’ê jê re gotin ‘teslîm bibe, em tiştekî bi te nakin’  rêheval Bêrîtan di wê keliyê de biryara çalakiya xwe ya dîrokî da.  Wê famkir ku teslîmiyet bê rûmetiye, bê rûmetî jî mirin bi xwe ye. Yên ku her tim fikir û dilê wan ji bo azadiyê lê didin dibine xwedî çalakiyên dirokî yên mezin. Bi vî awayî di serî de jinên Kurd û civaka Kurdistanê Bêrîtan nas kirin. Bêrîtan bi vê çalakiya xwe weke Zarîfeyan, Beseyan di nava Gele Kurdistanê de bû efsane. Bêrîtan, ji gerîlayên azadiyê  re bû leheng, ji artêşbûna jinê re bû pêşeng  û rêgeza fermandariya şerê serkeftinê. Rêheval Bêrîtan ji bo xwebûn û azadiya civakê bû pîvana parastina cewherî ya bingehîn.  Bêrîtan bi lehengî jiyana xwe ji bo azadiyê li hemberî îxanetê kire canbexş. Niha jî bi hezaran jin bi navê Bêrîtan û bi hezaran rêhevalên me yê mêr bûn şopdarên Bêrîtan. Li çiyayên Kurdistanê û li her derê di xeta Bêrîtan de têdikoşin û li berxwe didin. Xeta Bêrîtan partîbûna jin saz kir, rê veda ku konfederalîzma jin û gelan ava bibe. Bû sekna civaka azad lêgerîna jina azad.  Serhildana jinan ya bi dûrûşmeya ‘Jin-Jiyan-Azadî’ ku li her çar aliyên Kurdistan û cîhanê deng veda di xeta Bêrîtan de mezinbûyîne.

Tifaqa qirêj a KT-PDK’ê ya ku di sala 1992’an de li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê pêk hat, heta îro dewam dike û komploya 9’ê Cotmehê jî li ser vê bingehê ye. Êrîşên qirkirinê yên îro li tevahiya Kurdistanê ji aliyê hevkariya Komara Tirk û PDK’ê ve tên kirin, bi armanca tasfiyekirina Tevgera Azadiyê û berdewamkirina komployê ye. Tifaqa qirêj a ku di sala 1992’an de ket meriyetê, îro jî li Bakur, Başur, Rojhilat, Rojava, Şengal û Mexmûrê qada xwe berfireh dike. Armanca esasî ya van êrîşên dijmin tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ye. Bangawaziya Bahçelî ya di vê pêvajoya dawî de kirî ne çareseriya demokratîk ya bi rûmet e, ferzkirina tesfiyeyê û teslîmiyetê ye. Zihniyet û polîtîkaya îktîdara faşist a AKP-MHP’ê komploger e, xefk e, teslîmiyet û pîlana îmhakirinê ye. Her wiha Rêbertî, Tevgera Azadiya Kurdistanê, pirsgirêka azadiya Kurd û hêza wê ya parastinê a gerîla ji hevdû cûda kirin, parçekirin û li ser vana bazariya rakirina tecrîda Îmralî kirin di komplo de îsrarkirin e. Ji lewma talûke û xeterî berdewam dike. Pêngava ‘Ji Rêber Apo Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî’ sekna demê ya di xeta Bêrîtan de mîsoger dike. Di xeta berxwedan û rastiya fermandara mezin rêheval Bêrîtan de bilindkirina têkoşînê li çiya û bajaran, îro jî xwedî roleke dîrokî ye. Di roja me ya îro de, di vê qonaxa dîrokî de li hemberî dijmin, zîhniyeta serdest a mêr, dagirkerî û îxanetê helwesta Bêrîtan ji her demê bêhtir derbasdar e. Bi civakîkirina xeta Bêrîtan a li Kurdistan ê emê xiyaneta PDK’ê û qirkeriya Komara faşîst a Tirkiyeyê têk bibin. Emê bi dema jinên ku ji bo azadiyê bi fedekarî têdikoşin û li ber xwe didin, şoreşa jinê biserxînin.

Em careke din di salvegera 32’yemîn şehadeta H. Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de  di şexsê wê de tevayî şehîdên heyva Cotmehê Zeynep (Gurbetelli Ersoz), Meryem (Meryem Hazar Çolak), Zinarîn (Selma Dogan), Canda (Sanem Sertap Golge) Hêlîn Çerkez (Nermin Akkuş), her wiha tevayî şehîdên ku bi berxwedana xwe ya bi heybet li dijî komplo, îxanet û dagirkeriyê li berxwe dan û rê li ber şoreşa jinê vekirin, em hemû şehîdên şoreşê di şexsê hevreyên xwe Ronahî (Andrea Wolf), Bermal (Gûler Otaç), Rewşen (Leyla Kaplan), Rojbîn Ereb (Fatma Ozen), Rojîn Gevda (Sureyya Aslan), Selamet Menteş, Aynur Artan, Arîn Mîrkan de bi rêzdarî bi bîr tînin û  soz didin ku emê xeyalên wan ên azadiyê bi şoreşa jinê tacîdar bikin. Em bi rêzdarî li ber bîranîna rêhevalên xwe yên ku li dijî komploya li ser Rêber Apo bi dirûşmeya “Kes Nikare Roja Me Tarî Bike” xwe feda kirine, ditewînin. Ev ruhê berxwedanê yê ku di têkoşîna me ya li dijî komplo û xiyanetê de pêşketiye, komploya nûjenkirî û pergala êşkence ya Îmraliyê jî ewê parçe bike. Bi vê bîr û baweriyê em dibêjin ku ewê berxwedaniya di xeta Bîrîtan de teqez me bibe serkeftinê. Soza me ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û di Kurdistanê de statû were qezenc kirin, ji bo ku jin di civakeke azad de jiyaneke azad bijîn ewê herdem di şopa Bêrîtan de têkoşîn, berxwedanî û serkeftin be.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bi qasî Glîdaxê serhildêr û berxwedêr bû
Nûçeya Pişt re ‘Ew çiqasê êrîş bikin jî, em ê axa xwe bernedin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Salîha Zorlu: Divê qanûna pîşeyî bi şûn de bê kişandin

Hevseroka Egîtîm-Sen a Şaxa Hejmara 1 a Amedê Salîha Zorlu bertek nîşanî pêşnûmeya ku wê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li ser xeta azadiya jinê bû gerîlayeke mînak a YJA Starê

Şehîd Guven Doza li qadên ku berxwedan di lûtkeyê de bû ji bo bersivdayîna êrîşên…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi kurtî li ser hilbijartinên parlemanî a li Iraqê

Di 11’ê Mijdara 2025’an de, hilbijartinên parlemanî li Iraqê hatin lidarxistin, ku qonaxa din a…

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şehîd Têkoşîn Amed li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Çalakiya ji bo şervanê ku piştî hate revandin hat qetilkirin: Bila hesab bê pirsîn!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo 24 şehîdan li Mexmûrê konê sersaxiyê hate vedan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Zextên Îranê didomin: Cezayê heps û sirgûnê li jinan hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?