Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyekê îdîa kir ku artêşa Îranê êrişî baregeha wan ya li Hewlêrê kiriye. Li gorî daxuyaniyê êriş bi rêya mûşek û balafira bê mirov ve hatiye kirin.
Herwiha hate gotin ku di encama êrişê de pêşmergeyek PAK’ê yê bi navê Mihemed Salih Mihemed jiyana xwe ji dest daye.
Derbarê êrişê de heya niha Hikumeta Herêmê ti daxuyaniyek nedaye.

