Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Bedîrhan Sarsilmaz ê ku di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de di 25’ê Cotmehê de li Stenbolê hatibû binçavkirin û di 30’ê Cotmehê de bi biryara dadgehê hatibû girtin, ji Girtîgeha Hejmar 5 a Marmarayê sirgûnî Girtîgeha Hejmar 2 ya Ewlehiya Bilind a Tekîrdagê hate kirin. Li vir lêgerîna tazî li ser Sarsilmaz hate ferzkirin lê belê wî ev yek qebûl nekir. Hê jî der barê Sarsilmaz de îdîaname tineye.
DOZGERIYÊ ÎDÎANAME JI DADGEHEKE DIN RE ŞAND
Parezerê Bedîrhan Sarsilmaz, Emrah Baran têkildarî pêvajoya neamadebûna îdîanameyê axivî û der barê dosyayê de wiha got: “Îdîanameya Sarsilmaz di 17’ê Çileyê de hate amadekirin û ji 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran re hate şandin. Lê belê 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran di nava gumanbaran de têkiliyeke fiîlî û hiqûqî nedît û bi sedemeke derqanûnî îdîaname ji dozgeriyê re vegerand. Dozgeriyê li ser vê yekê derheqê 15 kesên di dosyayê de îdîanameyên cuda amade kir û piştre jî li şûna ku îdîanameyê ji 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran re bîşîne, bi awayekî derqanûnî ji 14’êmîn Dadgeha Cezayê Giran re şand. Helbet me têkildarî vê yekê îtirazên xwe kirin. 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran jî daxwaza me qebûl kir û dubare dosya ji dozgeriyê re şand. A niha jî dosya ji bo ku ji 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran re were şandin, disekine. Ji ber şaşiya hiqûqî ya dozgeriyê û îadekirina îdîanameyê pêvajo dirêj bû.”
KIRYARÊN PÎŞEYÎ WEKE SÛC TÊN DÎTIN
Parêzer Emrah Baran diyar kir ku Bedîrhan Sarsilmaz sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê hatiye kirin û da zanîn ku sedema girtina Sarsilmaz jî tênê kiryarên pîşeyî ne û axaftina xwe wiha domand: ‘’Bedîrhan Sarsilmaz beriya niha bi hinceta ku silav daye muwekilê xwe, derheqê wî de lêpirsîn hatibû vekirin. Li gel Halîl Ay sirgûnî Tekîrdagê kirin. Di têketina girtîgehê de lêgerîna tazî lê ferz kirine. Lê belê Sarsilmaz ev yek qebûl nekiriye.
Têkildarî dosyayê biryara astengkirinê heye. Ev biryar bes wê bi qebûlkirina îdîanameyê ji holê rabe û bi vî awayî em ê bikaribin xwe bigihînin naveroka dosyayê. Lê belê dema ku em li pirsên ku li me hatine kirin dinêrin, em dibînin ku axaftinên Sarsilmaz ên bi bavê muwekîlekî xwe û hempîşeyekî re weke sûc tên dîtin. Her wiha parvekirineke Sarsilmaz a li ser medyaya dijîtal (X) ku naveroka wan parvekirinan jî rexnekirina hin derqanûniyan e, ji endamtiya rêxistinê re weke delîl hatibûn qebûlkirin. Li gel binçavkirina Sarsilmaz zext li dabînkirina edaletê û mijara azadiya xweîfadekirinê ya li hemberî bêhiqûqiyan hate kirin. Dengên ku weke sûc tên dîtin jî jixwe rasterast têkildarî kiryarên pîşeyî ne. Nabe ku ew weke sûc werin qebûlkirin, jixwe li holê sûcek jî tune ye.”