Parêzgarê Hesekê, Endazyar Nûredîn Ehmed îro şandeyek hikumeta demî ku ji Rêveberiya Karûbarên Siyasî Ebas Hisên û Gerînendeyê Giştî yê Saziya Sûriyeyê ya Posteyê Îmadedîn Hemed pêk tê pêşawazî kir. Şande ji bo temamkirina proseyên aktîvkirina Gerînendetiya Posteya Hesekê ku mûçeyên karbesan ji sibehê de dest bi serfkirinê bibin hat parêzgehê.
Ev xebat, di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29ˊê Çileyê ya navbera QSDˊê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de pêk tên.
Piştî bidawîkirina proseyên aktîvkirinê, şande tevî tîma parêzgehê li hundirê gerînendetiyê gerî.

