Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump, ev demeke di navbera gelan de weke ‘mîmarê aştiyê’ tevdigere. Bêguman di vir de berjewendiyên DYE’yê dide pêş. Ji bo aştiya navbera Rûsya û Ûkraynayê ku hîn dîmenê merasîmeke îmzeyê nehatibe kişandin jî, bi Putin re li Alaskayê hevdîtineke berfireh pêk anî; di vê hevdîtinê de her mijar bi berfirehî hate nîqaşkirin û axaftin. Bendewariya DYE’yê ya ji vê derê jî tê zanîn ku madenên bi qîmet ên li Ûkraynayê ne. Pêvajo hîn jî dewam dike; lê belê hefteya debasbûyî Trump navbeynkarî ji lihevkirineke din re jî kir.
Lihevkirina aştiyê Korîdora Zengezûr bi navê xwe yê nû Korîdora Trump, di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de pêk hat.
Baş e di vê pêvajoyê de kê qezenç kir, kê winda kir? Rojnamevan Aykan Sever ev tabloya nû nirxand û got, “Weke dewama şerê li Sûriyeyê, ku parçeyekî pêvajoya ‘Şerê Cîhanê yê 3’yemîn e, di sala 2015-2016’an de li Kafkasya Başûr jî rageşiyê destpê kir. Xwerakişandina li hev a Rûsya, DYE û Tirkiyeyê, hêdî hêdî li ser pirsgirêka Qerebaxê xwe careke din li qadê nîşan dabû. Ji sînor fîşek li hemberî hev dihatin teqandin. Her wiha di Nîsana 2016’an de li Qerebaxê şerekî 3-4 rojan qewimî bû. Û Zekaî Aksakalli, hêzên Tirk bi rengekî yekser di asta fermandariyê de tevlî bûbû. Min wê demê nivîsandibû ku ev der jî vediguhere qada şerê parvekirinê. Ya ku niha diqewime dewama vê rewşê ye.”
Aykan Sever diyar kir ku pêwîstiya gelên herêmê bêguman bi aştiyê heye û bi vî rengî dewam kir “Lê belê rakişiya jeostratejîk a ku niha diqewime, ji bo gelên herêmê -Ermen, Azerî, Gurcu, Kurdên Êzidî û hindikahiyên din ên i herêmê- pêvajoyeke aştiyê nîne ku mafê axaftinê dide wan.
Em bibêjin, herdu lîder bi navbeynkariya Trump li hev kom bûn. Bêguman berjewendiyên welatên xwe didin pêş; rewşeke welê nîne ku bi temamî encama pêwîstiyên Trump an jî Emerîkayê ye. Ahengiyek di navbera wan de pêk hat. Lê belê di vir de pêvajoyek heye ku bi giranî Emerîka ferz dike û bi rê ve dibe. Emerîka dixwaze di Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de bi bandor bibe. Bi taybetî em pêvajoyeke welê dibînin ku bi Trump re dixwaze hêza xwe hîn bi bandor (bi kêrî Emerîkayê bê) bi rêbazeke ‘erênî’ bi kar bîne.
Mînak, şerê navbera Tayland û Kamboçyayê ji aliyê Trump ve hate qedandin. Di heman demê de ji bo rageşiya navbera Hindistan-Pakistanê jî rewşeke bi heman rengî heye. Li vir jî heman tişt tê kirin. Lê belê mirov dikare Kafkasya Başûr jî tevlî şerê li tevahiya Rojhilata Navîn bikin. DYE bi giştî dixwaze sîstemeke welê ava bike ku Îsraîl û DYE lê serwer in; rewş bi kurtasî bi vî rengî ye. Ya rast, dema ku rêveberiyên Ermenistan û Azerbaycanê nêzî hev kir, ev yek di asteke girîng de pêk anî. Hîn tiştek neqediya ye, lê belê gaveke girîng avêt. Bandora vê yekê wê zêde be.”
Li ser bandora vê peymanê li herêmê, bi taybetî jî li Rûsya û Îranê rojnamevan Aykan Sever bi vî rengî axivî: “Beriya her tiştî divê mirov bûyerên diqewimin weke gavek li dijî Îran, Rûsya û Çînê şîrove bikin. Îran têkildarî vê meseleyê peyama pîrozbahiyê da be jî bi giştî nerazî ye ku Emerîka di nava vê pêvajoyê de ye. Nerazîbûnek bi vî rengî jî nîşan da.
Lê belê divê ev yek jî bê destnîşankirin: Di çapemeniya Tirkiyeyê de li ser bendewariyan nivîs hatin nivîsandin. Nivîsên weke ‘Rûsya wê nehêle bi vî rengî bibe, Îran wê tiştekî bike’. Ya yekemîn; Îran bi taybetî pitşî şerê 12 rojan dibe ku xwe komî ser hev bike û li hemberî Emerîkayê hin tiştan bibêje, hin tiştan bike; lê belê nepêkan e ku gaveke welê biavêje ku vê polîtîkaya Emerîkayê asteng bike. Ji xwe bi qasî ku em dibînin bi pirsgirêka avê re mijûl dibin. Di rewşeke welê de ye ku hîn nikare heq ji vê yekê dekreve, ku pirsgirêka esasî bi dîtina min ev e.
Rûsya jî bi Emerîkayê re di nava bazariyê de ye, hem li ser Ûkraynayê hem jî li ser meseleya Sûriye-Fîlîstînê. Lewma kar û daxwaza destpêkê ya Rûsyayê wê li ser lihevkirinê be. Dibe ku piştî demekê hîn erênî nêzî vê pêngava Emerîkayê ya li Kafkasya Başûr bibe. Reaksiyona ku niha nîşan dide hinekî lawaz e.
Tirkiye salek, du sal beriya vê bûyerê li herêmê di pozîsyona lîderiyê de bû. Lê belê rojavayî, Îsraîl û hin welatên Ereb hewl dan Azerbaycanê weke hêza herêmî bidin pêş û bi vî rengî diyarker bûn. Tirkiye li vê derê bi qasî ku dixwest bi bandor nebû. Niha heta radeyekê di rewşa temaşevaniyê de ye, ev yek nayê wê wateyê ku bi temamî li derveyî pêvajoyê maye. Ji ber ku pêwîstiya Emerîkayê li herêmê bi Tirkiyeyê heye; qet nebe weke hêza leşkerî. Di rewşeke taşeron jî de be, yanî weke hêzeke cîgir jî be wê bandora xwe hebe. Lê belê rewşek li gorî xewn û xeyalên wê, pêk nayê. Weke meseleya ‘Xeta Tûran’ ku propagandaya wê dikin. Eger bibe wê bibe ‘Xeteke Tûran’ a di bin kontrola Emerîkayê de.”
Rojnamevan Aykan Sever bandora vê yekê li ser gelan jî bi vî rengî şîrove kir: “Ev pêvajo weke lihevkirinek navbera dewletan tê dîtin. Yanî pêvajoya heyî mirov dikare weke parçeyek ji lîstikên jeostratejîk vebêjin. Lê belê ji bo me meseleya esasî ew e ku rêyekê peyda bikin ku vê yekê veguherînin aştiya gelan. Qet nebe gefa şer ji holê rakin û vê yekê veguherînin aştiya gelan. Ji bo vê jî divê lêgerîn li edaletê bê kirin. Mînak, Ermenên dîlgirtî di destê Azerbaycanê de hene, ku piştî Şerê duyemîn ê Qerebaxê dîl hatin girtin û hîn nehatine berdan. Têkildarî vê yekê di peymanê de tiştek nîne. Bi rastî jî binpêkirinên mafên mirovan hene. Her wiha li Azerbaycanê dîktatoriyek heye; ji bo rêveberiya li Ermenistanê jî mirov nikare bibêje demokrat e. Li hemberî van hemûyan helwesteke rexnekirinê divê bê nîşandan.
Her wiha ev yek nîşaneyek ji bo xeteriyeke hîn mezin e. Dawiya dawî weke xeteke veguhestina mal, enerjiyê yan jî korîdorekê bê dîtin jî, ev yek korîdoreke trenê ye û dikare bibe eniyek ji bo amadekariya şerê li dijî Îranê. Divê rêya astengkirina vê yekê bê dîtin. Ji ber ku ev yek ne tenê meseleya Îranê ye. Ev qadeke yekser a Şerê Cîhanê yê 3’yemîn e. Eger em vî şerî bi rengekî giştî ranewestînin, li Tirkiyeyê jî li cihekî din jî aştî pêk nayê.”