În, 30 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tahîncîoglû: Zext û astengî ji bo çapemeniya serbixwe hişyarî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ banga navneteweyî ya li Konseya Ewropayê: Divê biryara şênber bê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîlmez: Mafê Hêviyê mafekî hiqûqî ye, ne qencî ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Ji bo gelê Êzidî tişta herî girîng xweparastin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partiyê ku bi girtiyan re hevdîtin kir: Li Egeyê binpêkirinên mafan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Girtin û zextên rejîma Îranê berdewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûrat Karayilan ji malbatên şehîdan ên Şengalê re peyamek şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Di şexsê hevala Bêrîtan de em bûn xwedî nasnameya jin a berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hevdîtina Ozel û Heyeta Îmraliyê: Garantiya hiqûqî gelekî girîng e
Rojane

Hevdîtina Ozel û Heyeta Îmraliyê: Garantiya hiqûqî gelekî girîng e

Heyeta Îmraliyê ku bi lîderê CHP'ê re rûnişt, bal kişand ser girîngiya civîna komîsyonê ya roja Înê û got, "Bi taybetî ji bo civakîbûna aştiyê garantiyên hiqûqî û mekanîzmayên demokratîk gelekî girîng in."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, parêzerên Ocalan Faîk Ozgur Erol serdana Navenda Giştî ya CHP’ê kirin û bi Serokê Giştî yê CHP’ê re hevdîtin kirin.

Piştî serdanê Bûldan û Sancar daxuyanî dan.

PERVÎN BÛLDAN: OZEL WÊ PIŞTGIRIYEKE HÊJA BIKE

Pervîn Bûldan anî ziman ku ew hîn bûn ku Ozel wê ji niha û pê ve jî ‘piştgiriyeke hêja’ li pêvajoyê bike û got, “Me bi birêz serok re mijarên pêvajoya aştiyê, qonaxên piştî merasîma îmhakirina çekan, komîsyona li meclîsê bê avakirin, bendewariyên ji vê komîsyonê û lihevkirina ji bo rêveçûna pêvajoya aştiyê bi berfirehî nirxandin.”

CIVÎNA KOMÎSYONÊ GIRÎNG E

Pervîn Bûldan diyar kir ku ev yek “civîneke girîng e” û got, “Ji ber ku sibe wê Birêz Nûman Kûrtûlmûş bi serokwekîlên komên hemû partiyan re serê sibehê bicive.”

Pervîn Bûldan bi dewamî got, “Ev hevdîtina beriya avabûna komîsyonê girîng e, me ev yek jî bi berfirehî nirxand. Ji ber ku her partiyek ji bo komîsyonê xwedî pêşniyar û bendewariyên cuda ne. Ji ber ku bendewariyên cuda hene ku di vê komîsyonê de bêne nirxandin û encam bê wergirtin, me meseleya komîsyonê bi berfirehî nirxand, nîqaş kir. Birêz Ozgur Ozel ji destpêkê ve tevkariyên girîng li meseleya aştiyê dike û me bal kişand ser girîngiya vê tevkariyê. Em hîn bûn ku Birêz Ozel wê ji niha û pê ve jî piştgiriya xwe ya li pêvajoya aştiyê dewam bike, wê piştevaniyeke hêja bike. Em spasiya Birêz Ozel dikin, ji ber ku em qebûl kir. Vê yekê dixwazim bibêjim. Civîna komîsyonê ya sibe bê lidarxistin girîng e. Em bi hev re li benda encama ji vê derê ne. Em ê encaman bibînin.”

SANCAR: MECLÎS WÊ BI ROLEKE GIRÎNG RABE

Mîthat Sancar jî got, “Me derfet dît ku mijarên girîng ên têkildarî qonaxa heyî ya pêvajoyê binirxînin.”

Sancar got, “Bêguman di qonaxa heyî ya vê pêvajoyê de gelekî girîng e ku Meclîs bikeve dewrê” û bi vî rengî dewam kir, “Ji ber ku di meşa ber bi aştiyê de ji bo xurtkirina vê pêvajoya çareseriyê, meclîs wê bi roleke girîng rabe. Em ji destpêkê ve vê dibêjin. Bêguman ji bilî vê li qadên cuda pirsgirêk hene. Ji bo pêvajoya civakî bibe û aştî hemû civakê hembêz bike, divê berfireh bibe.

AŞTÎ DIVÊ CIVAKÎ BIBE

Ji bo bicihbûna aştiyê divê civakî bibe. Jİ bo vê jî garantiyên hiqûqî û mekanîzmayên demokratîk gelekî girîng in. Bi civakîbûnê re aştî dikare pêk were. Amûrên herî girîng ên civakîbûnê jî garantiyê hiqûqî û mekanîzmayên demokratîk e. Bêguman her partiyeke siyasî û her aktorekî civakî ji vê pêvajoyê xwedî bendewariyan e û dibe ku nêrîna xwe ya li pêvajoyê cuda be. Lê belê ji b çareserkirina pirsgirêkekê ku êşên 50 salan kom bûne, berpirsyariya me ye ku em bikevin nava hewldanên awarte. Bicihanîna vê berpirsyariyê jî bi diyalogê, bi diyaloga bi hêzên civakî û hemû aktoran dibe.

Em derbasî wê qonaxê dibin ku li ser zemîna meclîsê vê bi berfirehî bibînin. Beriya niha Pervîn Xanimê got. Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş banga civînê li serokwekîlên koman kir. Ev civîn wê li ser komîsyonê û pêşniyarên têkildarî wê be. Li gorî encama ji wê derê bê bidestxistin, dem û şert û mercên kar ên komîsyonê wê diyar bibe. Em ê hewldanên xwe yên ji bo avakirina aştî, edalet û yekbûna civakî bi xurtî dewam bikin. Di vê rêyê de înşaleh em ê bi hev re bi ser bikevin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Artêşa Sûriyeyê vekişiya, bi sedan windahî û înfazên sivîl
Nûçeya Pişt re Li Enqereyê trafîka ‘pêvajoyê’ û ‘komisyonê’ 
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şervanên QSD’ê 3 hewldanên êrîşê asteng kirin

Şervanên QSD’ê li herêma Dêr Hafirê 3 hewldanên komên girêdayî hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê,…

Ji aliyê Stêrk TV

HTŞ’ê êrîş bir ser leşkerên Şamê: Herî kêm 12 leşker mirin

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li bakurrojavayê Sûriyeyê di êrîaş xwekujî…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî ‘lîstikên hilbijartinê’ yên PDK’ê hişyarî da

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku PDK li Şengalê li pey lîstikên hilbijartinê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tahîncîoglû: Zext û astengî ji bo çapemeniya serbixwe hişyarî ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ banga navneteweyî ya li Konseya Ewropayê: Divê biryara şênber bê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bîlmez: Mafê Hêviyê mafekî hiqûqî ye, ne qencî ye!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sozdar Avesta: Ji bo gelê Êzidî tişta herî girîng xweparastin e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?