Salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê ku ji aliyê Tevgera Azadiyê ve weke pêngava vejînê hate pênasekirin, her sal li çiyayên azad weke ‘cejna gerîla’ tê pîrozkirin. Em nêzî salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê dibin.
Ji çeperên ku bi keviran dihatin çêkirin ber bi sîstema binê erdê ya bêhempa, ji şerê ‘kozik’an ber bi berxwedana tunelên şer, ji serdegirtina qereqolan ber bi çalakiyên bi amûrên hewayî, ji tabûrên bahozê ber bi gerîlayên modernîteya demokratîk di asta şoreşê de gelek gav hatin avêtin. Têkoşîna çekdarî niha li Kurdistanê di pêvajoya herî bi heybet de ye. Şerê azadiyê 40 sal in ji bo kêliyekê jî nesekiniye, dema ku mirov destketiyên di vê têkoşîna gerîla de dibînin, bivê nevê mirov dibêje ‘ji ku hatiye ku’. Me ev gotin herî zêde di nava çeperên berxwedanê yên Zapê, di nava tunelên şer de digot. Li dîwarên tuneleke şer nivîseke Rêber Apo hebû ku bi vî rengî bû: “Her kevirek, her tehtek, her cihekî ku mirov dikare lê bi cih bibe ji bo min gelekî hêja bû. Min digot, ev teht çiqasî hêja ye, bicihbûna li binê vî tehtî ji bo min gelekî efsûnî bû. Avahiyeke me ya biçûk hebû, me ew avahî weke maleke pîroz didît. Kulûbeyeke biçûk bû, lê belê ji bo min mîna cihekî ji bihuştê bû.”
Ev gotin, ji bo bê zanîn bê ev destketî çawa hatiye afirandin, li ser dîwarên wan tunelan hatibû nivîsandin. Gerîla her tim zane bê ber bi ku ve diçe. Her wiha ji bîr nake bê ji ku hatiye. Lewma firsend û derfetên niha, ji yên beriya 40 salan qat bi qat zêdetir jî bin, bi ruhê roja destpêkê dijîn. Çepera destpêkê çawa hate avakirin? Çeka destpêkê çawa hate bidestxistin? Di şerê destpêkê de çi qewimî? Gerîla bi bersiva li van pirsan meşiya, dema ku bi çekên modern şer kirin jî coşa ‘kleş’ê ya beriya 40 salî ji bo her kesî pîroz bû qet ji bîr nekir. Dema ku tunelên şer ên bêhempa ava kirin jî ew tehtê ku Rêber Apo li Geliyê Bekaayê weke cihekî pîroz pênase kiribû, ji bîr nekir. Bi xwendin û fêhmkirina Rêber Apo, bi avêtina gavên dîrokî yên Rêber Apo ev hemû veguherandin sekna şer û jiyanê.
Rêber Apo di salên 1990’î de di nirxandineke xwe de gotibû, “Li Lubnanê çiyayekî min ê biçûk hebû. Dema ku odeyek ji çar dîwaran dan min, dema ku gotin tu yê li vir bimîne, dinya bû ya min. Dema ku hinekî ber bi gir ve çûm, dinya min hîn zêde bû. Gelo hinekî din mafê min heye ku li jêrê binerim, li biniya geliyê çiyê? Min ev yek weke xwestekekê, weke hêviyekê dît. Dilxwaziya min a çiyê ya destpêkê bi vî rengî xwe da hîskirin. Ew der weke çiya jî nahesibe. Ne ava xwe hebû ne jî darên xwe. Rût bû. Ne cihekî welê bû ku mirovekî bixwasta lê bima, lê belê hêviya jiyaneke nû da min. Û piştre me ew der veguherand qadeke pîroz. Gelê me pêl bi pêl hat. Û ji bo we hemûyan bû navendek. Ka ew çiya? Çiyayê kê? Çiyayekî çawa û li wê derê jiyan çawa hate afirandin?”
PKK PARTIYEKE NIRXAN E
Li welatekî ku gotina navê xwe jî qedexe ye, welatparêzî bi rastî jî hunera wan mirovan e ku ji tinebûnê afirandine. Firsendeke herî biçûk, çekeke ku herî kêrnehatî tê dîtin, cihekî ku weke tehtekî tê dîtin li ber destê wan mirovên ku ji tinebûnê hebûnê diafirînin weke derfeteke bêhempa têne dîtin. Ji ber vê yekê PKK partiyeke nirxand e; ew partî ye ku nirxan diafirîne, diparêze û mezin dike. PKK partiya wan mirovan e ku ji tinebûnê hebûnê diafirîne.
15’Ê TEBAXÊ PÊNGAVA HERÎ BI HEYBET E
Pêngava herî bi heybet, çalakiya herî mezin a mirovên ku ji tinebûnê hebûn afirandin Pêngava 15’ê Tebaxê bû. Ji Geliyê Bekaayê ku ne ava xwe ne jî dar lê hebûn, yên ku ber bi çiyayên Kurdistanê meşiyan, vê carê wê xaka xwe ya lanetkirî veguherandibûna cihekî pîroz. 15’ê Tebaxê mîna darekî efsûnî bû ku ya lanetbûyî veguherand a pîroz. Mîna agirê meşaleyê ku her tiştên qirêj dişewitîne, xweliyên ji ber agir mayî wê ji aliyê avakarên serdemê ve jinûve bihatina afirandin, ya baş, bedew û rast wê bihata afirandin.
TENÊ RUHÊ APOYÎ NAYÊ GUHERTIN
Di ser pêngava 15’ê Tebaxê re 40 sal derbas bûn. Ew darê efsûnî yê di destê Fermandar Egîd de li her devera Kurdistanê veguheriye çeka çalakiya afirandina azadiyê. Yên ku tehtê li Bekaayê ji bîr nekirine îro li her devera çiyayên Kurdistanê bi sedan çeperên şer, sîstema binê erdê ava kirine, ji hewayê û li her devera ku dijmin ne li bendê ye, her tim bi ruhê pêngava 15’ê Tebaxê têdikoşin. Belê di nava 40 salan de her tiştên bi navê şer û gerîlatiyê guherîn. Çekên hatin bikaranîn, taktîkên demê, nêrîna li şer, çeperên gerîla, hema hema her tişt guherîn. Di nava 40 salan de tenê tiştek neguherî. Ew jî ruhê Apoyî ye ku pêngava 15’ê Tebaxê da destpêkirin. Hêza ku beriya 40 salan da şerkirin çi be, yên ku her roj li her çeperê şer dikin û li ber xwe didin heman ruh e. Di dilê her gerîlayekî de, li her çiyayeke Kurdistanê ruhê Egîd heye.