Gava ku me dixwest em dest bi nivîsandina xeleka nû ya bernameya Starên Azadiyê bikin, rûpela spî ya pêşberî me êdî ne tenê kaxezek bû; ew dibû qada hevdîtina cewherê jiyan û hevaltiyê, dibû cih û warê hevdîtina lehengiya dîrokekê. Lewma ew hestên ku dihatin parvekirin, dibûn şopa wê pênûsa ku doza welatekî dinivîsand. Îro jî ew pênûs û rûpela spî wê ji bo me bibe meydana şer û têkoşînê. Ew qîrîna azadiyê wê di her peyv û hevokê de weke lêdana dilekî serhildêr, weke henaseya kûr a lûtkeyên çiyayan û weke ronahiya ku tariyê diçirîne, olan bide.
BASKÊN QÎRÎNA AZADIYÊ: VIYAN-ROJÎN ŞÊXO
Dema ku mirov guh dide wê qîrînê, banginiya ku sînoran nas nake dihesê. Lewma ew pelên qîrîniyê di sekin û têkoşîna jina lêheng Viyan-Rojîn Şêxo de bi bask we dibe. Hemû peyvên ji dil û hişê hevretiyê diherikin li ezmanên welat ên bawî de perwaz dide.
Îro careke din ew bayê azadiyê yê bi navê Viyanê xwe hest, raman, hiş û penûsa hevretiya me alan dibû. Ew penûs û kameraya ku şopên heqîqetê bû, li gelî û newalên çiya, li deşt û zozanên welat digeriya. Her wiha ji bo nasîn û peydakirina wan wêneyên albûma hevretiyê dil û çavên me dilerizî. Lewma bihîstin asoyên xeyalên me mezin dikir, naskirin jî zanistiya dîroka têkoşînê di hişê me ava dikir.
DÎTIN Û HÎSKIRIN: HEQÎQETA JIN A FERMANDAR
Lê belê; dîtina wan wêneyan heqîqeta jina bûyî fermandar, rêwiya azadiyê û asûdeya welat zindî dikir. Ji ber ku dîtin naşibe tu xalên din ên hîsî. Dîtin di bîra mirov de neqşa dîrokê, rûyê zanîn û têgihiştinê û serketina doza gelekî zindî dihişt. Di oxira wê serketinê de berdelên ku bûnê xelat bîr dixist.
Yên ku bûne şahid ji xwe dîroka herî zindî û xwedî rûmeta hevrêtiya doza Kurdistanê ne. Ji ber vê yeke, hemû bîranîn, wêne û hestên hevaltiyê şoreşgerek kamil radixist ber çavan. Ya herî rast eger gotin di cih de bê nirxandina Rêberê Apo a ji bo cangoriya azadiyê Viyan – Rojîn Şêxo: “Partîbûn di kesayeta hevala Viyan de pir xurt û gihîştî ye” wateya xwe didît.
ŞAHIDIYA AKADEMIYA MAHSÛM KORKMAZ: RÛPELA YEKEM A ALBÛMÊ
Ji ber vê yekê, gava ku em îro ji wê albûma pîroz ber bi qadên Botan û Amedê bi rê dikevin herikîna dîrokeke zindî dibînin. Her gerîlayek di wesfa hevrêya xwe ya doza azadiyê bi Viyan re dibûn mêvanê bîra Starên Azadiyê. Hevala Rojhilat Têkoşer ku li Akademiya Mahsûm Korkmaz û li serê çiyan şahidiya vê meşê kiriye, rûpela yekem a vê albûmê ji bo me vedike û dibêje:
“Beriya ku em derbasî Akademiya Mahsûm Korkmaz bibin, em weke komeke lêhûrbûnê demeke kurt bi hev re man. Piştî wê qonaxê, em bi hev re derbasî Lubnanê, ber bi Akademiya Mahsûm Korkmaz ve bi rê ketin. Sala 1992’yan, dewra dawî ya akademiyê ya li wir bû û ji ber mercên serdemê pêwîst dikir ku ev dewre pir zû bi dawî bibe. Ji ber vê yekê, bernameya perwerdeyê pir zû hat danîn. Li aliyekî êrîşên dijmin û li aliyê din jî atmosfera polîtîk a herêmê ku di asta neteweyî de guhertinên mezin dihesand, bandor dikir. Heta ku dewra perwerdeyê bi dawî bû, em bi hev re bûn; dema ku plansaziya xebatan (vesazkirin) çêbû jî em dîsa bi hev re derketin.”
HÊZA PÊŞENGIYÊ YA DI ARTÊŞBÛNA JINÊ DE
“Di wê dewrê de, em li gorî jiyana leşkerî û atmosfera artêşê nû bûn. Her çiqas me beriya wê demeke dirêj xebatên rêxistinî û civakî meşandibûn jî, lê mijara leşkerî ji bo me tiştekî pir nû bû. Tevî ku hevala Viyan xwedî fîzîkek pir nazik bû, lê hunera leşkerî pir zû fêr dibû û dipejirand. Di destpêkê de me bawer nedikir ku asta wê ya serketinê ji ya me hemûyan zêdetir be. Xwedî zekayeke pir bilind û tûj bû.
Mînak; di dema ders û perwerdeyan de çi dihat gotin tu carî ji bîr nedikir, di hiş û mejiyê wê de bi cih dibû û piştre dihat ji hevalên din re şîrove dikir. Di heman demê de, her tim li ser hûrgiliyên ku ev teoriya wê di pratîkê de çawa pêk bê, kûr dibû. Di akademiyê de, fêrbûna bikaranîna çekên giran, çêkirina xefikan (sabotaj), taktîkên êrîşê û parastina li dijî êrîşên dijmin pir zû hîs kir û fêr bû; di cih de ji hevalên din re jî dida fêmkirin. Di mijara fêmkirina xeta Partiyê de, hevala Viyan pir zû pêş ket.
Taybetmendiyeke pir balkêş a hevala Viyan hebû: Dema ku mirov pirsek jê bikira, heta ku bi kûrayî nefikirî ba û analîz nekira, bersiv nedida. Miroveke pir sakîn, gihîştî û kûr bû. Di nava jiyanê de deryayeke ji hezkirinê bû, lê belê ji ber pîvanên dîsîplînê nedikarî hezkirin xwe pir bide diyar kirin. Hevala Viyan bi sekna xwe ya îdeolojîk, zîrekiya xwe ya leşkerî û biryardariya xwe ya polatî, di her qonaxê de pêşengiyeke herî hîmdar û pîroz ji artêşbûna jinê (YJA Star) re kir. Bîranîna Şehîd Viyan wê di têkoşîna me ya azadiyê de her dem bibe ronahî û mîreka serketinê.”
MÎRATEYEKE BÊ DAWÎ, RÊWÎTIYEKE BI DEWAMÎ
Îro kamera û pênûsa me, li ser xeta vê partîbûna gihîştî dimeşe. Her dîmenê ku di vê xelekê de tê nîşandan, peymana dilsoziya bi mîrasê Şehîd Viyan re nû dike. Ew “Stêrka Azadiyê” ku ji Helebê rênasî girt, li Gabarê bû dil û mejî û li Amedê bû ronahiya dîrokê, îro di dilê her şervanekî/ê azadiyê de her wekî rojê zindî ye.
Rêwîtiya me ya di albûma hevreyê de berdewam dike; ji ber ku ev doz zindî ye, ev mîrateya bêdawî ye û şopên Viyanê her dem rênasê meşên me yên ber bi azadiyê ve ne.
ÇAVKANÎ: JIN TV STARÊN AZADIYE

