Duşem, 16 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Koma nivîsandinê ya Komîsyona Meclîsê li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pinar Sakik Tekîn: Girtiyên nexweş bi zanabûn ber bi mirinê ve tên hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Sînorkirina nafaqeyê xizaniya jinan kûr dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kurdistan û Tirkiyeyê protestoyên 15’ê Sibatê: Bila azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 15’ê Sibatê li Stenbolê hat protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tulay Hatîmogûllari: Divê em berê xwe bidin Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê banga ji bo ‘Murşîtpinar’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG Û YJA Starê: Azadiya Rêber Apo azadiya civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev êş a me hemûyan e: Ji bo aştiyê divê her kes destê xwe bixe bin kevir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li seranserê Serhedê komploya navneteweyî hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa li dijî komployê: Ger niyeta we ta çareseriyê hebe, berê xwe bidin Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Êzidî: Çavê gelên bindest li azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin dest bi amadekariyên 8’ê Adarê dikin: Em bi berxwedanê xwe bi rêxistin dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan a li Bogotayê bi çalakiyên çandî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan Ragihand ku Tora Berxwedana Gerdûnî Ava Kirine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bogotayê konferansa jinan ber bi dawiyê ve diçe: Deklarasyon tê pêşkêşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Berxwedana jinan komplo vale derxist

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Pêşeroj bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî tê avakirin
Jin

Pêşeroj bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî tê avakirin

Jin, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî tundiya li ser jinê de, li gelek bajaran çalakî û xebat lidar xistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Şaredariyên DEM Partiyê yên navçeyên Rihayê (Wêranşar, Pirsûs, Hewag, Serêkaniyê, Curnê Reş) bi dirûşma “Ji bo jiyaneke bêtundî û azad, û gotina me xilas nebû, em ê bi hev re tundiyê rawestînin” dest bi çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê kirin.

Di civîna çapemeniyê ya li Şaredariya Curnê Reş de, hevşaredar û rêveberên partiyê beşdar bûn. Bêrîvan Îlîgen, Endama Koordînasyona Navenda Piştevaniya Jinê ya DEM Partiyê, destnîşan kir ku pergala siyasî û civakî ya ku jinê tune dihesibîne, tundiyê rewa dike û mafê nunertiyê desteser dike, bi komkujiyên jinan rûyê xwe yê herî hov nîşan dide.

Bêrîvan Îlîgen got ku tundiya li dijî mafê jiyanê yê jinan, êrişeke siyasî, pergalî û mêtinger e. Diyar kir ku çareserî bi têgîn û rêbazên sîstema baviksalarî nayê kirin, lê çareserî bi rêya avakirina jiyana komunal bi meclîsên jin, ciwan û gel re, zindîkirina nirxên sincî-siyasî û jêbuhurîna hişmendiya mêr a hezarsalî gengaz e.

Di vê çarçoveyê de, ji sala 1999’an û vir ve ji bo xurtkirina polîtîkayên jinan di rêveberiyên herêmî de têkoşîn tê meşandin û pergala hevserokatiyê hatiye bicîhkirin. Ev pergal li gorî paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê vîna jinê dike kirdeya siyasetê.

Tevî zirarên polîtîkayên qeyûman, şaredariyên DEM Partiyê bi biryar in ku li her derê bibin vîna çareseriyê. Di vê çarçoveyê de wan:

Meclîsên Jinan ji nû ve ava kirin, komîsyonên Wekheviya Jinan damezrandin û navendên Jiyanê yên Jinan, Yekîneyên Perwerde û Polîtîkayê yên Jinan, Navendên Piştevaniya Jinan ên ku hatibûn girtin, ji nû ve vekirin.

Berdevkê destnîşan kir ku qeyranên ku ji aliyê pergalên mêtinger, otorîter û mîlîtarîst ve kûrtir dibin, bi berzbûna têkoşîna jinan wê bên buhurîn. Pêşeroj, wê li ser felsefeya Jin, Jiyan, Azadî, azadî û wekheviya jinê were avakirin.

Piştî daxuyaniyê, jinan di nav çarşiya Curnê Reş de bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” meşiyan.

SEMSÛR

Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeya Bulam a Semsûrê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî da. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê Ceylan Akça Cupolo tevlî bernameyê bû. Çalakî dê di bin dirûşma “Bi civaka demokratîk ve ber bi jiyana azad a bê tundî ve” bên li darxistin. 

Aktîvîstên TJA’yê serdana karkerên titûnê yê Bûlamê kir û pirsgirêkên jinan guhdar kirin. 

Ceylan Akça Cupolo, di axaftina xwe de bal kişand ser îfşakirina zîhniyeta serdest a mêr û diyar kir hevgirtina jinan di vê helê de gelek girîng e. 

DÎLOK

Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî de, atolyeyên xwe didomîne. Yek ji atolyeyên ku bi dirûşma  ‘Bi Civaka Demokratîk Ber Bi Jiyana Azad a Bê Tundî”, li navçeya Şehitkamil a Dîlokê hate lidarxistin. Gelek jin beşdarî atolyeya ku li avahiya navçeyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ( DEM Partî) hate lidarxistin, bûn.

Di atolyeyê de pêşî wate û girîngiya 25’ê Mijdarê, digel çarçoveya wê ya dîrokî, hate destnîşankirin. Piştî vê yekê, nîqaş li ser cureyên tundûtûjiya li dijî jinan û çawaniya têkoşîna li dijî wê hatin kirin.

Jinên ku beşdarî atolyeyê bûn, mînakên tundiyê ku ew di jiyana xwe ya rojane de bi wan re rûbirû dimînin, dan û bal kişandin  ser pêwîstiya têkoşîna li dijî tundiyê. Jinan destnîşan kirin ku xebata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinan cesaret û hêz daye wan û wiha lê zêde kirin. “Em bi perspektîfa Rêber Apo hatin vê astê. Em ji tundiyê haydar in û em li dijî wê têkoşînê didin.”

STENBOL

Li Stenbolê, jin di pêşengiya Platforma 25’ê Mijdarê de, li ber Postexaneya Kadikoyê bi dirûşma “Em hevgirtinê xurt dikin û nameyan ji jinên girtî re dişînin” kom bûn. Di çalakiya ku bi boneya 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî hat lidarxistin de, jinan pankartên bi nivîsên “Jiyana me û têkoşîna me ne sûc e”, “Jinên ku xwedî li jiyana xwe derdikevin ne bi tenê ne”, “Azadî ji bo girtiyên siyasî” û “Di 25’ê Mijdarê de li dijî şîdeta dewleta mêr derkevin kolanan” hilgirtin. Jinan gelek caran dirûşmên wekî “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Bila tundiya dewleta mêr bi dawî bibe” û “Hevgirtina jinan dîwaran derbas dike” berz kirin.

 Endama Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê Eda Kalafan, li vir axivî û bal kişand ser binpêkirinên ku li girtîgehan diqewimin û got: “Li girtîgehan, jin bi polîtîkayên wekî lêgerîna tazî, biryarên lijneyê û cezayên dîsîplînê têne tecrîdkirin. Jin ji ber ku dixwazin bijîn ji hêla pergala serdest a mêr ve têne cezakirin. Jinên ku dixwazin ji bo daxwaza azadî û wekheviyê derkevin kolanan, li her deverê bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Em ê heta 25’ê Mijdarê li her derê, li her qadê bin.” Piştî daxuyaniyê, jin derbasî postexaneyê bûn û ji jinên girtî re kart şandin. 

BEDLÎS

Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî de, li pêşiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan a (DEM Partî) ya li navçeya Tetwan a Bedlîsê daxuyanî da. Li gel nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk, gelek kes beşdarî daxuyanî bûn.

Endama TJA’yê Nurdan Îlbasan di daxuyaniyê de axivî û wiha got, “Em îro jî 25’ê Mijdarê bi hêrs û berxwedana jinên hatine qetilkirin, pêşwazî dikin. Em li dijî qirkirina jinê têkoşîna xwe mezin dikin. Em vê 25’ê Mijdarê jî li aliyekî bi hêrsa jinan, li aliyekî jjî bi hêviya avakirina aştiyê pêşwazî dikin. Rêya ku em bimeşin û têkoşîna ku em bidin heye! Em bang li hemû jinan dikin ku ber bi azadiyê ve bimeşin, gotinê mezin bikin û destkeftiyan jinan jiyanî bikin. Bijî têkoşîna jinan a birêxistinkirî.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Konseya Ewlekariyê ya NY’ê banga pêkanîna cezayan li ser Husiyan kir
Nûçeya Pişt re Meclîsa Giştî ji bo Efrînê bang kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gelê Hesekê amadekariya pêşwazîkirina Nûredîn Ahmed dike

Nûredîn Îsa Ehmed ê bi navê "Ebû Omer Xanîka" tê naskirin ji bo parêzgeriyê Hesekê…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya CHP’ê li Colemêrgê ye: Qeyûm nehiqûqî ye

Şandeya CHP'ê ya ku piştî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê hat bajêr, serdana DEM Partiyê kir. Berdevkê…

Ji aliyê Stêrk TV

Gelê Sirînê şehîdên meha Tîrmeh û Tebaxê bi bîr anîn

Gelê bajarê Sirînê bi pêxistina Findan şehîdên meha Tîrmeh û Tebaxê bi bîr anîn û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Di peymana QSD-Şamê de xala girîng: Koçber û veger

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

SOHR: Li Sûriyeyê di nava 15 rojan de 115 kes hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rapora TJA’yê: Êrîşên li ser Rojava mîmariya tundiyeke plankirî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Fransa: Kurd divê weke hevalbendê di rêza yekemîn de bimîne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?