Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Rihayê ku bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” bi beşdariya deh hezaran kesî hat lidarxistin bi xwendina peyama girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de û bi stranan bi dawî bû.
Girtiyan diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 118 roj in di greva birçîbûnê de ne û gotin ku gelê Kurd ev 200 sal in di mercên faşîzmê de dijîn û ev tişt anîn ziman: “Komarê ji bilî zilmê tiştek ji bo kedkaran ne anî û tu caran tawîz ji dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdistanê û gelan neda. Ji bilî qirkirinê tiştek ji bo Kurdan û gelan ne anî. Serok Apo di vê demê de derket holê û ji sîstemê re got bes e. Mîrasa Şêx Seîd û Seyîd Rizalayan dewr girt. Di dîroka gelan de cara ewil bi paradîgmayeke derveyî dewletê kete rê. Lewma rastî xezeba Nemrûdî hat û ev 25 sal in di mercên êşkenceyê de tê dîlgirtin. Bila her kes bizane ku tehemûla me ya li hemberî Rêberê neazad û Kurdistana bêstatû nema ye. Lewma jî weke zarokên we, rêhevalên we, xwişk û birayên we me bedenên xwe dan ber birçîbûnê. Divê her kes li dora nirxên kolektîf ên gelê Kurd û azadiya Rêbertiyê de bê gel hev. Zindan çiqas sar û hucre çiqas tarî bin jî dê agirê di dilê me de venemire û ruhê me tu caran sar nebe. Em Newroza we tevan pîroz dikin û we tevan vedixwînin berxwedan û têkoşîneke kolektîf. An azadî an azadî.”
Pîrozbahiya Newrozê ya Rihayê ku bi deh hezaran kes tev li bûbûn, bi stranên Koma JinMA’yê û gerandina govendê bi dawî bû.
Peyama girtiyan a ji bo Newrozê: Werin em li dora azadiya Rêbertiyê bên ba hev
Girtiyên di greva birçîbûnê de ne ji Newroza Rihayê re peyam şandin û gotin, “Agirê ku di nava me de dişewite, wê venemire. Werin em li dora azadiya Rêbertiyê bên ba hev.”
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike