Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî (Ciwana Sine) di destpêka Tebaxa derbasbûyî de li Sine ji aliyê hêzên Îranê ve hate revandin û 70 rojan qet agahî jê nehate wergirtin. Hate ragihandin ku der barê Werîşe Mûradî de gilîname hatiye amadekirin.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê 4’ê Sibatê daxuyaniyek da û diyar kir ku Werîşe Mûradî niha li Girtîgeha Evînê ya Tehranê girtî tê hiştin.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku piştî şeş mehan li hemberî Werîşe Mûradî gilîname hatiye amadekirin û got, “Ji ber endametiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê bi sûcdariya ‘Hewldana li dijî ewlehiya neteweyî’ gilîname li hemberî Werîşe Mûradî hate amadekirin. Gilîname ji Şaxê 15’an ê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê re hate şandin.”