Li taxa Pinar a navçeya Esenyûrt a Stenbolê, polîsên Tirk avêtin ser dawetekê.
Serdegirtin bi hinceta ‘stranên siyasî’ hate kirin û xwediyên dawetê û muzîsyen jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin.
8 kes bi îdîaya “propagandaya rêxistinê” birin Qereqola Kiraçê. Hate ragihandin ku ji 8 kesên hatin binçavkirin 5 kes piştî îfadeyê û 3 kes jî hîn di binê çavan de ne.