AKP ji roja ku bû desthilatdar û pê ve êrîş bir ser saziyên çandê yên Kurdan. Êrişên xwe bi taybetî di dema qeyûm de bi rengekî eşkere kir. Di dema qeyûman de bi rêya qeyûmên ku tayîn kir, bi hezaran saziyên çand, ziman û hunerê yên Kurdan girt an jî bêbandor kir. Kedkarên çandê yên li van saziyan jî neçar hatin hiştin ku weke çopkar an jî boyaxkar bixebitin.
AKP ku qîma xwe tenê bi girtina saziyên Kurdan neanî, her wiha bi armanca jêbirina hiş û bîra Kurdan navê park û saziyan jî guhert, li şûna wan navê leşkerên di şer de hatin kuştin an jî kesên ku di dîroka Tirkiyeyê de weke faşîst têne bîranîn li wan deveran kir.
Hin ji van polîtîkayên desthilatdariyê yên li ser Kurdistanê bi vî rengî ne:
“Li 14 bajar û navçeyan karên çand Û hunerê hatin astengkirin. Dest li karên 21 navendên çand û hunerê hate werdan. Zêdeyî 3 hezar xwendekarên li van navendan dihatin perwerdekirin, derfetê perwerdeyê ji wan hate wergirtin.
Navenda Çandê ya Nû ya ser bi Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku her sal ji hezar heta hezar û 200 şargirt lê perwerdeya çand û hunerê werdigirtin, bi destê qeyûm hate girtin.
Li bajar û navçeyan festîval êdî nekarî bêne lidarxistin. 12 festîval hatin betalkirin.
Yekîneya Şano ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate betalkirin, bi dehan hunermend ji kar hatin derxistin.
Gelek pirtûkxaneyên şaredariyan hatin bêbandorkirin, bi deh hezaran pirtûk bi hincetên cuda hatin komkirin û îmhakirin. Li Şaredariya Payizavayê qeyûm destpêkê navê pirtûkxaneyê rakir, piştre jî pirtûkxane girt.
Navê Ceylan Onkol ku ji aliyê Şaredariya Licê ve li parkê hatibû kirin, ji aliyê qeyûm ve ji parkê hate rakirin.
Qeyûmê li ser Şaredariya Licê hate danîn Sînan Başak navê Medenî Yildirim ji parkê rakir û navê wê kir Şehît Bînbaşi Umît Çelîk Parki.
Qeyûmê li Şaredariya Şaxê ya Wanê Haci Asim Akgul navê Parka Tahîr Ekçîk kir parka Şehît. GK Alî Ogun.
Qeyûm navê Parka Zubeyîr Akkoç a li navçeya Pîranê kir Parka Ferît Kaçar ku cerdevan bû û di şer de miribû.
Li navçeya Pîranê navê parka Leyla Qasim kir Parka Şehît Er Ekrem Dînç. Li heman navçeyê navê Parka Sê Çitlan ku bal dikişand ser Denîz Gezmîş û hevalên wî, kir parka Şehît Ûzman Çavûş Haci Osman Ayyildiz.
Qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi navê ‘Çanakkale Şehîtlerî’ di 17’ê Adarê de li navenda bajêr xoşaf belav kir. Her wiha navê Kolana Emniyetê kir ‘Şehît Emniyet Amîrî Gaffarî Guneş’.
Qeyûmê li Şaredariya Omerlî Erol Korkmaz di 4’ê Gulanê de li navçeyê bi navê şahiya zarokan ‘Şerbeta Osmanî’ bi zarokan da vexwarin û ‘macûnê Osmanî’ da xwarin.
Qeyûmê li Şaredariya Qoserê Ahmet Odabaşi li 20 deverên cuda navê ‘şehît’ ê bi motîfa Tirk-Îslamê li kaniyan kir.
Şaredarê li Şaredariya Stewrê Îdrîs Koç bi navê festîvala bafirokan di 25’ê Nîsanê de meşa ‘alê’ bi zarokan da kirin.
Qeyûmê li Şaredariya Kopê navê hin kolanên navçeyê kir “Şehit Binbaşı Arslan Kulaksız, Şehit Üsteğmen Suat İshakoğlu, Sultan Alparslan, Kazım Karabekir Caddesi”.
Qeyûmê li Şaredariya Hîzanê Bulent Hamîtolgû bi navê çalakiya ‘xwendina pirtûkan’ pirtûkên li ser mezheba Xanefî li zarokên Kurdan da belavkirin.
Qeyûmê ku li Êlihê hate tayînkirin di sala 2017’an de sînemaya bi navê hunermendê Kurd Yilmaz Guney bi temamî hilweşand.
Di 13’ê Îlona 2016’an de tabelaya bi sê zimanan a Şaredariya Dêrikê rakir û al danî şûna wê.
Qeyûmê li Şaredariya Sûrê tabelayên bi Ermenî û Suryanî da.
‘Bîrdariya Roboskî’ ku Şaredariya Peyasê ya DBP’ê ava kiribû di 8’ê Cotmeha 2017’an de ji aliyê qeyûm ve hate rakirin.
Qeyûm Hamdî Bîlge Aktaş ku li Şaredariya Akdenîzê ya Mersînê hate bicihkirin peykerên bi navê zarokên hatin qetilkirin Uğur Kaymaz, Ceylan Önkol, Berkin Elvan, Bedran Encu, Çetin Encu, Erkan Encu, Bezat Özer, Enes Ata, İbrahim Aras, Ümit Kurt û Nihat Kazanhan rakir.
Li navçeya Cizîra Botan a Şirnexê peykerê parlamenterê berê Orhan Dogan ji aliyê qeyûm ve hate hilweşandin.
11’ê Hezîrana 2017’an peykerê Ûgûr Kaymaz ê li Qoserê ji aliyê qeyûm ve hate rakirin.
Qeyûmê li Şaredariya Bazîdê Ûlaş Akhan peykerê Xanî yê li Parka Ehmedê Xanî hilweşand.
Li Şaredariya Dersimê, qeyûm tabelaya bi nivîsa ‘Şaredariya Dersimê’ rakir.
Di 2’ê Sibata 2017’an de li navçeya Cizîra Botan a Şirnexê Mala Sersaxiyê ya Cûdî ku weke kreş, mala sersaxiyê xizmet lê dihate kirin, ji aliyê qeyûm ve hate hilweşandin.
Walî Îbrahîm Taşyapan ku weke qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate bicihkirin, di 1’ê Hezîrana 2017’an de biryara şaredariyê ya çûn û hatina bêpere ya ji bo jinan a li wesayitên şaredariyê ya her roja pêncşemê betal kir.
Di 13’ê Îlona 2016’an de tabelaya bi Tirkî, Kurdî û Ermenî ya li ser Şaredariya Dêrikê ya Mêrdînê ji aliyê qeyûm ve hate rakirin.
Di 23’ê Tîrmeha 2017’an de qeyûmê li Payîzavayê tabelaya bi nivîsa ‘Hûn bi xêr hatin’ a li pêşiya navçeyê rakir. Li şûna wê jî peyva ‘Şehrî-Ab’ a bi Erebî daliqand.
Qeyûmê li Wanê di 19’ê Cotmeha 2017’an de Navenda Jiyanê ya Zarokan a Hinar girt ku ji bo têkoşîna li dijî narkotîkê hatibû avakirin.
Qeyûmê li Qoserê navê taxên Berçem, Aştî û Medyayê guhert.
Qeyûmê li Payîzavayê avahiya ji sê qatan a Kreşa Xeyrî Şînîk a ku perwerdeya Kurdî dida, radestî Miftitiya Navçeyê kir. Miftitiya Navçeyê jî avahî kir Kursa Quranê.
Li taxa Çîçeklî ya Artemêtanê qeyûm destpêkê navê ‘Pêşdibistana Taybet Înan’ ji tabelayê rakir, piştre jî li kreşê tabaleya ‘Mala Piştgiriya Malbatê’ daliqand û deriyê we girt.