Şemî, 28 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partiyê êrîşên li ser Dihok û Hewlêrê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana şîna girtî Taşar hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê girtiyên nexweş Çam û Încî bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tarsûs, Ceyhan û Îskenderûnê Newroz: ‘Bijî Serok Apo’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nerazîbûna li hemberî binçavkirin û girtinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li 5 bajaran edalet xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mazlûm Ebdî û Bafil Talebanî êrîşa li dijî mala Neçîrvan Barzanî şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Kongreya MXDŞ’ê de rêveberiya nû hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mala Neçîrvan Barzanî hate bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hefteya Lehengiyê: Şehîd namirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    3 gerîlayên PKK’ê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şivan Muhemmed: Yekîtiya Kurdan ji bo gihiştina armancê diyarker e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Qada Rêbertî û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Prof. Ozgen: Bi êrîşan hewl didin pêvajoyê kontrol bikin
Rojane

Prof. Ozgen: Bi êrîşan hewl didin pêvajoyê kontrol bikin

Prof. Neşe Ozgen anî ziman ku Erdogan bi êrîşên di pêvajoyên diyalogê de hewl dide pêvajoyê kontrol bike, lê belê ji ber ku lawaz bûye hêza xwe nemaye ku karibe bazariyê bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Çile 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Ji endamên Forûma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê Akademîsyena Aştiyê Prof. Neşe Ozgen ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku dewleta Tirk li gel zext û êrîşan jî nekarî daxwaza xwe pêk bîne û ev rewş ji bo dewleta Tirk weke ‘şikestina xewn û xeyalan’ pênase kir. Prof. Neşe Ozgen got, “Zextê zêde dike, tarîtî û tundiyê zêde dike, lê belê ya ku tê tê, nikare jê bireve.”

NÎŞANEYA GUHERTINEKE ÎDEOLOJÎK

Prof. Ozgen anî ziman ku guhertinên di çaryeka duyemîn a sedsala 21’ê de rû bidin li gorî demên beriya niha dibe ku hinekî cuda bin û diyar kir ku Şerê Cîhanê yê 3’yemîn ne tenê ji ber korîdora enerjiyê yan jî xitimandina sîstema kapîtalîst e; di heman demê de işaretê bi guhertineke îdeolojîk jî dike. Prof. Ozgen pirsên ‘Îdeolojiya vê rewşa nû wê çi be? Eger şerek diqewime ji bo çi ye û em ê bi çi rengî ji vê rizgar bibin?’ kir û destnîşan kir ku divê şaşitiyên berê neyên dubarekirin, bi feraseteke demokrasiyê ya li ser bingeha edaleta jinê jiyaneke li ser esasê wekheviya gelan bê avakirin û di vê mijarê de ew bi hêvî ye.

TIRKIYE TEVLÎ SÛCÊN ŞER Û LI DIJÎ MIROVAHIYÊ BÛ

Prof. Neşe Ozgen got, “Li Tirkiyeyê demeke dirêj e çeteyeke berjewendiyan bi serkêşiya Erdogan sîstema dewletê xist bin hukmê xwe û kapîtalîzma qezencê ava kir” û anî ziman ku Tirkiye ya ku bi rizandin, îstîsmar û diziyê tê birêvebirin di vê demê de tevlî sûcên şer û li dijî mirovahiyê bû. Prof. Neşe Ozgen ragihand ku di dema guherînê de ev sûc hemû dikarin bêne ser maseyê û anî ziman ku Erdogan di rewşeke welê de ye ku nikare Tirkiyeyê îdare bike. Neşe Ozgen destnîşan kir ku di pîşesaziya çekan de bi qasî ku propagandaya wê tê kirin pêşketinek nîne, hin çekên ku bi pereyekî gelekî zêde hatine çêkirin ne di wê astê de ne ku karibin stratejiya şer a navneteweyî biguherîne.

KURD AKTORÊ XURT Ê HERÊMÊ YE

Neşe Ozgen destnîşan kir ku gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bi berxwedaneke mezin Erdogan lawaz kirine; hêviya wan jî ev hêza berxwedanê ye û diyar kir ku Kurd li herêmê aktorekî xurt e, wê karibe çarenûsa xwe bi xwe diyar bike.

Prof. Neşe Ozgen işaret bi hevdîtin û gotinên pêvajoyê yên li Tirkiyeyê kir û got, “Ya girîng ew e ku em ê çi bikin, divê hêzên demokrasiyê tavilê bernameya xwe diyar bikin. Bi rastî jî berbangeke hêviyê heye. Hîn di asta çareseriyê de pêşketinek nîne. Weke hêzên demokrasiyê divê em li ser derfetên heyî bimeşin. Mînak, di dawiya vê pêvajoyê de dibe ku bikaranîna çekan li dijî Tirkiyeyê bisekine. Dikare atmosfereke welê bê afirandin ku hem li herêmê destê Kurdan sivik bike hem jî li Tirkiyeyê demokrasiyê ava bike. Em hêzên demokratîk, jin, Kurd, pêkhateyên li Tirkiye û herêmê dema ku bi hev re tevgeriyan ev dikare pêk were.”

ÊRÎŞ JI BO KONTROLKIRINA PÊVAJOYÊ TÊNE KIRIN

Neşe Ozgen êrîşên ku li gel nîqaşên li ser pêvajoyê dewam dikin nirxand û got, “Di pêvajoyên diyalogê de hem li dijî gerîla hem jî li dijî gel êrîş hati kirin. Ev êrîş nesekinîn, lê belê Erdogan lawaz e. Hewl dide diyar bike bê desthilatdariya xwe wê çawa hilweşe. Naxwaze bê darizandin. Dawiya vê pêvajoyê nikare kontrol bikin. Ev êrîşî jî pêwendiya xwe bi kontrolkirina vê pêvajoyê re heye. Niha li eniya Erdogan ew hêz nîne ku karibe bazariyê bike. Tengav bûye.”

ROJAVA JI BO ME HEMÛYAN HÊVÎ YE

Prof. Neşe Ozgen destnîşan kir ku çareseriyeke aştiyane wê hem Tirkiyeyê hem jî herêmê aram bike û got, “Rojava hem bi modela xwe hem jî bi taybetmendiya xwe ji bo me hêviyeke nû ye. Di sedsala 21’ê de modeleke azadiyê ya nû ya bi vî rengî nehatiye afirandin ku ji bo mirovahiyê ye. Divê bala me li ser vê be. Qezencên me qezenca gelên cîhanê ye. Em di demeke girîng de ne ku em ê biryarê li ser bidin bê li Rojhilata Navîn demokrasiyeke çawa biafirînin. Hêvîdar im em ê li ser aştî, demokrasî û azadiyê biryarê bidin. Weke hêzên aştî û demokrasiyê divê êdî em bi rola xwe rabin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
Nûçeya Pişt re Çalakvanek li Merîwanê hate binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dayika Aştiyê Berfîn Saîn jiyana xwe ji dest da

Dayika Aştiyê Berfîn Saîn li nexweşxaneya ku nêzîkî du mehan ji ber penceşêrê dihat dermankirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Şervanê QSD’ê Hûsam şehîd bû

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku şervanê wan ê Hêzên Komandos Hûsam Hîlal şehîd bûye.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bi tevlîbûna lîstokvanên filmê ‘Dema Dirîreşkan’ û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Mazlûm Ebdî û Bafil Talebanî êrîşa li dijî mala Neçîrvan Barzanî şermezar kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partiyê êrîşên li ser Dihok û Hewlêrê şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mala Neçîrvan Barzanî hate bombebarankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hefteya Lehengiyê: Şehîd namirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?