Ji bo pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” li qada navneteweyî piştgirî dewam dike. Yek ji piştevanên vê pêvajoya ku Rêber Apo pêşengiyê jê re dike perwerdekar, nivîskar û akademîsyenê Kanadayî Prof. Peter McLaren e, ku bi yek ji wan teorîsyenan e ku li qada pedagojiya rexnegir naskirî ye.
Prof. McLaren çend roj berê peyamek ji DEM Partiyê re şand û piştgiriya xwe ji bo pêvajoyê anî ziman. Prof. McLaren li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û di destpêka axaftina xwe de ji bo pirsa “Di peyama xwe de we işaret bi deklarasyona dîrkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Û got, ‘Ez wê wêrekiyê silav dikim ku li şûna çekan gotin hilbijartiye’. Bi dîtina we di vê serdemê de bikaranîna zimanê aştiyê gelekî zehmet e?” bersiveke bi vî rengî da:
“Li gel her tiştî jî di vê serdemê de zimanê aştiyê heye. Weke ku Ocalan kir. Zimanê aştiyê di bêhndana navbera hevokan de ye, di hilma beriya bersivdanê de ye, li şûna amadekariya ji bo bersivdayinê di nava wêrekiya guhdarîkirinê de ye. Ev zimanê aştiyê li cihê ku dilrehmî mirinê red dike, distirê. Di nameyeke bi destan nivîsî de ye, di lorîna dayikekê de ye, di mûcîzeyên biçûk ên efûkirinê de ye.
Di vê demê de axaftina li ser aştiyê ne safbûyîn e; serhildan e, yan jî raperînek e. Di nava vê gengeşiyê de baweriya bi bendewariya mirovahiyê ya bi dengekî baştir e. Mîna findeke ku li ber bê dilerize, lê hîn jî şewq dide ew ronahî.”
‘NE DAWÎ YE, LÊ DESTPÊKEK E NÛ YE’
Prof. McLaren anî ziman ku ew banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo weke şêweyekî siyasetê yê gelekî bi rûmet dibîne û bi vî rengî dewam kir, “Abdullah Ocalan ji tenêtiya girtîgehê peyamek şand ji çiya, newal, bexçeyên hinaran û tengavên asê yên çiyayên Kurdistanê ku deng veda. Bang li hevrêyên xwe kir ku çekan dîne û agirê berxwedanê veguherînin tîna jiyanê. Ez vê yekê gelekî bi rûmet dibînim. Li binê wî ezmanê ku demeke dirêj dengê balafirên şer lê bilind dibû, hevrêyên Ocalan çek şewitandin. Ev çalakî nebiçûkbûnek bû ne jî têkçûnek bû; rîtueleke jinûve xwedîderketinê bû. Dikarim bibêjim ku ev yek şahidiya ji bo rûmeta li jiyanê bû. Tivingên ku wextekê sembola raperînê bûn veguherîn bîranînekê û dengên ku demekê xerîbê hev bûn jinûve dest bi axaftinê kirin. Ev yek herikîneke vegotinê ya bi barê keştiyên nazik ên dibetiyan dikare jinûve bixe nava liv û tevgerê. Bêguman ev yek nayê wateya garantiyekê.
‘AŞTÎ VEGUHERÎNA TÊKOŞÎNÊ YE, NE TESLÎMIYET E’
Li ser sekna hevgirtî ya Rêber Apo ya ji bo aştî û diyalogê jî Prof. McLaren got, “Ez mirovekî welê me ku di navbera du neteweyan de me. Hem welatiyê Kanadayê me hem jî welatiyê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) me. Û niha di serdema duyemîn a desthilatdariya Donald Trump de me ku hewl dide hîmên dawî yên demokratîk ên li DYE’yê parçe parçe bike. Hewldanên Trump dişopînin bê çawa dixwaze êrîşî warê min Kanadayê bike, aboriya wê bitevizîne, tevlî qada hikumdariya împaratoriya xwe bike û veguherîne eyaleta pêncî û yekemîn.
Li welatekî welê dimînim ku xewnên şer dibîne. Li welatekî ku petrolê weke çarenûsê, neteweyên din jî weke nêçirekê dibîne. Li welatekî ku hewl dide li Venezûelayê bi rêya şer rejîmê biguherîne, hilweşîna Xezeyê fînanse dike, tinekirinê bi gotina ‘xweparastinê’ pênase dike, makîneyên mirinê bi zimanê ‘azadiyê’ hembêz dike. Şahidiyên min ên bi êş û giran hînî min kir ku divê bi guman nêzî jeopolîtîkê bibim. Li ser wê dike ku hêz timî weke pîvanekê tê dîtin û şer jî weke rûmetekê tê firotin.
Û dîsa jî di nava vê qelebalixiya zext û serweriyê de ji hcureya girtîgehke li giraveke nava Derya Marmarayê dengek bilind bû: Dengê Abdullah Ocalan. Ew deng ji wijdanê bilind bû, ne ji fethê; qala axaftinê dike ne şertan. Di demekê de ku cîhan radihêje kêrê, ew qala diyalogê dike. Yên din banga şer dikin, lê ew banga hişyarbûnê dike. Di demekê de ku cîhan bi leşkerîbûnê dişewite, gotinên wî weke ku ne yên vê cîhanê ye di guhê mirovan de deng vedidin. Weke dengekî ji asteke exlaqî ya cuda tê ku ya ku mirovahiyê ji bîr kiriye bi bîr dixîne.
Aştî ne tinebûna şer e; aştî keda afirandinê ye. Aştî li cihê ku mirin lê serwer e afirandina jiyanê ye. Aştî li şûna fethê ew dest e ku dilrehmiyê hildibijêre; li cihê ku gefê dibîne ew çav e ku rûmetê dibîne, ew dil e ku baweriya xwe bi lihevhatinê tîne.
Bi dîtina min vîzyona Ocalan ji aliyê cîhanî ve pêwendiya xwe bi ‘serketinê’ nîne. Ew qala metamorfozanê dike, yanî qala veguherîna ruhê mirov dike. Azadî ne bidestxistina hêzê ye, rabûna bi berpirsyariyê ye: berpirsyariya li pêşberî mirovên din e, berpirsyariya li pêşberî jiyanê û miriyên beriya berbangê fedakarî kirine. Aştî ne tinebûna şer e; aştî rewşa afirandina têkoşînê ye, wêrekiya wê yekê ye ku agir vediguherîne ronahiyê, hêrsê dike berpirsyarî, êşê dike zanebûnê.
Û li gundan, abjarokan, ji newalên li ber bê dikevin heta bi çem û rûbaran, êdî hêviyeke nazik afirî ye. Hêviyeke welê ye ku nîşan dide; yên demekê dijminê hev bûn bêtirs dikarin bi hev re di heman rêyê de bimeşin, xwîna ku demekê dirijiya lli şûna êş û azarê dikare ferasetê xwedî bike.
Em eşkere biaxivin. Aştî diyariyek nîne. Ew peymanek e. Kedeke pîroz e, awaza jiyanekê ye. Hêviyek heye ku li ber ronahiya wê peymanê aştî dikare bibe mîmarê ruhî û exlaqî yê vê xakê. Hêviyeke xurt, nayê hejandin û ebedî.
Aştî ne teslîmiyet an jî bidawîkirina têkoşînê ye; veguherîna wê ye. Ew wêrekî ye ku agir vediguherîne ronahiyê, fedakariyê dike rûmet. Azadî jî asoyek e ku her kes dikare bi hev re bimeşe, ne bi çekê.”
‘JI BO PÊKHATINA AŞTIYÊ DIVÊ DEWLET JÎ XWE BÊÇEK BIKE’
Prof. McLaren têkildarî berpirsyarî û nêzîkatiyên dewleta Tirk a li pêvajoyê ev nirxandin kir: “Di vir de du astengiyên cidî hene. Ya destpêkê weke bêdengiyê xuya dike. Dengê Ocalan ji pişt dîwarekî bêdengiyê digihêje me ku dewlet ferz dike. Li Girava Îmraliyê îzole bûye. Mafê xwe yê serdanê ne, mafê axaftinê nîne, her wiha mafê xwe yê hilmstandina cîhaneke ku dixwaze biguherîne nîne. Ev bêdengî tesadufî nîne, ev polîtîkayek e. Dewlet fikrê wî dixwaze lê îradeya wî naxwaze; gotinên wî dixwaze lê hebûna wî naxwaze. Aştî jî bi wî re dîl hatiye girtin.
Astengiya duyemîn jî tirsa naskirinê ye. Dewleta Tirk sed sal in meseleya Kurd ne weke gelekî divê bê hembêzkirin, lê belê weke pirsgirêkeke ku divê bê birêvebirin dibîne. Îro jî dema ku PKK’ê bêçekbûn ragihand, dema ku Ocalan destê aştiyê dirêj kir, hikumetê ev yek ne weke destpêka lihevkirinê, lê weke ‘serketina li dijî terorîzmê’ pênase kir. Refleksên berê hîn jî dewam dikin: înkar bike, kontrol bike, jinûve bi nav bike û bitepisîne.
Û bêguman qada siyasetê heye ku ev lê tê nîşandan. Serokkomar Erdogan ne weke çalakiyeke veguherîna exlaqî, lê weke amûreke mayina li nava jiyana polîtîk li pêvajoya aştiyê dinihêre. Wezîfeya wî ya wezîfeyê ya destûra bingehînî bi bidawîbûnê re rû bi rû ye; zane ku ji bo desthilatdariya xwe dirêj bike piştgiriya Kurdan krîtîk e. Lê belê hebûna xwe bi tifaqa MHP’ê re jî bi zincîr kiriye ku neteweperesta tundrew e ku daxwazên Kurdan red dike. Ji ber vê jî di nava du êgirî de ye: rêveçûna ber bi aştiyê ve xwedî wê rîskê ye ku ji bingeha xwe dûr bikeve; dilxweşkirina bingeha xwe jî dikare bi fetisandina aştiyê bike.
Ew bi zimanê aştiyê biaxive jî SÎHA yên Tirk li bakurê Sûriyeyê bi zimanekî din diaxive. Operasyonek ku li derveyî sînor li hemberî komên Kurd dikin. Ev yek dikeke du alî ye: Li hundir dîplomasî, li derve hilweşîn.
Li gel van hemûyan jî fikrê Ocalan dewam dike, belav dibe. Fikrê demokrasiya radîkal û jiyana bi hev re ku ji bingehê ber bi jorê ve hatiye avakirin. Fikrê Tirkiyeyeke hembêzkirî. Lê belê ji bo ev karibin pêk werin divê dewlet jî xwe bêçek bike. Xwe ji çekan, tirsê, quretiyê û înkarkirinê rizgar bike.
Belê astengiya herî mezin ne li çiyê ye, ne li nava gelê Kurd e, her wiha ne li girtîgehan e. Astengiya herî mezin di dilê berpirsyariya dewleta Tirk de ye. Heta ku ew dil hînî guhdarîkirinê bibe rêya aştiyê wê girtî be û mifteya paşerojê jî wê li nava hucreya li Îmraliyê girtî bimîne.”

