Çalakiya li ser sînorê Qamişloyê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên SMO’yê yên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kete roja 9’an. Di çalakiyê de Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) Û Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê daxuyaniyek dan.
Girseya ku li qada nobetê li hev civiyan li gel kilam, tîlîlî û dirûşmeyên bi Kurdî xwedî li têkoşîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketin. Di çalakiya nobedê de ji bo rojnamevanên hatine qetilkirin dirûşmeyên; “Çapemaniya azad rûmete me ye”, “Destên dirêjî çapemeniyê dibin bila bişkên”, “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin”, “Cîhan Bîlgîn rûmeta me ye”, “Nazim Daştan rûmeta me ye û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Di çalakiyê de rojnamevanan pankarta bi nivîsa; ‘’Wê pênûsa me jî kameraya me jî li erdê nemîne’’ hate vekirin û wêneyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hatin hilgirtin.
Berdevka TJA’yê ya Mêrdînê Hatîce Oncu qetilkirina rojnamevanan şermezar kir û got: “A niha li dû her tovên ku dikevin axê, bi hezarên din şîn dibin.”
‘ROJNAMEVAN BI AWAYEKÎ QESTÎ HATIN QETILKIRIN’
Seroka MKG’ê Roza Metîna diyar kir ku rojnamevan bi awayekî qestî hatine qetilkirin û ev yek anîn ziman: “Îro em weke çapemeniya azad bi serbilindî li vir in. Ji ber ku hevalên li Rojava rastiyên li wir radigihandin, bûn hedef. Wê tu carî çapemeniya azad qadan neterikîne û wê tu carî neyê bêdengkirin. Em ê tu carî dev ji pênûs û kamerayên xwe bernedin.”
NERAZÎBÛNA LI DIJÎ TECRÎDA ÎMRALIYÊ
Berdevka TJA’yê ya Şirnexê Adalet Fîdan jî beşdarî çalakiyê bû û di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Apo û qala têkiliya şerê kûr dibe ya bi tecrîdê re kir. Adalet Fîdan anî ziman ji bo ku şer were sekinandin divê tecrîd tavilê were rakirin û got: “Em êrîşên li ser çapemeniya azad şermezar dikin. Îro dîsa li ser sînor nobeda me berdewam dike. Lê belê gelê Kurd tu caran ev sînor nas nekirin û têkoşîna xwe domandin. Me weke jinan beriya niha jî li ber xwe daye, em îro jî li ber xwe didin û em ê di pêşerojê de jî li ber xwe bidin.”
Dayika Aştiya Saadet Çaçan jî ku ji Bidlîsê ji bo piştevaniya çalakiya nobetê hatiye, ev yek anîn ziman: “Em naxwazim kesek bimire û em dixwazim li çar perçeyên Kurdistanê bi awayekî azad bijîn. Bila êdî jin û dayik negirîn. Em qetilkirina rojnamevanan bi tu awayî qebûl nakin. Bila hemû dayîk destên xwe dirêjî Dayikên Aşitiyê bikin û bila aşitî pêk were.”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê rojnamevan û şandeya li gel wan ji bo serdana sersaxiya Cîhan Bîlgîn ber bi navçeya Mîdyadê ve bi rê ketin.