Namzetê Hevşaredariya Rêya Armûşê Cevdet Altindag ê ji DEM Partiyê diyar kir ku dema dest bi wezîfeyê kir, ew ê li dijî narkotîkê ya ku bandorê li 20 hezar malbatî dike û belav bûye, têbikoşin.
Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ku nifûsa xwe 350 hezar û 708 kes e, li hemberî pirsgirêkên mezin têdikoşe. Li navçeyê ji sedî 90 ê bazirganiya Wanê lê tê kirin. Koçberiya ber bi navçeyê dewam dike, tenê di nava 10 salan de 70 hezar kes li nifûsa navçeyê zêde bû. Li Rêya Armûşê ku bazirganiya narkotîkê bi zanebûn weke polîtîkayekê tê meşandin û fûhûş tê teşwîqkirin, di du hilbijartinên dawî de HDP’ê şaredarî bi dest xist, lê belê qeyûm lê hate bicihkirin. Xelkê navçeyê ji bo careke din qeyûman bişîne, xwe ji hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê re amade dike. Namzetên DEM Partiyê yên ji bo Hevşaredariyê bi pêşhilbijartinê bûn Canan Ûzûnay û Cevdet Altindag.
SENDÎKAVANÊ BI TECRÛBEYA RÊVEBERIYA XWECIHÎ
Altindag piştî ku perwerdeya xwe temam kir weke karmend li Çankiri, Wan û Şaxê xebitî. Di sala 1988’an de sirgûnî Wanê hate kirin. Ji ber ku ketina herêma Rewşa Awarte qedexe bû, ji Aydin/Nazîlî re hate tayînkirin. Di sala 1994’an de vegeriya Wanê, vê carê jî sirgûnî Şaxê hate kirin. Li Wanê yek ji damezrînerên Tarim Orkam Senê bû. Heta sala 2005’an ji Şaxê Wanê yê TMMOB’ê re serokatî kir. Di navbera salên 2004-2009’an de endamê meclîsa şaredariyê bû. Di sala 2005’an de tevlî komîsyona damezrandina DTP’ê bû. Di sala 2009’an de di hilbijartinên xwecihî de li Westanê bû namzetê Şaredariyê. Di nava komîsyona rêveberiyên xwecihî de kar kir. Piştî ku Wan bû Şaredariya Bajarê Mezin, endametî ji Şaredariya Rêya Armûşê re kir. Di sala 2021’ê de bû Hevserokê Navçeya Rêya Armûşê.
20 HEZAR MALBATÊN DI BIN BANDORA NARKOTÎKÊ DE NE
Namzetê Hevşaredariyê Altindag ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku navçeya Rêya Armûşê dil, navenda Wanê ye, ji navçe û gundên li derdorê gelek mirov koçî navçeyê dikin û got, “Dema ku mirov bala xwe didin ser kolanên Cûmhûriyet û Maraşê hîn jî pirsgirêka milkiyetê dibînin, navçeyeke me ye ku îmareke xwe ya cidî û binesaziyeke xwe nîne. Rêya Armûşê cihekî welê ye ku di navbera gol û çiyê de ye. Yek ji pirsgirêkên xwe yên herî mezin jî ragihandin, çûn û hatin e, lê belê pirsgirêka meskenê jî heye. Trafîk bûye mîna êşkenceyê. Ne li Tûşba ne jî li Artemêtanê navendeke bazirganiyê heye, lê belê Rêya Armûşê navenda bazirganiyê ya Wanê ye. Qadên civakî yên ku zarok û ciwan dema xwe lê derbas bikin nîne. Dema dawî narkotîk heta li nava zarokên 10 salî jî belav bûye. Qala 20 hezar malbatî tê kirin ku di bin bandora narkotîkê de ne û ev malbatên me perîşan bûne.
Wan di heman demê de herêmeke erdhejê ye. Birînên erdheja beriya 13 salan hîn jî nehatine pêçandin.”
AVAHIYA XIZMETÊ JÎ NÎNE
Altindag anî ziman ku di plansaziyê de ji bo deverên ku rîska erdhejê lê heye mafê çêkirina hîn bêhtir qatên avahiyan hatiye dayin û got, “Li Wanê 30 salan carekê erdhej diqewime. Li gorî vê yekê divê avahî bêne çêkirin. 7 sal in em dibêjin qeyûm desteserkirin e, ku ev yek çarçoveyeke gelekî befireh e. Tercîh, îradeya her hilbijêrî dema tê desteserkirin, hingî paşeroj û îradeya hilbijêr jî tê desteserkirin. Xisara ku AKP’ê û qeyûman li vê derê kirine gelekî mezin e. Şaredariya Rêya Armûşê hîn xwedî avahiyeke xizmetê nîne. Di dema me de ji bo vê yekê qadek hate kirîn, proje hate amadekirin, îlaheya wê hate kirin, lê belê qeyûm hate bicihkirin. Şaredarî hîn di kirê de ye. Dibe ku ev der pêşkêşî hin kesan tê kirin.”
Altindag destnîşan kir ku li Rêya Armûşê xizmeteke bi tenê nîne ku nû hatibe kirin û diyar kir ku ji bo gel bêhna xwe bide cihek jî nîne.