Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî hewldana agirbestê ya bi navbeynkariya DYE’yê bi dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re hatin kirin daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Daxuyanî wiha ye:
“Hewldanên navbeynkariyê yên Amerîkayê yên ji bo agirbesteke mayînde li herêmên Minbic û Kobanê, ji ber nêzîkatiya Tirkiyeyê li hember hewldanan û dûrketina ji qebûlkirina nuqteyên wê yên sereke, bi ser neketin. Ew navbeynkarî ji bo veguhastina şervanên Meclisa Leşkerî yên mayîn û sivîlên di Minbicê de asê mane û yên dixwazin vegerin herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û mijara veguhastina termê Silêman Şah li cihê wê yê berê bûn.
Tevî hewldanên Amerîkayê yên sekinandina şer, lê dewleta Tirk û çeteyên wê di van demên dawî de êrişên xwe didomînin.”