Navenda Ragihaninê ya QSD’ê îro derbarê lihevanîna 2 eşîran a li kantona Tebqayê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku rûniştina lihevanînê bi amadebûna şandeyek Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê û komeke rûspî û şêniyan pêk hat.
Di rûniştinê de gelek axaftin hatin kirin, ku bal kişandin ser xetereyên nakokiyên weha li ser civakê û banga xweragirî û lihevkirinê hat kirin ji bo parastina jiyana hevbeş.
Her du aliyan ev destpêşxeriya QSD`ê pejirandin û soz dan ku li ser bingeha regezên jiyana hevbeş nakokiyên xwe çareser bikin.

