Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan hewldanên êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Minbicê û Dêr Hafirê têk birin.
Di pevçûnên navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Leşkerî ya Tebqayê û çeteyan de hejmareke çeteyan hatin kuştin û hinek din birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê amadebûna QSD’ê ya têkbirina êrîşan û parastina herêmê teqez kir.