Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê 8 şehîdan de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “8 şervanên me afsanên lehengiyê di meşa têkoşîna gelê me û hêzên me de nivîsandin. Canê xwe fedayî doza xwe kir. Ji bo jiyaneke azad û bi rûmet bi lehengî û baweriya kûr a bi doze ve li hemberî êrişan kir. Şehîdên me sembola berxwedanê û îradeyek xurt in ku li hemberî êrişên komên Şamê de teslîmbûn red kirin. Ji bo jiyaneke azad û bi rûmet ji gelê xwe re heya kêliyan dawîn şer kirin. Şehîdên me mînakên lehengî, dîsîplîn û rihê berpirsyariyê bûn. Di wê baweriyê de bûn ku dayîna berdêlan di rêya jiyaneke bi rûmet ji gelên xwe û derdoran re wateya herî bilind a dayînê ye. Fedakariyên wan ên lehengane rihê welatparziyê û parastina nirxên edalet û wekheviyê nîşan didin. Şehîdên me bi hilbijartina têkoşînê rêya hebûn û rûmetê teyisandin, dema erka xwe ya parastina gelê xwe û doza xwe ya dilane pêk dinaîn, bilind bûn.
Bi vê wesîleyê em helwest û taybetmendiyên wan bi bîr tînin û teqez dikin ku dê peyama wan di meşa de zindî bimîne. Fedakariyên wan dê jêdera îlhamê û arasteya domandina têkoşîna me ya pêkanîna hêviyên gelê me di aştî, azadî û jiyaneke bi rûmet de bimîne. Em dê heya pêkanîna hêvî û armancên wan bi rêgezên şehîdên xwe ve girêdayî bin.”
NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Nasnav: Demhat Erîşe
Nav û paşnav: Yasîn Meyûf
Navê dayikê: Berqa
Navê bav: Ewad
Cihê jidayikbûnê: Erîşe
Cih û dîroka şehadetê: Sirîn, 20 Çile 2026

Nasnav: Demhat Serêkaniyê
Nav û paşnav: Cabir Şêxmûs
Navê dayikê: Fatima
Navê bav: Abdullah
Cihê jidayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û dîroka şehadetê: Sirîn, 20 Çile 2026

Nasnav: Diljîn Mazlûm
Nav û paşnav: Ruha Hesen
Navê dayikê: Evîn
Nav bav: Feysel
Cihê jidayikbûnê: Amûdê
Cih û dîroka şehadetê: Sirîn, 20 Çile 2026

Nasnav: Rûken Çilaxa
Nav û paşnav: Îman El Meyah
Navê dayikê: Ûmeya
Navê bav: Faris
Cihê jidayikbûnê: Çilaxa
Cih û dîroka şehadetê: Sirîn, 20 Çile 2026

Nasnav: Şervan Bêrîtan
Nav û paşnav: Dîndar Por
Navê dayikê: Sefiya
Navê bav: Sefyedîn
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Cih û dîroka şehadetê: Sirîn, 20 Çile 2026

Nasnav: Ceger Welat
Nav û paşnav: Omer Emo
Navê dayikê: Şemsa
Navê bav: Îbrahîm
Cihê jidayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê – Alya, 20 Çile 2026

Nasnav: Serhed Rojava
Nav û paşnav: Ferhad Mihemed
Navê dayikê: Semîra
Navê bav: Ehmed
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê – Alya, 20 Çile 2026

Nasnav: Şêro Hesekê
Nav û paşnav: Mihemed Ehmed
Navê dayikê: Meha
Navê bav: Fewaz
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê – Alya, 20 Çile 2026.

