Hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê di 6’ê Hezîranê de dest pê kir û di 9’ê Hezîranê de bi dawî bû. Li Yekîtiya Ewropayê ku 350 milyon hilbijêr lê hene, piraniya parlamentoyê derbasî partiyên rastgir ên tundrew bû. Nivîskarê rojnameyên Evrensel û Yenî Hayatê Yucel Ozdemîr ku li Elmanyayê ye, encamên hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê û rabûna çepgirên tundrew ji ANF’ê nirxand.
Rojnamevan Yucel Ozdemîr diyar kir ku encamên hilbijartinan bi rastî dihat hêvîkirin û got: “Gelek anketên raya giştî ya ku beriya hilbijartinan hatine kirin nîşan didin ku li Ewropayê rastgirên kevneperest, neteweperest û populîstên rastgir her ku diçe zêde dibin. Xuya bû ku ew ê li gelek welatan bibe yekem an duyemîn. Di vî warî de sosreteke mezin nîne. Em tenê dikarin di heyama pêş de bibînin ka ew ê Ewropa çawa çêbike an jî dê çi bandorê li karkirina PE bike, lê me ji sala 2015’an vir ve dît ku; Partî û tevgerên ku li dijî koçberan û li dijî penaberan û dijminatiyê bikar tînin li seranserê welatên Ewropayê zêde dibin.
LI HIN WELATAN RASTGIRÊN TUNDREW LI PÊŞ IN
Yucel Ozdemîr anî ziman ku li hin welatan rastgirên tundrew li pêş in û wiha dom kir: “Li Fransayê Le Pen jixwe zêde bû û di hilbijartinan de di rêza duyemîn de bû. Le Pen û partiya wê Yekîtiya Neteweyî di van hilbijartinan de bûn yekemîn. Bi îhtimaleke mezin ew ê bandorê li hilbijartinên 2027’an bike. Li Îtalyayê, Fratelli d’Italia (Birayên Îtalyayê), partiya Giorgia Meloni, jixwe partiya yekem bû. Li Awûstûryayê FPO (Partiya Azadiyê ya Awûstûryayê) jixwe zêde bû. Li Awûstûryayê skandala Ibizayê derket û piştî ku ev skandal derbas bû FPO dîsa li Awûstûryayê bû partiya yekemîn.
Komek welatan heye ku rastgirên tundrew di pêşiyê de ne, hin welatên din ên Deryaya Navîn, wek Îtalya û Fransa. Partiya Vox ya rastgir jî li Spanyayê zêde dibe. Em dibînin ku partiyên rastgir ên tundrew li welatên wekî Elmanya, Hollanda û Belçîkayê di rêza duyemîn de ne.”
‘DI TÊKILYÊN TIRKIYE Û EWROPAYÊ DE PÊŞKETINEK ÇÊNABE’
Ozdemîr anî ziman ku bilindbûna rastgiriyê wê bandorê li ser têkiliyên Ewropa û Tirkiyeyê jî bike û wiha pêde çû: “Rastgirên tundrew dixwazin welatên wek Tirkiyeyê nebin endamên Yekîtiya Ewropayê. Ew Îslamê wekî ne aîdî Ewropayê nabînin. Piraniya partiyên ku dij-îslamîzmê xistine navenda xwe, naxwazin têkiliyeke jixwe cemidî vejînin. Di vê mijarê de muxalefet in û ev demeke dirêj e li dijî Tirkiyeyê kampanyayê didin meşandin. Ji niha û pê ve, bi kêmanî di vê konjektura siyasî de, ez bawer nakim ku di têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de pêşketinek çêbibe, lê piraniya rastgirên tundrew jî alîgirê avakirina têkiliyên baş bi Tirkiyê re ne. Wek mînak ew jî dibêjin ku Tirkiye di warê parastina penaberan û nehiştina hatina wan a Ewropayê de erkên pir girîng digire ser xwe û divê di vî warî de piştgirî bê dayîn. Ji aliyê îdeolojîk ve bi rastî jî bi heman awayî difikirin. Dema ku dor tê ser berjewendiyên welatan, dema ku li gorî berjewendiyên wan be, piştgirî didin Tirkiye û AKP’ê. Ji aliyê din ve jî naxwazin Tirkiye nêzî Ewropayê bibe.”
LI ÎTALYAYÊ FAŞÎST DI NAVA HIKÛMETÊ DE NE
Rojnamevan Ozdemîr, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Belê, hem li Tirkiyeyê hem jî li Ewropayê rabûna rastgiran rastiyek e. Li vir du xalên girîng hene. Piştî vê bilindbûnê gotinên wekî ‘Faşîzm hat Ewropayê, faşîzm ji nû ve derket holê’ tên gotin. Weke dema faşîzma Hîtler, li Ewropayê jî rejîmeke faşîst a nû hatiye ser desthilatdariyê yan jî wê bibe desthilatdar. Beriya her tiştî tiştekî wiha tune. Desthilatdariya siyasî heye, lê ev pêkanîn rasterast di nêzîkatiyên siyasî yên dewletan de dernakevin holê. Em vê yekê li Îtalyayê baştir dibînin. Melonî ku eşkere dibêje ez li Îtalyayê faşîst im, ji sala 2022’an û vir ve di hikûmetê de ye, lê belê li Îtalyayê tu guhertin çênebûye, em nikarin bibêjin ku niha li wir rejîmeke faşîst heye.
DIVIYABÛ ÇEP BIHATA XURTKIRIN
Xala duyemîn a girîng jî ev e; Yek ji sedemên ku rastgiriya tundrew ew qas bilind bûye jî ew e ku çepgir qels e. Ger di civakê de nerehetî, fikar û xema paşerojê ewqas zêde be, divê bertekên li dijî vê di warê civakî de bên komkirin û ji aliyê tevgerên çepgir, şoreşger û pêşverû ve derbasî kanalekê bibe. Mixabin dema em li paş xwe dinêrin, bi taybetî ji bo Partiya Çep a Ewropayê dibêjim, wan 26 parlamenter xistin meclîsê û parlamenterek jî winda kir. Lê di vê hawîrdora pirsgirêkên aborî, civakî, şer û mîlîtarîzmê de, diviyabû ku çep bihata xurtkirin, lê niha ew wek tevgereke protestoyî xuya nake, ji ber ku meyla çep a ku di nava sîstemê de tevdigere û wek parçeyek xuya dike.
DI ÇEPGIR Û RASTGIRAN DE NIRXÊN NETWEPERESTÎ LI PÊŞ E
Helbet li vir du mijarên girîng hene; Li Elmanyayê Sahra Wagenknecht partiyek ava kir. Partiya ku li ser koçber û penaberan xwedî xeta çep a neteweyî ye, di meha Çileyê de hat avakirin û ji sedî 6,2 ê dengan stendibû. Her wiha li dijî şer, mîlîtarîzm û ferzkirina Yekîtiya Ewropayê ye. Her wiha Tevgera Fransa ya Bêdestûr (LFI) heye, serokê wê Luc Melenchon e, ew jî çepgireke neteweperest in ku ji çepa klasîk cuda dibe. Li ser hin mijaran daxuyaniyên wan ên cuda hene. Ew jî hinek hêz kom dikin. Bi kurtasî, atmosfereke ku tê de hem li milê rastgir û hem jî li çepgir nirxên netewperestî derdikevin pêş û berjewendiyên sermayeya neteweyî diparêzin û vê yekê bi hev re ava kirin. Ew ne tiştek e ku ji xweber çêdibe. Dema mirovahî dev ji nirxên xwe yên hevpar, gerdûnî berde, sînor û nasnameyên netewî derkeve pêş, bi awayekî xwezayî her kes berê xwe dide wir û ji wir dengan bi dest dixe.”