Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên ji meha çileya 2024’an heta meha hezîranê li girtîgehên Herêma Egeyê hatine kirin, li avahiya komeleyê parve kir.
Hat gotin ku rapor di encama hevdîtinên bi girtiyan re hatine kirin û serlêdanên ji bo komeleyê hatine kirin amade kirine. Komîsyonê, rapora xwe piştî hevdîtinên parêzeran ên bi girtiyên li girtîgehên hejmar 1,2,3 û Girtîgeha Hejmar 4 a Tîpa T a Îzmîrê, girtîgehên hejmar 1 û hejmar 2 yên bi Tîpa F a Ewlekariya Bilind ên Îzmîrê, Girtîgeha Tîpa T a Menemenê, Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê, Girtîgeha Tîpa L a Balikesîrê, Girtîgeha Tîpa T a Burhaniyeyê, Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê û Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê hatiye amadekirin.
Endamê komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’a Îzmîrê Aryen Turan rapor xwend. Turan, diyar kir ku ji bo binpêkirinên li girtîgehan bi dawî bibin, divê mercên înfazê yên giran bên sererastkirin. Turan, got ku divê tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliyê bê bidawîkirin û destûr bê dayin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Turan, axaftina xwe wiha domand: “Derheqê piraniya girtiyên bi daxwaza bidawîkirina tecrîdê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd çalakî li dar xistin de cezayên disiplînê hatine birîn.”
Di berdewame de Turan anî ziman ku saziyên dewlet berpirsyarên mafê jiyanê ne û wiha pê de çû: “Lê rêveberiyên girtîgehan, dozgerî û rayedarên nexweşxaneyan hiqûqa gerdunî bin pê dikin û dibin sedema mirina girtiyên nexweş. Wezareta Dadê û hikûmet ji bo çareserkirina vê pirsgirêka kronîk tu gavan naavêje. Li girtîgehan girtiyên bi nexweşiya penceşêrê ketin û derfetên tedawiya wan pir kêm hene. Tevî vê jî nayên berdan û ji mafê xwe yê taloqkirina înfazê nikarin sûd bigirin. Rêveberiyên girtîgehan tenê girtiyên ku êdî mirina wan eşkere bûye tehliye dikin. Ev girtî jî demekî kin piştî berdana xwe jiyana xwe ji dest didin. Girtiyên ku li derve bi rêya tedawiyeke baş dikarin baş bibin nayên berdan û mafê wan ê jiyanê tê binpêkirin.”
Turan, bi lêv kir ku girtî rastî binpêkirinên weke tundî, heqaret, muameleya xerab û hwd. tên û wiha got: “Tedawiya girtiyên nexweş tên vehêlandin an jî nayên tedawîkirin. Mafên ragihandin û agahîgirtinê tên astengkirin. Li girtiyên nû ketine girtîgehê lêgerîna tazî tê ferzkirin; di dema sewqkirina nexweşxaneyê de rastî muameleyeke biçûkxistinê tên. Mafên girtiyan ên weke pêwendiyên bi malbatê re, xwendina pirtûkan/nivîsandin, sihbet/spor û hwd. bi sepanên keyfî yên girtîgehan tên astengkirin.”
Turan, da zanîn ku li gelek girtîgehan serdegirtinên qawîşan mîna talanê tên kirin û wiha pê de çû: “Hefteyê carekê tên kirin, hemû alav tên belavkirin, gardiyan hişk nêz dibin û provakatoriyê dikin, sedema lêgerînan nayê zanîn û demekî kin piştre dîsa heman tişt tên kirin. Lêgerînên qawişan û yên di dema ketina girtîgehan de, tên suîstîmalkirin.”
Turan, axaftina xwe wiha qedand: “Divê polîtîkaya tecrîdê ya li ser Abdullah Ocalan li tevahiya girtîgehan belav bûyî bên bidawîkirin û Wezareta Dadê tavilê dawî li sepana astengkirina hevdîtinên bi malbat û parêzeran re bîne. Divê malbat û parêzer bikarin hevdîtinan bikin. Divê destûr were dayin ku lijneyên tenduristiyê li girtîgehan lêkolînê bikin. Ji bo saziyên pîşeyî yên serbixwe û rêxistinên mafên mirovan bikarin biçin girtîgehan û lêkolînan bikin. Ji bo vê jî hewcehî bi sererastkirina qanûnê heye. Banga me li hemû rayedaran ew e ku li dijî binpêkirinên mafan peywira xwe bi cih bînin.”