Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok û Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker, ku beşdarî Bernameya Taybet a Stêrk TV’yê bûn, li ser xwendina parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek deverên cîhanê û bandora wê ya li ser civakê nirxandin kirin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok diyar kir ku di çarçoveya pêngavê de li gelek welatên cîhanê parêznameyên Abdullah Ocalan tên xwendin û wiha got: “Rêbertî di encama Komploya Navneteweyî ya ku bi dehan welêt tevlî bûbûn de, hate dîlgirtin û radestî dewleta Tirk hate kirin. Rêbertî di sîstema Îmraliyê ya ji aliyê hêzên kapîtalîst ve hatî lidarxistin de, 25 sal in di bin tecrîdeke girankirî de ye. Piştî Kurdistan hate çar parçekirin, plana qirkirinê ya li hemberî gelê Kurd jî kete dewrê. Rêbertî jî hewl dide gelê Kurd ji pencê qirkirinê rizgar bike. Îro li cîhanê ji mezinahî heta biçûkahî her kes qala Kurdistanê û berxwedana gelê Kurd dike. Ev jî bi têkoşîn û keda Rêbertî û şehîdan çêbû.
Gelê Kurd ji bo xwe û nasnameya xwe têdikoşe, ev yek encama têkoşîna Rêbertî ye. Îro Rêbertî nûneriya Kurdistan û Kurdê azad dike. Eger Rêbertî nebûya, ne PKK ne jî Kurdên azad nedibû. Li holê ye ku Kurd çawa bûne hêviya hemû mirovahiyê. Rêbertî li dijî sîstema desthilatdar a mêr û netew dewletê, nûneriya sîstemeke biedalet, demokratîk, wekhev û azad dike. Rêbertî li dijî komplogeran xwedî zanebûneke pir xurt e û li Îmraliyê parêznameyên xwe li ser esasê dîrok, felsefe û zihniyeteke kûr nirxand. Di van parêznameyên xwe de Kurd, Rojhilata Navîn û giştî mirovahî parast, li dijî sîstema hiyerarşîk û dewletparêz jin, komên etnîk û gelên bindest parast.
Weke giştî hemû civaka ji aliyê hêzên desthilatdar ve hatî kolekirin, parast. Rêbertî, parêznameyên xwe weke manîfestoya medeniyeta demokratîk pênase kir. Lewma îro li gelek deverên cîhanê gel van parêznameyan dixwînin, xwedî li Rêbertî derdikevin, daxwaza azadiya wî ya fîzîkî dikin û ji bo vê yekê têdikoşin. Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a ku Rêbertî li dijî dewlet û sîstema desthilatdariya mêr pêş xistî, ne tenê ji bo Kurdan giştî ji bo tevahî mirovahiyê ye. Ji bo gelên bindest manîfestoya mirovê azad û jiyana azad e. Di parêznameyan de behs tê kirin ku wê jiyaneke demokratîk û girêdayî nirxên civakî, çawa bê afirandin.”
‘DIVÊ EM GIRANÎ BIDIN PÊKANÎNA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERTÎ’
Xebat Andok destnîşan kir ku parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çavkaniya heqîqetê ne û di dewama axaftina xwe de ev tişt diyar kirin: “Di çarçoveya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatî destpêkirin de, li her devera cîhanê parêzname tên xwendin. Yên parêznameyan dixwînin, divê destpêkê vê yekê fêm bikin. Rêbertî rêbereke çawa ye, çima dijmin evqas jê ditirse, çima evqas dijminên wî hene? Dema mijar dibe Rêbertî, hiqûq, siyaset, exlaq, wijdan û mirovahî, çima hemû cîhan li dijî wî dibe yek? Çima ji bo girtina Rêbertî evqas hêz seferber bûn? Tevî hemû bêderfetiyan, Rêbertî çawa dikare li qada navneteweyî evqas bi bandor be?
Kesekî ku parêznameyên wî bixwîne, dê bibîne ku Rêbertî çiqas azad e û çiqas hêvî, hêz û cesaretê dide gel, jin û ciwanan û di hêzên desthilatdar de jî çiqasê tirsê diafirîne. Lewma dema em parêznameyên wî dixwînin, divê em bizanin ku em heqîqeteke çawa û kî dixwînin. Rêbertî bi parêznameyên xwe, rêya azadiyê nîşan dide. Mirovek çawa xurt dibe, li dijî dijmin şer dike, çawa dibe hevrê û çawa nûneriya mirovekî azad dike û civakek azad çawa diafirîne, bersiva van pirsan di parêznameyan de cih digire. Lewma parêzname şoreşa zihniyetê ne. Xwendina parêznameyan tenê divê di çarçoveya pêngavê de nebin, helbet ev jî pir girîng e. Ez her kesê ku di van çalakiyan de cih digirin, bi rêzdarî silav dikim. Lê belê divê hîn zêdetir bibe.
Helbet Rêbertî di bin tecrîdeke pir mezin û sîstemeke qirkirinê de, têdikoşe. Lê fikir, ruh û hestên Rêbertî azad in. Sîstema kapîtalîst û netew dewlet qet li ser Rêbertî bi bandor nabe. Lê ji ber ku em jî di nav de her kes di astên cuda de ji sîstema hiyerarşîk û dewletparêz bandor dibe, heta astekî nûneriya vê yekê dikin. Li ser vî bingehî em pêdivî bi azadiyê dibînin, lê pêdiviya Rêbertî bi vê yekê nîne. Lê miroveke mîna Rêbertî, divê wiha di zindanê de neyê girtin. Lewma divê em dijmin têk bibin. Têkbirina dijmin di heman demê de tê wateya hilweşandina sîstema qirkirinê jî. Ne tenê dewleta Tirk dijmine, di heman demê de modernîteya kapîtalîst a mehkûmê têkçûnê jî dijmin e. Li ser vî bingehî helbet rol û mîsyona ku dikeve ser milê me, heye. Di vî warî de divê em giranî bidin pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî.”
‘GELÊ KURD ŞERÊ HEBÛN Û TUNEBÛNÊ DIDE’
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok got, “Armanca Rêbertî avakirina jiyaneke nû, civakek nû û azad e” û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Helbet weke tevger û partiya Rêbertî, em jî Rêbertî esas digirin. Em hewl didin rastiya Rêbertî di jiyan, têkîlî û xebatên xwe de bixin meriyetê. Em tenê xwe bi vê yekê sînordar nahêlin jî. Raste e; PKK partiya kadroyan e, rol û mîsyona me heye ku em gelê Kurd ji pencê qirkirinê rizgar bikin. Em hewl didin gelê Kurd jinûve biafirînin, ji vê sîstema qirkirinê, çanda feodal û kapîtalîzmê rizgar bikin. Ev wezîfe û berpirsyariya me ye. Sîstema KCK’ê ev e. Weke kadroyên PKK’ê em jî mîna her kesê Rêbertî û heqîqeta wî dixwînin. Qasî te Rêbertî fêm kirî, tu dikarî nûneriya wî bikî. Dema em xwe pêş dixin û vediguherînin, em berê xwe didin civakê. Em dixwazin di çarçoveya netewa demokratîk de, guhertin û veguhertinê pêk bînin.
Rêbertî êdî ne tenê rêberê Kurdan, ê hemû gelan e. Lê pirsgirêkên gelê Kurd û gelên din cuda ye. Mesela pirsgirêkên civakî yên cuda yên gelên din heye, lê pirsgirêka gelê Kurd a hebûnê heye. Yanî gelê Kurd şerê hebûn û nebûnê dide. Ruh, ziman û çanda gelê Kurd bi salane di bin êrîşê de ye. Lê êrîşên qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd ne tenê bi çandê, di heman demê de êrîşên fîzîkî jî hene. Di sedsala 20’an de tenê li Bakur bi sed hezaran Kurd hatin qetilkirin. Li her çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd ji aliyê fîzîkî ve di bin gefa qirkirinê de ye. Dewleta Tirk a dagirker bi alîkariya hêzên modernîteya kapîtalîst jî, ji vê dema ku Şerê Cîhanê yê 3’yemîn lê diqewime sûd werdigire û dixwaze koka gelê Kurd biqedîne. Gelek pirsgirêkên cuda yên gelê Kurd hene. Lê pirsgirêka herî girîng, parastina hebûna xwe ye. Divê weke fîzîkî xwe û welatê xwe biparêze. Gelê Kurd niha neçarî koçberiyê tê kirin û bi polîtîkayên cur be cur Kurdistan ji mirovan tê xalîkirin. Mesele evane di çarçoveya polîtîkayên qirkirinê de, tên kirin. Gelê Kurd divê li dijî vê yekê li her qadê xwe biparêze.”
‘BI PÊNGAVÊ RE PARÊZNAME DI ASTA GERDÛNÎ DE TÊN NÎQAŞKIRIN’
Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker di destpêka axaftina xwe de berxwedana Abdullah Ocalan a li Îmraliyê silav kir û destnîşan kir ku bi pêngava “Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ya ku 10’ê Cotmeha 2023’yan hate destpêkirin, parêzname di asta gerdûnî de tên nîqaşkirin. Ozgur Şerker diyar kir ku piştî Komploya Navneteweyî, Ocalan berxwedaneke klasîk raber nekir û got: “Parêzname di heman demê de encama berxwedana mezin a Rêber Apo ya li Îmraliyê ne. Di paradîgmaya Rêber Apo de, meseleyên dewlet, demokrasî, siyasî, sosyolojî, jin û ciwanan bi berfirehî tên nirxandin. Helbet evane hemû mijarên girîng ên parêznameyan e.
Desthilatdar û hêzên kapîtalîst dema li Kurdistanê dinêrin petrolê dibînin, mirovên ku dixwazin kole bikin dibînin lê belê dema Rêbertî li Kurdistanê dinêre dergûşa xwe dibîne, dewlemendiya nirxên mirovahiyê dibîne, çavkaniya çandê dibîne. Dîsa desthilatdar dema li mirovekî dinêrin, mîna ku robot in nêz dibin, robot êdî bi hişê çêkirî li her derê ne, pêdivî bi mirovan nabînin. Mirovan ji mirovahiyê derdixînin. Lê belê Rêber Apo tam di pêvajoyeke ku di şexsê Kurdan de mirovahî dihat binpêkirin de, derketineke mezin kir. Îspata vê yekê ya herî mezin jî, parêzname ne. Parêznameyên bi hezar rûpelî…
Carinan em dibêjin têgihiştina parêznameyan pir zehmet e û carinan jî em dibêjin hêsan e, ne hêsan in û ne jî zehmet in. Rêber Apo bi hezaran rûpel nivîsand û ji bo nivîsandina van bi hezaran rûpelan bi deh hezaran rûpelan xwend û lêkolîn kir. Ji bîst hezarî zêdetir milîtan û însan perwerde kir. Yanî parêzname di encama van sentezan de ava bû. Ji ber vê yekê, pêwîste heta ji dest tê, em van parêznameyan bi awayekî kûr fêhm bikin. Ya girîng ew e ku em parêznameyan çiqasî kûr lêkolîn dikin. Nêrîn û cudahiyên ku Rêber Apo di parêznameyên xwe de anîne ziman, em çiqasî fêhm dikin, ev yek girîng e. Ji ber ku em çiqasî baş fêhm bikin, em ê ewqasî zû bigihêjin rastiyê.”
‘PARÊZNAMEYÊN RÊBERTÎ JI BO MIROVAHIYÊ DIBE RONAHÎ’
Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker, da zanîn ku ne tenê ji Kurdistan û Rojhilata Navîn ji 24 welatan ciwan tevlî konferansa ciwanan bûne û wiha got, “Di nîqaşên konferansê de, bi qasî ku me şopand hewldaneke mezin ji bo fêhmkirina nêrînên Rêber Apo heye. Li gelek welatan ciwan û jin qala Rêber Apo, fikir û paradîgmaya wî dikin. Ji Bakurê Efrîkayê heta Latîn Emerîkayê ev raman îro bandorê li hemû gelan dike. Em xwe bi vê têr nabînin, lê belê dijmin çi dike bila bike nikare zextê li hêza Rêbertî bike. Rêbertî îro di nava çar dîwaran de ye. Divê ciwanên Kurdistanê her roj odeya ku ji 3-6 metreyan pêk tê û cihê bêhndanê lê nîne jibîr neke. Li Îmraliyê her roj êrîşên psîkolojîk heye, şerê taybet heye, tiliyê hêzên navneteweyî di nav de heye, her roj li dijî Rêbertiya me zext û zilm heye.
Dijmin hawireke bi vî rengî ava kiriye. Hêza Rêber Apo di nava şert û mercên ewçend giran de derdikeve holê. Rêbertî zilm û zexta li Îmraliyê qebûl nekir. Ji bo Rêbertî dîwarên Îmraliyê ne tiştek e, weke kaxizek e. Hêza Rêber Apo îro li hemû cîhanê belav bûye. Îdeolojiya Rêbertî di encama hewldanên mezin de derket holê. Dijmin her tim dibêje PKK’ê li her derê ye, li Japonyayê, li Efrîkaya Başûr e. Dibêje, li ku derê bin divê em wan qedexe bikin. Di rastiyê de PKK’ê bi saya Rêber Apo belavî her deverê dibe. Û ev bi saya parêznameyên Rêbertî dibe. Dijmin dibîne ku hêzeke mezin a îdeolojîk heye. Ji ber ku li cîhanê hêza ramanê nemaye. Rêbertî ev rewş weke “Li gelemperiya cîhanê ehmeqiyek hizrî heye ” pênase kir. Sîstem mirovên ku mejî û dilê xwe perwerde nakin, ava dike. Parêznameyên Rêbertî li dijî vê yekê ji bo mirovahiyê dibe çavkaniya ronahî û azadiyê.
Û ev yek jî bala mirovan dikişîne. Ji ber vê yekê mirovên li Efrîka Başûr dibêjin ‘divê em konfederalîzma demokratîk li welatê xwe pêk bînin.’ Gava ku Katalanek parêznameyan dixwîne, dibêje ku ev fikrên min in jî, nirxên mirovahiyê li vir hene. Ji bo vê yekê jî dewleta Tirk tecrîda li ser Rêbertî girantir dike. Lê çi dikin bila bikin ew nikarin pêşî li îdeolojiya Rêbertî ku li hemû cîhanê belav dibe, bigirin. Her fikrek Rêber Apo manîfesto ye. Mirovê ku rast nêzîk bibe, dikare bibe şoreşgerekî pir xurt. Ji ber vê yekê, bi qasî ku dijmin ji Rêbertî ditirse, gel jî Rêbertî bi hezkirin, dilgermî û azweriyeke mezin hembêz dike. Em pêbawer in ku îdeolojiya Rêbertî wê roj bi roj bêhtir belav bibe. Bê guman di vir de erka herî sereke dikeve ser milên me.”
‘DI TÊKOŞÎNA AZADIYÊ DE ERKA HERÎ SEREKE DIKEVE SER MILÊ CIWAN Û JINAN’
Ozgur Şerker, destnîşan kir ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de erka herî sereke dikeve ser milê jin û ciwanan û wiha domand, “Tenê bi gotina ez Apoyî me, ciwan im têr nake. Ev yek bi qasî ji bo me derbasdar e, ji bo tevahiya ciwanên Kurdistanê jî derbasdar e. Ji ber ku mînaka ciwaniyê ya di nava PKK’ê de li tu devera cîhanê nîne. Ji dîrokê heta roja me ya îro, di nava ti tevgereke şoreşger de yan jî di têkoşîna gelên bindest de jin û ciwan weke pêşeng nehatine dîtin. Ev bi îdeolojiya Rêber Apo re derketiye holê. Îro li Tirkiyeyê gelek partiyên siyasî hene, bi saya Rêber Apo bi pêş ketine. Kotaya jin û ciwanan hatin diyarkirin. Rêbertî çiqasî di nava civaka Kurd de guhertin çêkiribe, di nava civaka Tirkiyeyê de jî guhertin çêkir. Ji bo vê jî divê em Kurd û ciwanên Kurdistanê vê baştir fêhm bikin û teqdîr bikin.
Rosa Lûxemburg, ji Lenîn re dibêje divê ciwan cuda cuda bên birêxistinkirin, lê Lenîn dibêje “Eger em şoreşê pêk bînin, wê pirsgirêka jin û ciwanan çareser bibe.” Rêbertî hişmendiyeke wiha ya şoreşê serûbinî kir. Mirov çiqasî têbikoşe, ewqas dibe şervan û layiqî Rêber Apo dibe. Hêza Rêber Apo ne tenê fikrên wî û bi hezaran rûpelên parêznameyên ku nivîsandiye ye. Hêza Rêbertî di heman demê de sekn, têkoşîn û berxwedana wî ye ku teslîmiyetê red dike. Niha hin mirov dibêjin faşîzm heye, em nikarin tiştekî bikin, divê em pasîf bim û xwe veşêrin. Lê belê Apoyîbûn li dijî zilm, zordarî û hemû êrîşên dijmin berxwedan dixwaze. Di roja me ya îro de mirov ji mirovahiyê dûr ketine.
Li Tirkiyeyê rojevek wiha heye ku mirov şerm dike lê temaşe bike. Rûyê kesî nîne ku bêje çi bi serê zaroka 8 salî hatiye kirin, bike. Ev yek çawa pêk hat, di encama çi de gihişt vê rewşê, encama kîjan zîhniyetê ye? Ev yek encama zîhniyeta bêeslbûnê ya AKP-MHP’ê, sîstemê, dewletê û 5 hezar salan e. Rêber Apo li hember vê alternatîfek pêş xist. Eger îro li dijî Rêbertî tecrîdek ewcend giran heye, yek ji sedeman jî ev e. Eger Rêbertî biaxiviya, her roj bikarîba destwerdanê bikira, kes wê nekarîba civakê bixapanda, xwe bifiroşe yan jî li ser mirovahiyê bazirganiyê bike. Ji ber vê yekê, weke ciwan divê em fikrên Rêbertî di jiyana xwe de bi cih bînin. Di vê pêvajoyê de, erka ku ji me tê xwestin ew e ku em di pêngava ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin de cih bigirin. Eger em vê bikin, em dikarin ji xwe re bêjin fedaiyên Rêber Apo.”