Zîlan Azak bi navê xwe yê din Sema Çewlîg…
Zîlan ku xwest di bedewî û wêrekiya Sema de xwe ji nû ve biafirîne, gava gihîşt çiyê di nava civata hevrêyan de bi hevala xwe ya zlarokatiyê dest bi rêwîtiya şoreşê kir. Sema û Seran bûn dilek û meşiyan; bi hev re westiyan, bi hev re kelecanî bûn, bi hev re tirsiyan, bi hev re wêrek bûn.
Sema ku li nava malbateke welatparêz mezin bû, dema ku dest bi xwendina li dibistana dewletê kir, êşkenceya bi destê dewletê dihate kirin dît, kiryarên bi serê bavê wê yê zindanîkirî dihate kirin dît, hingî nakokiyên wê destpê kir; ev nakokî zûdeyî ketibû nava dilê wê yê zarokatiyê. Di vê rêyê de diviyabû destpêkê nas bikira û xurt bibûya. Dema ku bi Seran re derket serê girên Çewlîgê, xewn û xeyalên xwe ji ezmanan re hiştibûn. Zanîbûn ku cihê wê xwe bigihînin ku der e û gava dema wê hat, xewn û xeyalên wan wê li heman cihî li benda wan bûna. Li dibistana navîn biryara xwe dan û dema ku hewl dan pêek bînin, destpêkê kifş bûn. Zanîbûn ku pêkanîna armanca xwe wê hinekî dewam bike, lê belê ti carî dest jê bernedan.
Bi gotina Şehîd Sema “Malbat di nava xwe de di rewşeke awarte de bû. Ji bo em rewşê aram bikin me yê mîna berê, mîna ku tiştek neqewimiye jiyana xwe û dibistana xwe dewam bikira” gava ku dema çûyîna zanîngehê hat, kete nava wê kelecanê ku êdî kare hîn bi hêsanî armanca xwe pêk bîne.
Sema û Seran ber bi xewn û xeyalên xwe ve gava destpêkê avêtin. ji bo demekê hewl dan hînî bajêr bibin û tevî ku xwendekarên zanîngehê bûn armanca wan cuda bû. Bi nêzîkatiyên xwe yên sempatîk û ruhê xwe yê azadiyê Sema û Seran derdorek ji xwe re ava kirin.
Carna li goşeyekê, carna li binê darekê nîqaş kirin. Di şerê bajêr de temaşekirina li zext û zilma dewleta Tirk a faşîst ew gelekî diêşand. Ji kûrahiyê ve hîs kirin ku dem hatiye li hemberî vê bêedaletiyê û zordariyê serî hildin. Têgihiştin ku çareya yekane jî hêviya li çiyê ye, lewma bi biryar bûn ku li dijî dijmin şer bikin. Sema û Seran ji bo armanca xwe pêk bînin li ser rêya heqîqetê ber bi jiyana azad ve meşiyan ku bi hesreta wê bûn. Di rêya şoreşê de cih û wezîfe guherî jî bin dilên Sema û Seran bi hev re lê didan. Gerîla Sema ev rewş bi vê gotinê pênase dikir:
“Em çiqasî dûrî hev jî bin yekbûna ruhê me timî Seran bi min da hîskirin. Niha dema vê dinivîsînim jî zanim ku nikarim dilsoziya me ya bi hev re nikarim vebêjim. Ji ber ku nizanim ku vegotina hezkirinê bi çi rengî nîşan bidim. Ya rast naxwazim Seran bişibînim kulîlka herî bedew, yan jî bedewiyên ku tê bîra mirovan. Ji ber ku naxwazim Seran bi vê şibandinê bi tenê bihêlim. Ew xwedî ken, kelecan, coş, bêhn, sekna xwe ye; Bi nivîsandin û jiyîna Seran dikarim vê bedewiyê vebêjim. Di navbera min û Seran de bihar hene. Belê hevrêtiya me mîna meha biharê bi nûbûnan tijî ye.”
Sema li ser gotina xwe ma û weke gerîlayeke YJA Starê li gelek deveran geriya, tevlî gelek karî bû: Botan, Metîna, Garê, Xakurkê. Gerîlatiya xwe ya destpêkê li Botanê kir, bi karê li Metînayê re hîn bêhtir xist pratîkê; li Garê ji aliyê rêxistinî ve xwe xurt kir. Ji bo bibe şervaneke hîn çalak li akademiya branşê bi xurtî tevlî têkoşîn û bîrdoziya Rêber Apo bû. Baweriya xwe pê hebû ku bi pîvanên jin a azad dikare bibe deng û parêzvana jinan ku her roj têne qetilkirin, bi hevrêyên xwe re timî di nava nîqaşê de bû, hewl dida hem xwe hem jî hevrêyên xwe bi pêş ve bibe. Bi huner û karkeriya xwe bal dikişand. Sema di her mijarê de nêrîna xwe hebû, ti carî bêçare nema, digot taybetmendiya herî mezin a leşkeriyê afirandina çareyê ye û li ser vê bingehê tevî bû. Herî dawî dema ku li Xakurkê hate wezîfedarkirin gelekî kêfxweş bûbû. Li Xakurkê weke gerîlayeke profesyonel di branşa xwe de tevlî çalakiyên cuda bû û hewl da bersivê bide pêvajoyê.
Herî dawî di payîza 2022’an de min Sema dît, di nava tabûra çekên giran de bû. Bedewî û zehmetiyên Xakurkê ew bi pêş ve biribû, xurt kiribû. Di branşa xwe de perwerde dida; diçû wezîfeyê, bi fedakarî nêzî jiyanê û hevrêyên xwe dibû. Bi baweriya ji xwe, bi hêza jinê tevlî çalakiyan dibû. Sema ku tevlî gelek çalakiyan bû, di çalakiyên bi hevrêyên xwe re derbên mezin li dijmin xistibû.