Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê girtina 2 rêyên sereke yên ber bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ve didomîne û rê nade sotemenî derbasî her du taxan bibe. Endamên hêzên hikumetê yên li ser bendên kontrolê heta çenteyên dibistanê yên zarokan jî kontrol dikin.
Di 6ˊê Cotmeha 2025ˊan de hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir. Ev bûyer, piştî ku hêzên hikumetê veguhêz tevahî rêyên ber bi her du taxan ve girtin pêk hat. Şêniyên her du taxan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva wan êrişan da. Dûre şandeyek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hikumeta veguhêz hevdîtin kir. Di hevdîtinê de li ser agirbestê û vekirina rêyan lihevkirin çêbûbû.
Lê hîna rêya deriyê Cizîrê û Telit Eşrefiyê girtî ne, li kêlek wê jî rêya Dêr Hafir-Helebê jî girtî ye.
Çavkaniyekî ji Meclisa Giştî ya herdu taxan diyar kir ku ji ber girtina rêyan û qedexeya derbasbûna sotemeniyê ji bo herdu taxan egera pêkhatina krîzên mezin zêde bûye.
Welatiyên ku ji bendên kontrolê derbas bûne, diyarkirin ku hêzên hikûmeta veguhez wan sekinandine, telefonên wan kontrol kirine û çanteyên zarokan jî lêgerane.