Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Riza Altûn ku di Kongreya 12’emîn a PKK’ê de şehadeta wî hate ragihandin, sala 2013’an di hevpeyvîneke xwe de rewşa Elewiyan nirxandibû.
Riza Altûn, der heqê pirsgirêka Elewiyan û nêzîkatiya PKK’ê li vê pirsgirêkê, ji rojnamevan Erdal Er re axivî. Altûn da xuyakirin ku PKK’ê ji damezrandina xwe û vir ve pirsgirêka Elewiyan mîna pirsgirêka Kurd weke sedema hebûna xwe dîtiye û ji bo mafên wan têkoşiyaye. Altûn ragihand ku di peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newrozê de ev rastî hatiye destnîşankirin û got, “Di manîfestoya li Newrozê de çarçoveyek hat danîn. Çarçoveyeke dorfireh a ji bo herkesî û li her qada jiyanê demokratîkbûyîn. Nêzîkatiya PKK’ê û Rêberê wê, ne tenê ji bo Elewiyan ji bo tevahiya cihê rengiyan wekhev, azadîperest û demokratîk e.”
Endamê Komîteya Siyasî ya PKK’ê Riza Altûn diyar kir ku pêvajoya hatiye destpêkirin ne tenê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û got, “Bi vê pêvajoyê re hewl tê dayîn, pirsgirêkên din ên dîrokî yên xetimîne li ser bingeha demokrasî, azadî û wekheviyê bên çareserkirin. Pêvajoya Çareseriya Demokratîk, demokratîkbûyîna tevahiya Tirkiyê ye. Ji ber vê yekê, ti cihêrengiyek li Tirkiyê li derve nayê hiştin. Elewî jî di nav vê de ye. Lewma gumana “em li derve tên hiştin” an jî “me tevlî nakin” şaş e. Bi dîtina min, divê herî zêde Elewî di pêvajoya çareseriyê de cih bigirin.”
Altûn da xuyakirin ku, PKK demokratîkbûyînê weke armanceke stratejîk datîne pêşiya xwe, lewma ti beşên civakê li derve nahêle. Altûn got, “Em pêvajoyê weke Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad bi nav dikin. Gava em çarçoveya pêvajoya çareseriyê destnîşan dikin jî, mafê hemû beşên civakê tê de bicih dikin. Ev ne bi tenê niyeteke, di heman demê de nêzîkatiyek îdeolojîk, polîtîk û pradîgmayî ye. PKK ne tenê nûnerê komekê ye, PKK nûnerê gelan û pîvanan e.”
Altûn bal kişand ser hewldanên ji bo perçekirina PKK’ê ji mêj ve dihatin kirin û got, “Berê hewl didan PKK’ê weke baskê “baz” û “kevokan” perçe bikin. Niha jî dibêjin “baskê Elewiyan”. Di nava PKK’ê de tiştekî bi vî rengî tineye. PKK cihekî jiyana azad e. Li nava PKK’ê herkes nîqaş dikin, nêrînên xwe diyar dikin. Lê rêxistinek bi navê PKK’ê û Rêberê wê heye, hebûneya wê ya rêxistinî heye. Ev rêxistinbûyîn li ser bingeha yekitiya nêrînan dimeşe. Eger li gorî dihat gotin baskên “baz”, “kevok” an “Elewî” hebûya, ne Rêbertî dikarîbû pêvajo bida destpêkirin û ne jî PKK ewçend di pêvajoyê de bi ser diket. Ev hemû xewna wan e.”
Riza Altûn bibîr xist, ku mîna wî gelek rêveber û şervanên Elewî di nava PKK’ê de hene û gelê ji Elewîtiyê jî piştgiriyeke xurt dide wan. Altûn got, “Em weke Elewiyên li nava partiyê di wê baweriyê de ne, ku herî zêde civaka Elewî dikare feydê bide pêvajoyê. Vê rastiyê diparêzin. Ji ber vê yekê, em ji herkesî bêtir piştgiriyê didin pêvajoyê û ji bo serketina wê dixebitin. Em weke Elewiyên li nava PKK’ê, li gel Rêberê xwe ne. Ne li qiraxên pêvajoyê, em di nava pêvajoyê de ne. Em di wê baweriyê de ne, ku pêvajoya çareseriyê li gel anîna demokrasiyê ji bo herkesî, wê herî zêde ji bo Elewiyan jî azadiyê bîne.”
Riza Altûn bal kişand ser nêzîkatiyên CHP’ê li civata Elewiyan û destnîşan kir ku rastiya CHP’ê ya li hemberî Elewiyan ew e ku Elewî înkar û asîmîle kiriye û ji komkujiyan derbas kiriye. Altûn di vê mijarê de got, “Dêrsim, Mereş, Çorûm, Sêwas û Gazî nîşaneya vê rastiyê ne. Vaye 2’ê Tîrmehê ye. CHP’ê hesabê Sêwasê da? Na neda. Mîna ku ew wê demê ne hevkarê deshilatdariyê bû, xwe li derve dihêle. Berpirsyarê komkujiya Sêwasê CHP ye. Niha radibe diçe tevlî merasîmên bîranînê dibe, dixwaze xwe paqij bike. Hewl dide berpirsyariyê biavêje ser milê hin kesên din. Di dewsa ku CHP Elewiyan bi hin tiştan bitirsîne, bila destpêkê hesabê komkujiya Sêwasê bide. Bila CHP bêje, li ser bingeha pîvana laîktiyê, wan ji bo Elewiyan çi kiriye?”
Altûn ragihand ku nêzîkatiya CHP’ê nêzîkatiyeke cihêkariyê ye û vê kevneşopiya xwe ji mêj ve dewam dike. Altûn diyar kir ku li Tirkiyê 2 argumanên bingehîn hene ku faşîzmê xwe sipartiye û got, “Yek jê nêrîna ‘Cihêkariya Kurd’ ya din jî “Tirsa ji Şerîatê’. Van herdu argumanan, CHP mîna berê niha jî gelekî baş bikar tîne. Netewdewleta jê re dibêjin Komar, li ser bingeha van herdu xeteriyan hat avakirin. Ev jî faşîzm bû. Argumanên CHP îro jî bikar tînin, heman tişt in. Çi dike? Bi tirsa wê şerîat bê, Elewiyan terbiye dike. Civata Tirk jî bi tirsa, Kurd wê welêt perçe bike, dixe rêzê. Van herdu mijaran veguherîne dijberiyeke civakî û hewl dide xwe li ser vê yekê bike hêz. Ji lewre, ez ji bo Elewiyên CHP’ê ji xwe re weke alternatîf dibînin re dibêjim; Divê alternatîfa polîtîkayên AKP’ê nebe CHP. Ji bûyerên qewimîne re derdikeve holê ku polîtîkayên herdu aliyan jî bi kêrî Elewiyan nayên.”
Riza Altûn bal kişand ser rewşa Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû jî û diyar kir, ku Kiliçdaroglû bi parastina nasnameya xwe ya Elewî û Kurd nehatiye ser serê CHP’ê û destnîşan kir ku berovacî, ji ber înkarkirin parastiye li wê kursiyê hatiye rûniştandin. Altûn diyar kir ku CHP’ê xeta xwe neguhertiye û got, “Li gorî şert û mercên hatine guhertin, bi tenê gotina xwe guhertiye. Ji ber ku cewhera wê neguheriye, divê mirov zêde tiştan jê hêvî nekin. Pêwîste mirov rewşa Kiliçdaroglû ya li nva partiyê jî, di warê siyasî de zêde rewşeke cûda nebînin.
Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd em behsa destûra bingehîn dikin, lê Kiliçdaroglû li dijî guhertina maddeyên destpêkê yên destûra bingehîn derdikeve ku, ev madde çavkaniya pirsgirêkan e. Eger em li gorî helwesta Kiliçdaroglû tevbigerin, gelo Tirkiye wê bi çi rengî demokratîk bibe, pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Elewî wê çawa çareser bibe? Eger bi vî rengî dewam bike, Kurd, Elewî wê bi çi rengî xwe di destûra bingehîn a nû de bînin ziman? Tevî ku Kiliçdaroglû Kurd û Elewiye jî, dixwaze înkarkirina xwe bi destûra bingehîn ewle bike.”