Çarşem, 5 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partiyê pêşnûmeya “Qanûna Çarçoveyê” îmze kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    AKP: Pêşnûmeya ‘Qanûna Çarçoveyê’ wê îro teqez pêşkêşî Meclîsê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li pêşiya avahiya NY a li Hewlêrê dawî li jiyana xwe anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Devlet Bahçelî: Divê ‘mafê hêviyê’ yê Ocalan bê naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna têkildarî şaredariyên Avcilar û Îzmîrê: 15 binçavkirî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kiliç: Girêdaniya bi madeyê pirsgirêka civakê ye ne tenê ya malbatan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Wargeha Mexmûrê di salvegera 12’emîn de êrişên DAÎŞ’ê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Tenduristiyê ya Mexmûrê: ‘Tenduristiya Rêber Apo tenduristiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga li dijî darvekirinan: Nerazîbûn têrê nake, gav divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bîranîna Şengalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna li Şengalê bi dawî bû: Xweseriya Şengalê biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Li Şengalê edalet pêk nehatiye, divê statuya gelê Êzidî were misogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nûçeya Gulistan Doku derbarê rojnamevan Zîlan Azad lêpirsîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    REPAK: Têkoşîna jinên Êzîdî wê azadiyê misoger bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Em ê bibin îradeya gelê xwe yê Êzidî yê berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > Rizîna pergala Tirkiyeyê û Bendava Tişrînê
Gotar

Rizîna pergala Tirkiyeyê û Bendava Tişrînê

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin
  • Li hemberî vê rizîna ku li ser me ferz dikin, tişta ji me re divê ruhê berxwedaniya Bendava Tişrînê ye. Bendava Tişrîn li Rojavayê Kurdistanê ye lê ruhê ku di berxwedaniya Tişrînê de pêk hat, hêviya 4 perçe Kurdistanê ye. 

Ev demeke hewil didim heftane ji vê rojnameya hêja re binivîsim, li gorî vê mijara xwe ya heftane hildibijêrim, gotina xwe derbarê mijarê de tînim ser ziman û vê yekê bi hestekî giran ya ku demê xwendekar ji bo çend deqeyan be jî bi gotina xwe mijûl dikim parve bikim. Li gorî vê bi taybetî vê hefteyê dema ku li mijara nivîsa xwe difikirîm bi rastî min zehmetiyekê jiyan kir. Ji ber ku him di asta dinê de û him jî di çarçoweya Kurdistanê de bûyer, şer, berxwedanî, guhertinên siyasî û leşkeri qewimîn. Di dinê de çavê hemû aliyan li guhertina serokatiya Emerîka bû kû hemû aliyan bandora vê guhertinê ji bo xwe hewil didan ku hesap bikin. Li aliyekî din li Tirkiye û li tevahî Kurdistanê bendewariya didara heyeta Îmrali ya bi Rêber APO re bû, lê beriya vê dîdarê di encama şewateke sosret, li Tirkiye 78 kesan jiyana xwe ji dest da. Hê germahî û bêhna vê şewatê derbas nebibû lê vê carê jî li navçeyeke din a Tirkiye, avahiyek hilweşiya. Çawaniya mirinên bi sosret ji bo dîtina halê rizî yên pergala dewleta tirk hêjayê vegotinê ye.

Pergala Tirkiye riziye. Ev diyarde encameke kurt û cewherî ji rastiya Tirkiye ye. Pergalek (ku ev pergal dewleta Tirk e), hebûna xwe li ser esasê tunekirina hebûneke din (ku ev jî gelê Kurd e) dixwaze ava bike. Vê bi rê û rêbazên herî dijwar, ji derveyî exlaq û ji derveyî dahatûyeke avadan xwest pêk bîne. Lê ev bêexlaqî û bêwicdanî beriya her tiştî gelê Tirk bi xwe rizand. Kîn û nefreta li hemberî gelê Kurd her cure gendelî, bêexlaqî û talanê ji bo xwe rewa kir. Ev yek jî weke nexweşiyeke şewbê di nav gelê Tirk de belav bû. Bi rizîna pergalê civaka Tirkiye jî riziya. Encama vê rizînê rojane bi bûyerên sosret derdikevin pêşberî me. Şewatên otelan, hilweşina avahiyan, kuştina jin û zarokan, xwekuştina ciwanan, hejariya piraniya gel û hwd. weke encama vê rizînê ne. 

Helbet armanca pergalê an go ya dewletê beriya her tiştî dixwest vê şewba rizînê, bi armanca dûrxistina ji hebûneke bi rûmet, di nav gelê me de belav bike. Heta astekê dikare bê gotin ku vê rizînê bi rastî belav kir jî. Bi pere, bi girtin, bi madeyên hişbir, bi destdirêjî, bi sîxûrkirin û bi hezar û yek rêbazên cûrbecûr hewil da vê rizînê pêk bîne. Xeteriya herî mezin a di nav gel de ev rizîn bû. Ji ber tê zanîn, rizîn xirabûne, ji cewherê xwe dûrketine, bêhêvîbûne, bêhêzî û xwe nenaskirine.  

Di vê kêliya herî kurt a dîrokê de li hemberî vê rizînê, tişta ji me re divê xweparastina hişmendî û berxwedaniya parastina hebûn, nasname û dahatûya bi rûmet e. Û ew jî îro li Bendava Tişrînê rojane bi awayê herî lehengane tê li darxistin. Li hemberî vê rizîna ku li ser me ferz dikin, tişta ji me re divê ruhê berxwedaniya Bendava Tişrînê ye. Bendava Tişrîn li Rojavayê Kurdistanê ye lê ruhê ku di berxwedaniya Tişrînê de pêk hat, hêviya 4 perçe Kurdistanê ye. 

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (257)
Nûçeya Pişt re Trump wê zexta bi baca gumrukê li Çînê neke!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şikakî: Pêngava 15’ê Tebaxê moral da gel

Abdullah Şikakî anî ziman ku 15'ê Tebaxê baweriya gel a bi kadroyên PKK'ê xurt kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Di êrîşa Îsraîlê de rayedarê payebilind ê El Fetih mir

Hate ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser Sayda ya li başûrê Lubnanê de,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kanadayê qanûna koçberiyê tund dibe

Li Kanadayê pêşnûme qanûna C-12 a hikûmeta Lîberal, mafên koçberan paş xistiye. Parêzvanên mafên mirovan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojhilata Navîn bi çi dikeve sala nû?

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Rûsya û Rêxistina Dewletên Tirkîaxêv

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?