Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî wê li Meclîsê bi civîneke çapemeniyê bûyerên di rojevê de ne binirxîne.
Li Qamişloyê wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji aliyê Înîsiyatîfa Gel a Qamişloyê ve meşek bê lidarxistin.
Ziwatiya dîrokî ya li Îranê bandora herî hilweşîner li Rojhilatê Kurdistanê û tejaneya Gola Ûrmiyê dike. Raporên navneteweyî nîşan didin ku ziwabûna çavkaniyên avê, hilweşîna çandiniyê, bahoza xwê û zexta koçberiyê li herêmê gihîştiye asteke krîtîk.
Li hemberî sererastkirina Çarçoveya Pêkanîna Dîjîtal a ku li Yekîtiya Ewropayê hate amadekirin, 127 saziyên civakî yên sivîl bi daxuyaniyeke hevpar hişyarî dan ku mafên dîjîtal ên qezençkirî dibe ku ji holê bêne rakirin.

