Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkûn Parlak anî ziman ku di encama hilbijartinên xwecihî de bingeha jinûve birêxistinbûnê hatiye afirandin û got, di dema pêş de pêwîstî bi têkoşîneke hevpar heye.
Hevserokên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari wê li ser destûra bingehîn a nû û bûyerên di rojevê de ne serdana CHP’ê bikin.
Kawa Dêrik ku sala 1992’an tevlî nava refên gerîla bû û beşdarî şerê ji ber êrîşa PDK’ê bû, bang li PDK’ê kir ku dest ji xiyanetê berde.
Dayika sê zarokan Leyla Mûrad li gundê Pino li refên herî pêş tevlî berxwedana li dijî çeteyan bû û di rizgarkirina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de bi roleke mezin rabû.
Endama PAJK’ê Viyan Leyla destnîşan kir ku cihêbûna bêdawî tê wateya qutbûna ji sîstema serweriya mêr û got, divê jin xwe ji malbatê, medyayê, saziya zewacê, akademiyê, leşkeriyê û dibistanên dewletê rizgar bikin.