Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Profesorê hiqûqa navneteweyî Norman Peach got, rewşa ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de ye û bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin li dijî hiqûqa navneteweyî ye.
Endamê Komîteya Ciwanan a PKK’ê Ozgur Şerker anî ziman ku yekane rêya berxwedana li dijî faşîzmê çalakî ye û got, “Em tenê qala çalakiyên li kolanan nakin, perwerde jî, rêxistinî jî çalakiyeke. Ev hemû xizmetê ji çalakiyên hîn mezin re dike.”
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn diyar kir ku wê li Kurdistanê rê nedin qeyûman û got, “Em qeyûman nas nakin, em ê nas nekin.”
DEM Partî wê bi beşdariya Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir li Amedê li dijî desteserkirina îradeyê meşekê lidar bixe.
Şîrîn Mihemed a 23 salî bi rojnamevanî û hunermendiya xwe rastiya civakê nîşan dide û xizmetê ji Şoreşa Rojava re dike.
Çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî desteserkirina îradeyê ya li Colemêrg û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.