Çarşem, 19 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 19’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Yekane krîtera rêveçûna pêvajoyê nêzîkatiya li Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyon di 21’ê Mijdarê de bi rojeva serdana Rêber Apo bicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gel, gotinên serokatiya MHP’ê û helwesta AKP’ê ji hev cuda dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna 17’emîn a komîsyona li Meclîsê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê komîsyon bi wêrekî biryarê bide, qanûna derbasbûnê zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîdên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li bajarên cuda ên Rojhilatê Kurdistanê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê heta niha 74 gorên komî hatin vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şervana YPJ’ê teziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şengalê li ser sindoqan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Kurd û komek Tirkmen bi hev ketin: 2 polîs mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê milîtanên Apoyî yên fedaî bi hurmetî bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li gelek bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê: ‘Em ê bi hev re tundiyê rawestînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Hevşaredara Cizîrê ya berê Bêrîvan Kûtlû hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em bi xurtî tevlî çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayten Kaplan: Ji bo jineke din ji nava me kêm nebe em ê li qadan bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan avêtin ser pêşangeha 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi destê dayîkan domandina çanda dêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Hunerê derket: Şehîdên hunerê û komun

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şerker: Çalakî rêya yekane ya berxwedana li dijî faşîzmê ye
Kurdistan

Şerker: Çalakî rêya yekane ya berxwedana li dijî faşîzmê ye

Endamê Komîteya Ciwanan a PKK'ê Ozgur Şerker anî ziman ku yekane rêya berxwedana li dijî faşîzmê çalakî ye û got, "Em tenê qala çalakiyên li kolanan nakin, perwerde jî, rêxistinî jî çalakiyeke. Ev hemû xizmetê ji çalakiyên hîn mezin re dike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Endamê Komîteya Ciwanan a PKK’ê Ozgur Şerker li ser rewşa ciwanên Kurdistanê ji Stêrk TV re axivî.

Şerker anî ziman ku dewleta Tirk teknolojiyê bi rengekî zirav bi kar tîne, ji bo civakê ji pirsgirêkên civakî dûr bixîne, ji bo weke robotekî lê bike û tehmê ji tiştekî wernegire tekonolojiyê bi kar tîne.

Ozgur Şerker got, “Divê ciwanên ku teknîkê bi kar tîne ji xwe re vê pirsê bike; gelo ev teknîk bi kêrî çi tê, ez wê bi kar tînim, an ew min bi kar tîne. Eger tenê ji bo aliyên xwe yên kêrhatî hatibûya bikaranîn cîhan nediket vê halî. Lê belê krîzên li cîhanê ji aliyê her kesî ve tê dîtin. Ciwanekî 20-25 salî ji gelek aliyan ve nezan e, eger hûn bihêle dibe ku bi tena serê xwe nikaribe bijî. Eger vê teknîkê ciwan xistibe vî halî divê ciwan vê yekê ji xwe bipirsin; ev teknîk min çiqasî azad dike, ez çiqasî azad dibim, divê li ser min serwer nebe, divê ez nebim koleyê van amûran. Bi rastî jî eger ez ê azad bim divê bi xwe biryarê bidim bê çi bi kar bînim, divê destûrê nedim ku ev amûr min bi rê ve bibe.”

Ozgur Şerker bal kişand ser polîtîkayên taybet ên dewleta Tirk a mêtinger qirker ên li ser ciwanên li Kurdistanê û got, “Dewleta Tirk li dijî jin, ciwan, gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê timî polîtîkayên şerê taybet dimeşîne. Dewleta Tirk ji avabûnê û vir ve bi vî rengî ye, Rêber Apo ev rastî bi kûrahî nîşan da, teşhîr kir. Dijmin van polîtîkayan herî zêde li ser ciwanên Kurdistanê bi kar tîne. Qaşo bi rêya spor, çand û festîvalan vê dike. Sîstema kapîtalîst jî vê dike, êrîşa herî giran jî li qada çandê dike. Kurdekî azad ti carî weke Kurdekî noker nabe, ti carî xwedî heman çandê nabe. Fikrê faşîzm û sosyalîzmê ti carî nabe yek. Ji ber vê yekê nêzîkatiyên dewletan pêkanîna asîmîlasyonê ye, rizandina civakê ye.”

Di dewama axaftina xwe de Şerker anî ziman ku têkoşîna ciwanên li Bakurê Kurdistanê rehê esasî yê şoreşa wan e û got, “Bayê têkoşîna li Bakur di nava têkoşîna me de vediguhere bahozê. Bandoreke xwe ya bi vî rengî heye, ji ber ku koka têkoşîna me li wê derê ye. Ciwanên li Bakur divê xwe tenê weke ciwanên Bakur nebînin. Divê xwe weke ciwanên çar parçeyên Kurdistanê bibînin û bi vê berpirsyariyê têbikoşin. Serhildana li hilbijartinên li Bakur, li Wanê û bajarên din ên Kurdistanê rêbazeke nû ya serhildanê bû. Jin û ciwanên Kurdistanê pêşengî ji vê yekê re kirin. Ev yek ne tenê têkildarî hilbijartinê ye, çend sal in berxwedanek li Kurdistanê heye. Dayikên me bi salan e li gel şert û mercan, li gel bêderfetiyan bi hêza xwe li ber xwe didin. Li zindanan berxwedan heye, gerîlayên Kurdistanê 24 saetan bêeman li ber xwe didin. Têkoşîn di encama vê danheviyê de pêk hat.

Bêguman berxwedan ne di asta tê xwestin de ye, lê belê careke din diyar bû ku dema bê xwestin dikare bigihêje wê astê. Wan, Şirnex, Colemêrg, Gever nîşaneya vê yekê ye. Lê belê dema ku mirov bala xwe didin ser êrişên dijmin, ciwanên li Bakur di rewşeke cihê rexneyê de ne. Ji ber ku yekane rêya li dijî dewleta Tirk a faşîst têkoşîn e, ew jî çalakî ye. Li hemberî faşîzmê rêbazeke din nîne. Em tenê qala çalakiyên li kolanan nakin, perwerde jî çalakiyeke, rêxistinî jî çalakiyeke, ev hemû xizmetê ji çalakiyên hîn mezintir re dikin. Tenê nasnameyek ciwanên Apoyî heye, ew jî çalakî ye. Lê belê em nikarin bibêjin ku her tişt çalakî ye. Ajotina bîsîkletê çalakî nîne, meşa 5-10 kesan çalakî nîne, lidarxistina tûrnûvayê çalakî nîne. Ev dibe ku kar bin, kes tiştekî ji vê re nabêje lê belê çalakî nîne. Divê ciwanên Bakur lêkolîn bikin, bê ciwanan dema derbasbûyî çalakiyên çawa dikirin. Mîna niha wê demê jî faşîzm hebû. Yên ku ji xwe re dibêjin ciwanên Apoyî ne divê rêbazên ciwanên Bakur û Tirkiyeyê di ber çavan re derbas bikin. Li Wanê eşkere bû ku hêza xwe heye, li Şirnexê gelê me dev û bêvila tecawizkaran şikand. Ev îrade, ev hêz heye.”

Şerker işaret bi girîngiya parastina Şoreşa Rojava kir û got, “Dewleta Tirk di çarçoveya planên xwe yên tasfiye û îmhayê de êrişên hovane dibe ser Rojava. Bi rêbazên zexel û zirav êrişî Şoreşa Rojava dike. Dixwaze Şoreşa Rojava bê çand, bê ruh bihêle. Em karên ciwanên li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi baldarî dişopînin. Ji ber ku asta ciwanan çi be asta şoreşê jî ew e.

Lewma divê em Şoreşa Rojava mezin bikin. Divê em bi rêbaza Rêber Apo tevbigerin. Paradîgmaya Rêber Apo herî zêde li Rojava dikare bikeve meriyetê. Ciwanên Rojava divê vê yekê ji xwe re weke wezîfeya bingehîn bibînin. Rêber Apo wezîfeya pêşengiya şoreşê da me û pêşengî jî tê wê wateyê ku xwe ji her tiştî berpirsyar bibîne. Ciwanên Rojava divê ji derve hêviya tiştekî neke, cîhaneke bi vî rengî nîne. Divê em bi hêz û îdeolojiya xwe bawer bin. Bi dîtina min di konferansan de wê vê yekê binirxînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Bi pênûs û dengê xwe xizmetê ji şoreşê re dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nîkaragua têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Îsraîlê re qut dike

Alîkara Serokdewletê Nîkaraguayê diyar kir ku hiukmeta Daniel Ortega ji ber şerê li Xezeyê rexneyê…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Divê demildest der barê Îmraliyê de daxuyanî bê dayîn

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku li Îmraliyê sûcê mirovahiyê tê kirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: Desthilatdariya AKP-MHP’ê li Licikê du komkujî pêk anîn

KCK: "Li Licikê ne tenê 9 giyan di bin kavilan de man, ev karesat di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şehîdên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li bajarên cuda ên Rojhilatê Kurdistanê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şengalê heta niha 74 gorên komî hatin vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo şervana YPJ’ê teziye hat danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xelkê Şengalê li ser sindoqan e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?