Çarşem, 18 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dadgeha Iraqê biryara girtina Partiya Ciwanên Êzidî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: Divê girtiyên nexweş derhal bêne berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dr. Korkmaz: Tirkiye ji ber tifaqên leşkerî dikare berdêlên giran bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsyariya dîrokî ya Elewiyan ew e ku bibin kirdeya civakî ya aştiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK: Em operasyonên li dijî endamên HEVBENDÎ şermezar dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abdananê zêdetirî 3 hezar kes mirinên karkeran protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi topên hewanê êrîşî Qendilê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya Adsoy hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya YRK’ê de 2 Muxafizên Şoreşê hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Şehîdên Merîwanê bûn rêberê siberoja azad

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Parêzera Evîn Zapsu: Êşa wê giran e, divê bi lez bê dermankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Karê ne ewle û keda bê bersiv xizaniya jinê mezin dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê di sala 2025’an de 285 hezar kes rastî tundiya hevjînan hatin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kirmanşanê bavek keça xwe ya 16 salî qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên 25’ê Mijdarê yên li Rojava: Jin divê bi qanûnî bên parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rojnamegerên tên darizandin li pêşiya Edliyeya Stenbolê daxuyanî dan
Rojane

Rojnamegerên tên darizandin li pêşiya Edliyeya Stenbolê daxuyanî dan

Rojnamegerên ku ji ber protestokirina qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cihan Bîlgîn tên darizandin li pêşiya Edliyeya Stenbolê daxuyanî dan û wiha gotin: " Em ê bibin ziman û çalakiya heqîqetê û em ê parastina rûmeta rojnamegeriyê bidomînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Danişîna doza ku der barê 10 rojnameger, 2 siyasetmedar û 2 ciwanên ku qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn protesto kirin, pêk hat. Endamên Cemiyeta Rojnamegerên Dicle Firat (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî-Çapxaneyê (Basin-Îş), her wiha gelek rojnameger piştî danîşîna dozê li ber Edliyeya Stenbolê amade bûn.

Yek ji rojnamegeran Mahsûm Saglam axivî û wiha got: “Ji ber bûyerên di rojên dawî de li Tirkiyeyê qewimîn, hejmareke zêde rojnameger hatin binçavkirin û girtin. Weke rojnameger em van zextan şermezar dikin. Em dizanin ku pirsgirêka li Tirkiyeyê bi pirsgirêka Kurd re têkildar e. Em van gefên darazê qebûl nakin. Em îro bi pêkanînên ku rojnamegeriyê lêpirsîn dikin re rû bi rû ne. Îdîa dikin ku Nazim û Cîhan rojnameger nîn in. Em şahidên ku ev hevalên rojnameger in. Ev hevalên me dema xebatên xwe yên rojnamevaniyê dimeşandin hatin qetilkirin. Em ji vir Cihan û Nazim bi bîr tînin. Em ê her bibin ziman û çalakiya heqîqetê.”

Piştre Endamê Desteya Basin-Îş’ê ya DÎSK’ê Îzel Sezer axivî û wiha got: “Îro darizandinek pêk nehat. Hevalên me yên rojnameger û hevalên me yên parêzer li salona dadgehê rastî helwesteke êrîşkar hatin. Rejîma qesrê ji bo gel bêdeng bike rojnamegeran qetil dike. Rêya herî lezgîn a desthilatdariyê ev e. Duh roja jidayikbûna Metîn Goktepe bû. Ji ber ku dixwest rastiyan bigihîne civakê hat qetilkirin. Em îro şahidên rojnamegeriya hemû hevalên xwe yên rojnameger ên li vir tên darizandin in. Dema em piştgiriyê bidin, em dikarin gefên daraza hikûmetê bişikînin.”

 Rojnameger Dîren Yûrtsever a li ser navê MKG’ê axivî diyar kir ku mafê her kesî yê raporê heye û wiha got: “Çapemeniya Azad ji ber ku azadiya fikir û ramanê diparêze li vir e. Bi taybetî di şer û pevçûnan de pêşî rojnamevan tên hedef tên girtin. Rojnameger an tên kuştin, tên binçavkirin an jî tên girtin. Bîranîna rojnamegerên hatine qetilkirin ne sûc e. Em şahidên rojnamegeriya Nazim û Cîhan in. Ji niha û pê ve jî em ê li dijî kesên ku rojnamegeran darizînin bi hêztir rawestin. Eger li cihekî çapemenî azad nebe, kes ne azad e. Em ji bo tundiya li ser rojnamegeran derxin holê li vir in. Em ê bîranîna hevalên xwe yên rojnameger ên hatine qetilkirin bidomînin. Em ê parastina rûmeta rojnamegeriyê bidomînin.”

Daxuyanî bi dirûşmên; ‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin’ û ‘Nazim û Cîhan rûmeta me ne’ bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 2 girtiyên din jî piştî 32 salan hatin berdan
Nûçeya Pişt re Siyasetmedar û nivîskar Îbrahîm Sûngûr jiyana xwe ji dest da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dewleta Tirk li ser rêya Qamişlo-Amûdê 2 kes qetil kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ragihand ku di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kobanê wesayîtek hat bombebaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker li navenda Kobanê wesayîtek bombebaran kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Malbata Hemîd Huseyîn ê cezayê darvekirinê lê hatî birîn, di çalakiyê de ye

Malbata siyasetmedarê Kurd Hemîd Huseyîn Nejad ji bo bidawîkirina cezayê îdamê, 3 roj in li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dadgeha Iraqê biryara girtina Partiya Ciwanên Êzidî da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên Apoyî: Divê girtiyên nexweş derhal bêne berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dr. Korkmaz: Tirkiye ji ber tifaqên leşkerî dikare berdêlên giran bide

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Berpirsyariya dîrokî ya Elewiyan ew e ku bibin kirdeya civakî ya aştiyê’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?