Çarşem, 22 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurtulmuş: Em ê beriya ku Meclîs bikeve betlaneyê, vesazkirinê bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saratovê bîranîna Şoreşa 19’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êrîş bir ser meşa karkeran: 2 sendîkavan hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tataroglû: Dixwazin kekê min Hasan Basrî Yildiz bi tecrîdê bikujin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dogû Ergîl: Qanûna çarçoveyê divê nasname, ziman û îradeya xwecihî ewle bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi mûşekan êrîșî Kampa Dola Alane hat kirin: 4 kes birindar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roket li gundekî Helebceyê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di destê wan de dar û nobetê digirin: Em ê siberoja xwe biparêzin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Şehîd Soran Mame Heme ji Îlham Ehmed re hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrişî Hewlêrê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di dema desthilatdariya AKP’ê de komkujî û dijberiya li jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê banga mezinkirina kampanyaya rêxistinên jin ên Êzidî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê girtîgeh, sirgûn û qemçiyê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendeke jin ji aliyê Îranê ve hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partî: Şoreşa Jinan a Rojava 14 sal in çavkaniya îlhamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > Rûyê şoreşa jinê ya herdem
Gotar

Rûyê şoreşa jinê ya herdem

Kurdistan LEZGIYEVA
Kurdistan LEZGIYEVA Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Kurdistan LEZGIYEVA
Parvekirin

Hêza çîrokbêjiyê ne her gav rasterast lê bi awayên cuda bandorê li mirovan dike. Çîrokbêjî bêguman xwedan hêz û bandora biryarên siyasî, qanûnî yan jî aborî nîne, lê di demên dirêj de ew pir girîng e, ji ber ku ew pergala nirxê ya ku civak li ser bingehê wê hatiye avakirin, nîşan dide û dikare veguherîne. Ev yek bi taybetî ji bo zarokan girîng e, ji ber ku dîtina wan a cîhanê, di nav tiştên din de bi çîrokên ku ew li wan guhdarî dikin û dixwînin, çêdibe. Gava ku ew karakterekî nas dikin, astengiyên ku karakter pê re rû bi rû dimînin, dinirxînin. Çîrok teşwîq dike bipêşketina pejirandin û empatiyê û her weha hişmendî û têgihîştinê jî. Pêwîst e di cîvaka kurd de her dê û bav çîrok û serpêhatîyên lehengên xwe nas bike û ji zarokên xwe re vebêje. Ji ber tiştên ku em vebêjin, wê paşeroja wî nifşî dîyar bike.

Têgeha “demokrasî” di van deman de pirr populer bû. Her kesî bi qasî ku ji destê wê/wî dihat ew bi kar dianî. Yek ji wan welatan jî Fransa bû.  Di 9’ê Çileyê 2013’an de Kolana La Fayette ya Parîsê bi girseya rojnamevan û welatiyên bi heyecan tijî bû. Nûçeya qetilkirina hovane ya sê jinên Kurd ên li ofîsa Navenda Agahdarkirinê ya Kurdistanê di cih de li medyaya cîhanê belav bû. Raya giştî ya hêrsbûyî ji bo bûyerê îzahat xwest. Weşanên cûrbecûr, ku raza bûyeran vedibêjin, bûyera ku qewimî, belav kirin. Ajansa antî-terorê û ekîbên polêsên krîmînal ên ku ji bo lêkolînê rayedar in, diyar kirin ku “ew tu versiyonan ji holê ranakin.” Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Manuel Valls, çû cihê sûc û bûyer weke “înfazeke eşkere” bi nav kir. Piştre jî rayedarên Fransayê qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi awayekî fermî eşkere kirin.

Ji bo gelê Kurd sedema komkujîyê zelal bû. Komkujî dewama komploya navneteweyî bû. Sala 1999 û 2013’an. Di encama komploya navneteweyî de dîlgirtina Rêber Apo, tecrîda girankirî li ser Rêber Apo, êrişên li ser Rojava, Şengal, gerîla, gel û komkujîya li Parîsê ji hev cuda nebûn. Hêzên komploger bi girtina Rêber Apo xwestin tekoşîna azadîyê tesfiye bikin, lê dema ku bi ser neketin dest bi komkujîya pêşeng û nirxên gelê Kurd kirin. Li her derê girtin, çewisandin, kuştin û bi taybetî jî jin bûn hedefa wan a yekemîn. Ji ber ku jinan pêşengîya meşa heqîqetê dikir, loma bûn hêrs û tirsa dagirker, faşist û zilimkaran. Heger her Kurd di wê heqîqetê bigihîje ku kuştina her jinê kuştina jiyan û komkujiya gelekî ye, Sakîne, Fîdan, Leyla, Evîn, Nagîhan û Rihan wê nemirin.

Belê, hevala nemir Sakîne Cansiz ango Sara. Jina leheng ku her jîyana wê şer û tekoşîn bû. Tekoşîna li hember hebûnê, li hember hişmendiya baviksalarî, li hember dagirkerî û zilmê û ya herî pîroz jî tekoşîna ji bo nasnameya jina azad bû. Sakîne Cansiz yek ji damezrînerên tevgera azadîya Kurd e. Sembola berxwedana jinan a herî mezin e. Têkoşîna leheng a ronî, fedakar a li çiyayên Kurdistanê bi hezkirin û rêzdariya gelekî hat xelatkirin. Tekoşîna wê ya ji bo bipêşxistina siyaset, dîplomasî û mafên mirovan a Kurd, ji aliyê gelek saziyên giştî yên cîhanê ve hatine naskirin. Sakîne Cansiz bûye rûyê şoreşa jinê ya demên nû. Ji bo jinên Kurd semboleke nemir a azadiyê ye. Bi wê re serketina aktîvîzmê gihîşt asta herî bilind: çalakiyên jinên Kurd di nav derdorên berfireh ên civaka navneteweyî de navdar bûn. Sakîne Cansiz di destpêka avabûna yek ji tevgerên jinan ên herî mezin û bi bandor ên sedsala 20’an de cih girt.

Sakîne Cansiz di bîranîna gel de wê her dem weke jineke ku ji derfetên xwe derketiye, bimîne. Jineke ku di jiyana xwe de bû efsane. Jineke ku nifşên paşerojê wê esilzadebûna wê hîn bibin û wê weke mînak bibînin. Sakîne Cansiz bilindahiyên bêhempa bi dest xistin, lê sadebûn, nefsbiçûkî û daxwaza xwe ya parastina heqîqetê, ji dest neda. Bi hezaran dayikan navê wê li keçên xwe kir, bi hezaran şervanan da ser şopa wê. Lehenga mezin, şoreşger, şervan. Keça delal a Dêrsimê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Kurdistan LEZGIYEVA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Luqman GULDIVÊ Dengêniya bêdengiya beramberî zilmê
Nûçeya Pişt re Seevan SAEED Azadî û Nan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şerê Ûkraynayê: Di rojekê de 186 caran şer qewimî

Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Ûkraynayê ragihand ku li dijî Rûsyayê di 24 saetên…

Ji aliyê Stêrk TV

Xizmên windayan ji bo Tosun û Însel hatin ba hev

Endamên ÎHD’ê û xizmên windayan ji bo Fehmî Tosun û Şehmus Însel hatin ba hev.

Ji aliyê Stêrk TV

Bi ferzkirina wesayîta rîngê ya tîpa qefesê mafê dermankirina girtiyan tê astengkirin

Wasiya girtiyê bi navê Alî Gulmez, Sevîm Kalman diyar kir ku Yilmaz ji ber ferzkirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojhilata Navîn bi çi dikeve sala nû?

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Rûsya û Rêxistina Dewletên Tirkîaxêv

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?