Rojnamevan Demhat Tolhildan anî ziman ku berxwedana li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê nîşan da ku bi biryar in, planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk têk bibin.
Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê ji 8’ê Kanûnê û vir ve dibin hedefa êrîşên artêşa Tirk û komên wê yên çete SMO’yê. Pêvajoya şer a nû ku 27’ê Mijdara 2023’an bi êrîşa HTŞ û hevalbendên wê ya li ser Helebê destpê kir, bû sedem ku dewleta Tirk hewldanên xwe yên ji bo dagirkirina herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bike. Ji rojnamevanên li herêmê Demhat Tolhildan li ser bûyeran ji ANF’ê re axivî.
Destpêkê qala girîngiya herêmê kir û got, “Bendava Tişrînê ji aliyê av û elektrîka herêmê ve di asteke krîtîk de girîng e. Pira Qereqozaxê jî ji ber ku li ser rêya M4 cihekî derbasbûna rêya bazirganiyê ye, nuqteyeke stratejîk e. Bi kontrolkirina van herdu herêman re hem rojhilat hem jî rojavayê Firatê dikarin bêne kontrolkirin. Dewleta Tirk di çarçoveya van armancan de plan dikir ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser xeta Kobanê, Eyn Îsa, Reqa, Tebqa, Şêxler û Sirînê zêde bike, lê belê berxwedana li herdu deveran li pêşiya hewldanên dagirkeriyê bû asteng. Piştî berxwedana li Qereqozax û Tişrînê êdî qala êrîşa dagirkeriyê ya li ser Kobanê nayê kirin. Berxwedanê ev êrîş sekinand. Ya rast, plana wê yekê dikirin ku bi baweriya ji atmosfera li Sûriyeyê rojhilat û rojavayê Firatê kontrol bike û xeta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi temamî dagir bike. Eger ev herdu nuqte biketibûna, wê metirsiyeke mezin li ser Dêrik, Hesekê û Qamişloyê rû bida. Berxwedanê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parast û bendewariyên dewleta Tirk ser û bin kir.”
Demhat Tolhildan diyar kir ku ji destpêkirina şer û pê ve dewleta Tirk bi leşker, balafirên xwe yên keşfê û hêzên xwe yên leşkerî yên din tevlî vî şerî bû û got, “Wesayitên leşkerî, alavên leşkerî, tank, wesayitên personelan ên zirxî û panzer hemû yên artêşa Tirk in. Li gel vê yekê jî çete nekarî bi pêş ve biçin û di rewşa heyî de li her du nuqteyan hatin şikandin. Herî dawî bi balafirên şer kete dewrê û bi bombardûmanê êrîşên xwe zêde kir.”
Rojnamevan Demhat Tolhildan bi bîr xist ku ji Kobanê heta bi Dêrikê êrîş li gelek herêman têne kirin, bi balafirên keşfê û çekên giran her cara ku firsendê dibînin êrîşan dikin û got, “Li bejahiya Eyn Îsa, Girê Spî û Serêkaniyê jî çete hewl didin êrîş bikin, lê belê her carê têne şikandin. Ev êrîş nû nînin; bi taybetî du sal in êrîş li ser binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser îradeya gel, ji bo têkbirina hêvî û psîkolojiya gel bê navber têne kirin. Di halê hazir de şer li herêmên Tişrîn û Qereqozaxê giran bûye, lê li her qadê dewam dike. Armanca dewleta Tirk belavkirina herêmên Rêveberiya Xweser, teslîmgirtin e, ji ber ku Rêveberiya Xweser bi karakterê xwe yê demokratîk ji bo Sûriyeyê modelek e. Dewleta Tirk û komên cîhadîst naxwazin zemîneke demokratîk ava bibe.
Dewleta Tirk ji bo ku karibe sîstemeke li gorî xwe ava bike, êrîşên li ser Rêveberiya Xweser zêde kiriye. Ev êrîş ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, êrîş ji bo dagirkirina tevahiya Sûriyeyê ye.
Dewleta Tirk li gel êrîşên giran jî nikare encama ku dixwaze bi dest bixe. Di nava gel de dudilî, tirs an jî panîk nîne. Li qada Rêveberiya Xweser sîsstemeke xurt heye; ji aliyê leşkerî, siyasî û civakî ve xwe diparêze. Rejîma Esad piştî hebûna ji 61 salan di demeke kurt de teslîm bû, lê belê Rêveberiya Xweser a ku 10 sal in dibe hedefa êrîşên dewleta Tirk bi xurtî li ber xwe dide.”
Têkildarî bandora berxwedana hêzên QSD’ê ya li ser cografyayê jî Demhat Tolhildan nirxandineke bi vî rengî kir:
“QSD û pêkhateyên wê li hemberî êrîşan bi îradeyeke mezin li ber xwe didin. Ev berxwedan bandor û kelecaneke mezin dide tevahiya Sûriyeyê. Berxwedan ji bo paşeroja Sûriyeyê rêgeheke girîng diyar dike. Ev têkoşîn hêviyê dide gelan, nîşan dide ku teslîmiyet nabe û her tişt nikare ji hêzên dagirker re bêne hiştin. Berxwedana şervanên QSD’ê careke din nîşan da ku bi birêxistinkirina civakan re berxwedan dikare bi ser bikeve.
Hemû hindikahiyên li Sûriyeyê ji Elewiyan heta bi Durzî û Xiristiyanan berxwedana QSD’ê ji xwe re weke çavkaniya moralê dibînin. Gelek hindikahî dixwazin pê re bixebitin, bi Rêveberiya Xweser re têkiliyê dînin. Li Sûriyeyê hêzeke din nîne ku gel karibe xwe bispêrê. Li Bakur û Rojhilatê Sûiryeyê modeleke pêşketî, sîstemeke ji jiyana hevpar a gelan tê pêşkêşkirin û ji ber vê yekê her kes dixwaze tevlî bibe. Civak niha bi rengekî çalak tevlî nava refên berxwedanê dibe û ev rewş jî îradeya têkoşîneke hevpar xurt dike.”
Di dawiya axaftina xwe de Demhat Tolhildan got, “Li aliyekî pratîka çeteyan a li dijî gelan, li aliyê din jî berxwedana QSD’ê li ber çavan e. Cîhan şahidiyê ji komkujiyên çeteyan re dike, lê mixabin heta niha nerazîbûneke cidî li hemberî vê yekê nehatiye nîşandan. Divê teqez ev çete bêne rawestandin. Naxwe wê êrîşên çeteyan û komkujî hîn zêde bibin. Ev çete dixwazin karakterê pir zimanî û pir rengî ya Sûriyeyê xera bikin û avaniyeke yekperest û dîktator ava bike. Ev yek li ser paşeroja Sûriyeyê metirsiyeke mezin e. Hêzên Navneteweyî eger nêta wan heye ku bi Sûriyeyê re têkiliyê dînin, divê piştgiriyê bidin gelên Sûriyeyê.”