Pêncşem, 16 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    6 girtî piştî 30 salan hatin berdan: Heta ku girtîgeh vala nebin wê ev pêvajo bi ser nekeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Jinan li Meclisê got: Bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna 15’emîn a komîsyonê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên ciwanan pêşniyarên xwe yên ‘çareseriyê’ pêşkêşî komîsyonê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşa endamên KESK’ê gihîşt Edeneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna komîsyonê: Ji sedî 82’yê ciwanan dixwazin Kurdî di qada cemaweriyê de were axaftin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Di Komxebata Têkoşîna ji bo Kurdî de rola jin, ciwan û çandê hat nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê li ser girîngiya Kurdî festîval hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê komxebata Kurdî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ajokaran rêya Dihok-Hewlêr girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di komxebata ‘Têkoşîna ji bo Kurdî’ de girîngiya ‘statuya fermî’ ya Kurdî hate destnîşankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Careke din xwîn çû ser mejiyê Huseyîn Aykol

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Wanê meşa edaletê ji bo Rojîn Kabaîş hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zanîngeha Dîcle ji bo Rojîn Kabaîş meşa girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan hezar û 800 name ji Rêber Apo re nivîsandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    “Ne faşîzm, lê têkoşîna aştiyê ya jinan wê bi ser bikeve”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên nedîtbar: Rûyên bêdeng ên şoreşa li Hindistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê bêhiqûqî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helîm Yûsiv bi romana xwe ya dawî li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên hunerî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê Festîvala Şehîd Bawer Agir dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Spanyayê bi pêşangehekê işaret bi têkoşîna YPJ’ê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra destana ‘Dewrêşê Evdî û Edûlê’ şîrove kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Çeteyan êrîşî gundê Tewila kir
Li bakurê Idlibê wesayîtek hate bombebarankirin: Kesek hat kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ruksen Mihemed: Her kêliyeke ji meşa azadiyê ya YPJ’ê dîrokek e
Jin

Ruksen Mihemed: Her kêliyeke ji meşa azadiyê ya YPJ’ê dîrokek e

Berdevka YPJ’ê Ruksen Mihemed diyar kir ku YPJ’ê ji tevahiya jinên cîhanê re îspat kiriye ku ew hêza jinan e û careke din soza xwe ya ji bo tevahiya jinan û şehîdan a meşandin û xurtkirina tekoşîna azadiyê nû kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Yek ji girîngtirîn stûna Şoreşa Rojava jin in. Bi destpêkirina şoreşê jinên Rojavayê Kurdistanê xwe birêxistin kirin û li hemberî hemû hêzên qirker û siyasetên ku li ser jinan dihatin meşandin, têkoşîna xwe ya rojane bilindtir kirin. Beşeke girîng ya ku di bingeha Şoreşa Rojava de cih digire jî avakirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) e. Avakirina yekemîn tabûrên jinan li herêma Efrînê dest pê kir û YPJ’ê heta roja îro li tevahiya cîhanê deng vedaye. Her wiha di Şoreşa Rojava de YPJ bû stûn û piştevaneke girîng ji bo tevahiya jinên li qadê û jinan di her beşekê de cih girt. Li ser wê esasê bi tekoşîna YPJ û jinên Rojavayê Kurdistanê, Şoreşa Rojava bi Şoreşa Jinan hate pênasekirin.

Di 12’emîn salvegera damezrandina Yekîneyên Parastina Jin de ku dikeve 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo, Berdevka YPJ’ê Roksan Mihemed ji ANF’ê re axivî.

Ruksen Mihemed  di destpêka axaftina xwe de 4’ê Nîsanê û damezrandina YPJ’ê li Rêber Apo pîroz kir û ev yek anîn ziman: ‘’4’ê Nîsanê ji bo me mîlada hebûn, azadî û serfiraziyê ye. Bi saya fikir û ramanên Rêber Apo jinan xwebûn û hebûna xwe ferq kirin. Li ser wê esasê heta niha tekoşîna xwe bi serfirazî û serbilindî didin meşandin. Ev roj wê her bibe roja ku em soza xwe ya ji bo kûrkirina zanebûn, ruh, fikir û bîrdoziya xwe nû bikin û ji bo azadiyeke mayînde em tekoşîna xwe bilindtir bikin”

Berdevka YPJ’ê Ruksen Mihemed piştre bal kişand ser roja damezrandina YPJ’ê û got: ”Yekîneyên Parastina Jin di rojeke dîrokî de hate damezrandi. YPJ bû xilasiya jinan a ji koletiyê, bû guhertin û veguhertin ji bo hemû jinan da ku îro em bi serbilindî dibêjin em jin in, em hene û em ê hebin. YPJ’ê li hemû qadan îspat kir ku jinan  şoreşek pêk anî û pêşengtiya wê dike, bi rê ve dibe û bigihîne azadiyê. Girêdayî vê yekê em 4’ê Nîsanê li tevahiya jinên têkoşer, şehîd û hemû şervan û fermandarên ku niha li eniyên rumetê ji bo avakirina civakeke demokratîk û parastina civaka xwe li ber xwe didin, pîroz dikin.”

Ruksen Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku YPJ 12 salên têr û tije li pey xwe dihêle û wiha domand: ‘’Her kêlî û rojeke ji meşa azadiya YPJ’ê dîrokek e. Ji ber ku her kêlî û nefesa ku em ji bo azadiyê di nava YPJ’ê de distînin, ji bo tekoşînekê ye ku em bibin sîber û sîwana ku mafê jinan biparêzin, azadiya wan misoger bikin û civakeke azad ava bikin. Destkeftiyên ku hatine bidestxistin û pêvajoyên ku YPJ têre derbas bûne, pêvajoyên dîrokî ne û guhertin û veguhertinên mezin bi xwe re anîn. Ji şerê Serê Kaniyê yê di 2013’yan bigire heya  berxwedana Kobanê ku li vir bi pêşengtiya jinan ruhê yekîtiyê hate avakirin, heya Baxoz û Bendava Tişrînê, Dêr Hafir û Qereqozaxê bi pêşengtiya YPJ’ê azadî pêk hat û rûmet û axa Sûriyeyê hate parastin”

Ruksen Mihemed pişte şehîdên ku di vê tekoşînê de şehîd bûne bi bîr anîn û ev yek anîn ziman: ‘’Dema ku em qala van destkeftiyan dikin divê em şehîdên ku ji bo me bûne cihê îlham û moralê bi bîr bînin û têkoşîna xwe xurtir bikin. Her wiha li kêleka wan ên ku em ji wan hêz digirin, dayîkên şehîdan in. Bi saya wan em bi hêz li ser piyan in û têkoşîna xwe xurtir dikin. Wan dayîkan di van demên dawî de li Bendava Tişrînê sekna xwe ya birûmet nîşan dan. Ji bo wê jî em serbilind in ku em keçên van dayîkan in. Ji ber wê jî em dibêjin ku em ê ji bo dayîkan, jinan û zarokan jiyaneke demokrat ava bikin û her tekoşîna xwe berdewam bikin”

Ruksen Mihemed diyar kir ku YPJ’ê ji hemû jinan re îspat kir ku hêza jinan e û got: ”YPJ bi pêşengtiya jinên Kurd dest pê kir, lê kêlî bi kêlî ew hêz û fikir mezin bû û a niha jinên Ereb, Suryan, Çerkez, Asûr û jinên enternasyonal di nava refên YPJ’ê de cih digirin. Ji ber ku YPJ’Ê fikra xwe mezin kir û di pratîka xwe de îspat kir ku YPJ hêza jinan e. Em jî dixwazin li gel hemû jinên ku li Sûriyeyê jiyan dikin, divê em bi hevr e jiyana xwe ya azad biafirînin, em xwe biparêzin. Ji ber ku kesê ku nikaribe parastina xwe bike wê teslîmî mirin û koletiyê bibe.’’

Ruksen Mihemed di dawiya axaftina xwe de soza xwe ya ji bo mezinkirina têkoşîna azadiyê nû kir û got: ‘’Heta ku em nefesa azadiyê distînin, em ê her tim di warê ruh, fîzîk û mêjiyî de xwe nûjen bikin, da ku em bikaribin layîqî berxwedana gelê xwe, şehîdên xwe û tekoşîna jinan bibin. Her wiha em vê sozê didin ku em ê her bi têkoşîna xwe li gel tevahiya jinan û gelan bin û em ê wê têkoşînê bi hev re bi tevahiya jinan re bikin yek da ku em hêza xwe mezintir û bi rûmetir bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Salvegera 12’emîn a damezrandina YPJ’ê bi merasîmekê hate pîrozkirin
Nûçeya Pişt re Îsraîlê êrîş bir ser avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Xezeyê: Herî kêm 19 kes mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dewleta Tirk li Rojava dîsa qadên çandiniyê dişewitîne

Dewleta Tirk a dagirker gundên Imhûşê, Minx, Radar û derdora gundê Hilîsa yên Şehbayê topbaran…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Şemiyê ji bo Alî Işik hatin ba hev

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya 1041’an de daxwaz kirin ku kujerên Alî Işik ê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em bibin yek û destkeftiyên Rojavayê biparêzin’

Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Huseyîn Aslan û Hevseroka DBP’ê yê Navçeya Şahînbeyê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Ji bo Rojîn Kabaîş li her derê çalakî hatin lidarxistin: Bila kiryar bên dîtin û edalet pêk were

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Wanê meşa edaletê ji bo Rojîn Kabaîş hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Zanîngeha Dîcle ji bo Rojîn Kabaîş meşa girseyî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinan hezar û 800 name ji Rêber Apo re nivîsandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?