Hate ragihandin ku sala 2025’an di operasyonên leşkerî yên DYE’yê yên li ser Yemenê de 153 sivîl mirin, 243 sivîl jî birîndar bûn. Ev hejmar tê spartina rapora ku Pentagonê pêşkêşî Kongreyê kiriye. Ev yek nîşan dide ku li gorî sala berê, windahiya sivîlan pir zêde bûye.
Li gorî nirxandina Pentagon, sala 2025’an temamiya windahiya sivîlan ji ber 3 êrîşên DYE’yê ye. Fermandariya Navendî ya DYE’yê (CENTCOM) diyar kir ku îhtîmala êrîşên navborî zirar daye sivîlan, hîn zêdetir e.
Artêşa DYE’yê diyar dike ku ew armanc dike li Yemenê kapasîteya leşkerî ya Hûsiyên bi piştgiriya Îranê, lewaz bike. Li gorî Pentagonê, ji Sibata 2026’an ve li Yemenê têkildarî windahiya sivîlan 15 bûyerên din ên cuda di bin lêkolînê de ne.
ÊRÎŞÊN KARÎBÎK Û PASÎFÎK DI RAPORÊ DE CIH NEGIRTIN
Di rapora Pentagonê de, behsa windahiyên ji ber êrîşên DYE’yê yên li Karîbîk û Rojhilatê Pasîfîk nehate kirin. Rêveberiya Trump êrîşên xwe yên li van herêman weke operasyona li dijî “narko-terorîstan” pênase dike.
Tê diyarkirin ku ji Îlona 2025’an ve ji ber êrîşên navborî zêdeyî 200 kes mirine.
SAZIYÊN CIVAKÎ YÊN SIVÎL: EV ÎNFAZÊN DERHIQÛQÎ NE
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî van êrîşan weke înfazên herhiqûqî dinirxînin. Yekîtiya Azadiyên Sivîl a Emerîka (ACLU) jî sûcdariyên rêveberiya DYE’yê yên li hemberî kesên hatine hedefgirtin, weke “îdîayên nehatine îspatkirin û alarmîst” dinirxîne.

