Komîteya Amadekar diyar kir ku ji bo balê bikişînin ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û rola ciwanan a di vê pêvajoyê de nîqaş bikin, ew kombûneke bi vî rengî ya ciwanan lidar dixe.
Hate ragihandin ku çalakî li gel diyarkirina rola pêşengiyê ya ciwanan û mîsyona wan a dîrokî, wê li dora daxwazên azadî, aştî û demokrasiyê bê lidarxistin.
Komîteyê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo yek ji daxwazên bingehîn ên ji bo pêşveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e.
Di çarçoveya çalakiyê de ciwanên ji bajarên cuda yên Ewropayê 3’ê Îlonê roja Pêncşemê saet di 14:00 de li navnîşana “Vitalisstraße 308, 50829 Köln-Ehrenfeld” wê li hev bicivin.
Li dû amadekarî û kombûna hevpar wê 4’ê Îlonê roja Înê saet di 09:00 de li navnîşana “Domkloster 4, 50667 Köln” daxwazên ji bo azadî, aştî û demokrasiyê bêne bilêvkirin.
Piştî vê çalakiya li Kolnê ciwan wê 5’ê Îlona 2026’an roja Şemiyê beşdarî Festîvala Çanda Kurdistanê ya 34’emîn bibin ku wê li Dortmundê bê lidarxistin.
Bi vî rengî bernameya 3 rojan wê hêza rêxistinbûyî ya ciwanan, dilsoziya wan a bi nirxên çandî û biryardariya ji bo avakirina paşerojeke demokratîk wê bicivîne.
Komîteya Amadekar bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku beşdarî kombûna li Kolnê û festîvala li Dortmundê bibin.

