Ji ber liv û tevgera volkanîk a li Volkana Etna ya li Girava Sîcîlya ya Îtalyayê, rêyên hewayî hîn jî girtî ne. Hat ragihandin ku ji ber avêtina xweliya zêde, Balafirgeha Katanyayê wê herî kêm heya saet 18.00’an a roja Çarşemê girtî bimîne.
Balafirgeha Comiso jî ji ber heman sedemê sihara çarşemê bi demkî hate girtin.
Ji ber teqîna li Etnayê rêyên hewayî ji roja Îniyê û vir ve bi rengekî cidî girtî ne. Ji ber girtina qada hewayî ya li herêmê, bi hezaran geştyar bi pirsgirêkên çûn û hatinê re rû bi rû mane.
Beşekî rêwiyan berê xwe dane balafirgeha li paytexta Sîcîlya Palermoyê, hinek jî hewl didin bi trenê seyahat bikin.
Volkana herî aktîf a Ewropayê Etna, ji roja Îniyê ve xweliyeke zêde û kevirên sorkirî diavêje. Li gorî Enstîtuya Jeofîzîk û Volkanolojî ya Neteweyî ya Îtalyayê (INGV), hîn jî ji bacên Etnayê yên di bilindahiya 2.750 û 2.360 metre de lav diherike.

