Şandeyek bi serkêşiya lîderê Haşdî Şabî Fatîh el-Feyyad îro li Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan re hevdîtin pêk anî.
Wezareta Karên Derve ya Tirk bi daxuyaniyeke kurt hevdîtin ragihand, lê hûrgûlî nedan.
Lê ev hevdîtin piştî trafîka dîplomasiyê ya ku dewleta Tirk ev demeke li herêmê zêde kiriye, pêk hat.
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan, Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin û Wezîrê Parastinê Yaşar Guler berî demeke kurt serdana Bexda û Hewlêrê kiribûn û bi rayedaran re hevdîtin pêk anîbûn.