Li navçeya Xelfetî ya Rihayê di roja 8’an de berxwedana li dijî desteserkirina îradeya gel dewam dike. Komeke ji Baroya Dîlokê serdana çalakiya nobetê kirin ku li derdora şaredariya hatiye dorpêçkirin dewam dike. Şandeya ku Serokê Baroya Dîlokê Bulent Duran jî di nav de, ji aliyê Hevserokê Şaredariya Xelfetiyê Mehmet Karayilan ê qeyûm li şûna wî hatiye tayînkirin hatin pêşwazîkirin.
Bulent Duran li vir axivî û destnîşan kir ku desthilatdarî bi zordarî û rêbazên nehiqûqî binpêkirinên mafan dike. Duran bi bîr xist ew şahidî kiriye ku hilbijartin çawa hatine qezenckirin û anî ziman ku gel di sindoqê de hilbijirîne û erkên hevserokên hatine diyarkirin hatine desteserkirin. Duran destnîşan kir ku qeyûm nayên qebûlkirin û wiha got: “Li dijî vê desteserkirina îradeyê li ku derê vê erdnîgariyê bin, muxatab kî be bila bibe divê her kes, siyasetmedar, rêxistinên hiqûqê û her kesê xwedî wijdan deng derxe. Ji bo dawîlanîna vê desteserkirinê û cardin radestkirina vê îradeyê divê helwestekî hevpar were pêşxistin.”
Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê girse heta avahiya DEM Partî ya navçeyê meşiya.