Sêşem, 20 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Evîndar Ararat: Ew nikarin bi me mirin an jî teslîmbûnê bidin qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEV 20’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK: Li hember êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê rabin ser piyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasu: Roj roja parastina Rojava ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyva Sor a Kurdistanê ji bo koçberên Rojava banga alîkariyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji 16 kesên hatibûn binçavkirin 4 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelkê Şengalê ji bo Rojava li qadan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê gel doh bi şev li qadan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûrat Karayilan: Berdêla xwe çi dibe bila bibe, em ê Rojava bi tenê nehêlin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûr dengê ‘Rêya Rojava vekin’ bilind dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Duhokê li ber navenda vîzeya Tirkiyê çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelê Başûr ji bo Rojava ser piyan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Raperînê bertek nîşanî heqeretên li ser şervanên jin û şehîdan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Xwedîderketina li Rojava wezîfeyeke mirovî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar: Ti hêz nikare li ber îradeya jinê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li Silêmaniyeyê gilî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • LEZGÎN
Nûçeyên Lezgîn
Cenazeyên çeteyan ketin destê şervanên QSD-YPJ’ê
Li Çelebiyê 6 wesayîtên çeteyan hatin îmhakirin
Li herêma Tişrînê şerên giran qewimîn
Li derdora Sirînê êrîşên çeteyan hatin şikandin, gelek wesayît hatin îmhakirin
Êşîrên Omeriya û Badînî: Îro roja parastina rûmetê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Saritaş: Pêvajoya çareseriyê bêyî plana stratejîk nameşe
Rojane

Saritaş: Pêvajoya çareseriyê bêyî plana stratejîk nameşe

Zanyarê siyasetê Mehmet Zahîr Saritaş anî ziman ku pêvajoya çareseriyê ya nû ji plan û bernameyeke stratejîk bêpar e û got, ev nêzîkatî hem di siyaseta navxweyî hem jî di nava hevsengiyên Rojhilata Navîn de rîskên gelekî cidî bi xwe re tîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Îlon 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

​Zanyarê Siyasetê Mehmet Zahîr Saritaş pêvajoya ku têkildarî çareseriya meseleya Kurd hatiye destpêkirin ji ANF’ê re nirxand û diyar kir ku pêvajoyê bi zor û zehmetiyên ji ber bûyerên herêmî û navneteweyî destpê kiriye; lê belê desthilatdariyê nexşerêyeke stratejîk neafirandiye.

Saritaş got, “Tirkiye hem li nava xwe gavên ji bo demokratîkbûnê bi têrkerî neavêje hem jî li Sûriyeyê polîtîkayeke nerasyonel û tekperest dimeşîne, bi vî rengî pêvajoyê dixe nava rîskê. Ji bo çareserî mayinde be pêwîstî bi zemîneke danûstandinan a demokratîk û planeke demdirêj heye.”

FIKARÊN DI SIYASETA NAVXWEYÎ DE

Saritaş işaret bi zextên desthilatdariyê yên li ser muxalefeta siyaseta navxweyî kir û anî ziman ku ev zext li pêvajoyê nayê û destnîşan kir ku ev polîtîka zerarê dide pêvajoya aştiyane. Saritaş diyar kir ku divê desthilatdarî dest ji vê nêzîkatiyê berde û ji bo tevkariyê li pêvajoyê bike gavan biavêje.

Destberdana ji polîtîkaya qeyûm, bidawîkirina neheqiya li qanûna înfazê û bicihanîna biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê weke gavên divê bêne avêtin pênase kir û destnîşan kir ku ev yek wê tevkariyê li rêveçûna pêvajoyê bike.

‘WÊ ZERARÊ BIDE RÊZDARIYA TIRKIYEYÊ’

Saritaş destnîşan kir ku Tirrkiye di siyaseta derve de bi taybetî polîtîkayên xwe yên têkildarî Sûriyeyê dibin sedema rageşiyên cidî. Saritaş anî ziman ku dewletên Rojavayî, Îsraîl bi xwe jî li Sûriyeyê çareseriyeke nenavandî teşwîq dike û got, piştgiriya Tirkiyeyê ji bo hikumeta Şamê ya ku siyaseteke yekperest û navendîperest diparêze, rasyonel nîne.

Saritaş destnîşan kir ku ev rewş dibe sedem ku Tirkiye li Rojhilata Navîn li şûna ku ‘lîstikê birêxistin bike’ dikeve pozîsyoneke welê ku ‘lîstikê xera dike’ û ragihand ku polîtîkayên hişk ên têkildarî Sûriyeyê bandoreke neyînî li pêvajoya çareseriyê dike, li qada navneteweyî jî zerarê dide rêzdariya Tirkiyeyê.

LI PIŞT PÊVAJOYÊ FIKARA LI SER MAYINDEBÛNÊ HEYE

Saritaş bi bîr xist ku motîvasyona Tirkiyeyê ya destpêkirina pêvajoya çareseriyê hevsengiyên nû yên hêzê yên li Rojhilata Navîn û nêzîkatiya li meseleya Kurd a bi çavê ‘pirsgirêka mayindebûnê’ ye. Mehmet Zahîr Sariteş diyar kir ku pêvajoya ku bi vê refleksê destpê kir ji plan û bernameyeke stratejîk bêpar e û ev rewş jî bi xwe re nakokiyên cidî tîne.

Saritaş bi bîr xist ku Tirkiye li hundirê welêt zimanekî ‘aştiyane’ bi kar tîne, lê li Sûriyeyê têkildarî herêmên Kurdan polîtîkayeke gefxwarinê dimeşîne, ev yek mînaka herî şênber a nakokiyê ye û destnîşan kir ku di bingeha krîza aboriyê ya salên dawî ya Tirkiyeyê de ev rewşa nediyar û neçareserî heye.

Saritaş got, çavkaniyên ku li pêvajoyên şer ên ji ber pirsgirêka Kurd û şerê navxweyî yê Sûriyeyê hatin xerckirin, aborî di bin barekî giran de hişt û destnîşan kir ku bidawîkirina vê krîzê tenê bi çareseriya pirsgirêka Kurd û polîtîkayên hîn aştiyane dibe.

‘DIVÊ KOMÎSYONA MECLÎSÊ ALIYAN BIGIHÎNE HEV’

Her wiha ragihand ku ji bo pêvajo bi rengekî baş bimeşe divê komîsyona li meclîsê hatiye avakirin bi roleke hîn çalak tevbigere û guhdarîkirina li aliyan a li komîsyonê wê girîng be. Saritaş got, “Komîsyona ku li meclîsê hatiye avakirin ji bo pêvajoya çareseriyê di asteke jiyanî de girîng e. Ji bo komîsyon hîn bi çêkerî kar bike û gavên şênber biavêje, weke modelên çareseriyê yên beriya niha li cîhanê rû dan divê aliyan bigihîne hev.

Divê teqez serdana Birêz Abdullah Ocalan bike; lê belê ev têrê nake. Rêbaza herî rast ew e ku hem Birêz Ocalan hem jî aktorên rayedar ên dewletê bên Meclîsê, bi rêbaza danûstandinên demokratîk pêwîstiyên çareseriyê pêşkêş bikin.

Komîsyon jî di rewşeke bi vî rengî de weke çavê sêyemîn dikare li aliyan guhdarî bike û zemîna avêtina gavên hîn çêker biafirîne. Ev nêzîkatî li wê ferasetê tê ku dewletê di destpêka pêvajoyê de digot, ‘Em ê vê pirsgirêkê bêyî aliyekî sêyemîn di nava xwe de çareser bikin’.

Bi vî rengî komîsyon wê aliyan li hev kom bike û li nêzîkatiya wan a ji bo çareseriya pirsgirêkan guhdarî bike. Di encama vê danûstandinê de jî daxwaz û pêwîstiyên derkevin holê wê ji aliyê komîsyonê ve bêne dîtin. Ev rewş wê atmosfereke welê biafirîne ku çareseriyê hêsan bike û bandoreke erênî li pêvajoyê bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Reqayê 5 DAÎŞ’î hatin girtin ku amadekariya êrîşê dikirin
Nûçeya Pişt re Şehîd Bêrîtan Amed û Çiya Rizgar li Qendîlê hatin veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Qamişloyê ji bo şehîd Lewend merasîma girseyî

Şervanê QSD'ê Lewend Qamişlo (Ebdulcebar Xelîl) ku li Hesekê di 5'ê Îlona 2025'an de ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê hate veşartin

Cenazeyê Şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Xidir El Yûnis li Hesekê hate veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Til Temirê êrîşa çetayan hat têkbirin: 4 çete birîndar bûn

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê êrîşa çeteyên dewleta Tirk a dagirker têk birin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Çeteyan 2 şervanên YPJ’ê revandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

11 malbatên ji warê xwe bûn gihîştin Dirbêsiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Metirsî heye ku terorîzma DAÎŞ’ê ji nû ve vegere

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Dîmenên ku çete êrîşî ser sivîlên Reqayê dikin derket holê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?