Pêncşem, 12 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berdana girtiya nexweş Pinar Tikit cara sêyemîn hate astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin Kudat piştî 34 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCÊ-E: Salvegera 11’emîn a rizgarkirina Şengalê pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamname: DEM Partiyê işaret bi wezîfeyên sereke yên dema nû kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Bicihneanîna biryarên DMME’yê sûcê li dijî destûra bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    TAJÊ: Divê Iraq îradeya siyasî û îdarî ya Êzidiyan jî nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên Rojhilatê Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê: Têkoşîna me ji bo naskirina îradeya civaka Êzidî û Şengalê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bîr nekin ku em şervanên azadiyê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên azadiyê li Rojhilatê Kurdistanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê li ser şopa şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed: Em tenê bi têkoşîna xwe dikarin azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tundiya mêr ne tenê li dijî bedena jinê ye, her wiha ruh û jiyana civakî jî dike hedef

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED: Di cînayeta Vesîle Akin de divê berpirsiyarên îhmalên muhtemel hesabê bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tevlîbûna yekser a jinan a li pêvajoya aştiyê mercê demokratîkbûnê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mukkades Erdogdu Çelik: ‘Divê têkoşîn li dijî çavkaniyên tundiyê bê meşandin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Dogû: Nêzîkatiya AKP’ê ya hiştina pêvajoyê ji demê re rîskên cidî bi xwe re tîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Sebahat Tûncel: Hêza rêxistinbûyî ya Kurdan wê pêvajoyê diyar bike
Rojane

Sebahat Tûncel: Hêza rêxistinbûyî ya Kurdan wê pêvajoyê diyar bike

Siyasetmedara Kurd Sebahat Tûncel got, pêvajoya çareseriyê ji nêzîkatiya dewletê wêdetir wê bi rêxistiniya gelê Kurd bi rê ve biçe û destnîşan kir ku jin wê bibin hêza pêşeng a vê pêvajoyê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Endama Tevgera Jinên Kurd û siyasetmedar Sebahat Tûncel pêşnûme qanûna têkildarî pêvajoya çareseriyê ku tê payin bikeve rojeva meclîsê, têkoşîna azadiyê ya Kurd, banga civaka demokratîk û rola tevgera jinên Kurd ji ANF’ê re nirxand.

Sebahat Tûncel diyar kir ku Rêber Apo dema ku têkoşîna çekdarî ya 52 salan bi dawî kir, di mijara têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de nexşerêyeke nû danî holê û got, “Eger bê bîra we, yek ji daxuyaniyên dema destpêkê ew bû ku manîfestoya nû di asta Manîfestoya Rêya Şoreşa Kurdistanê de manîfestoyek e. Nêzîkatiyeke welê ye ku di sedsala yekemîn de gelê Kurd bigihîne azadiyê, Kurd çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin û sîstemeke demokratîk û azadîparêz bi rêxistin bikin. Lewma pêwendiya xwe bi dewletê nîne.”

Tûncel ragihand ku Kurdan dest ji têkoşîna azadiyê bernedane, ev yek nayê wateya terikandina daxwazên xwe yên ji bo welatîbûna wekhev, azad û mafên xwe û got, “Lê belê van daxwazên xwe bi rêxistin dikin. Ev yek ne tiştekî welê ye ku ji dewletê re bê hiştin an jî çav li dewletê be.”

‘HÊZA RÊXISTINBÛYÎ YA KURDAN WÊ PÊVAJOYÊ DIYAR BIKE’

Sebahat Tûncel destnîşan kir ku rêveçûna pêvajoyê wê bi rêxistiniya xwe bi xwe ya Kurdan diyar bibe û got, “Yanî pêşveçûna vê pêvajoyê ji dewletê bêhtir bi Kurdan ve ggirêdayî ye. Yanî eger Kurd xwe bi rêxistin bikin, rêxistiniya xwe xurt bikin, siyaseta demokratîk mezintir bikin, wê vê pêvajoya avakirinê bi ser bixînin. Naxwe eger ji dewletê re bimîne, dawiya dawî bêyî ku mafekî bide Kurdan dixwaze her tiştî jê bistîne. Ji ber vê yekê cewhera meseleyê bi pirsgirêka Kurd pênase nake. Lê belê em zanin ku sedema rûdana van hemûyan, sedema destpêkirina têkoşîna çekdarî pirsgirêka Kurd e. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, Tirkiye demokratîk nabe. Heta ku Tirkiye demokratîk nebe jî zehmet e ku pirsgirêka Kurd çareser bibe.”

Tûncel anî ziman ku rêxistiniya civakê hêza diyarker a pêvajoyê ye û bi bîr xist ku Rêber Apo di vê mijarê de got, “Beşa ku pêwendiya xwe bi dewletê re heye ji sedî 10 e, ji sedî 90 ê mijarê avakirin û rêxistiniya paşeroja gel bi xwe ye.”

‘JIN WÊ BIBIN HÊZA PÊŞENG A VÊ PÊVAJOYÊ’

Tûncel bal kişand ser rola pêşeng a jinan a di têkoşînê de û ev nirxandin kir, “Jinên Kurd di têkoşîna azadî û wekheviyê ya Kurdan de li refên herî pêş cih girtin. Kedeke mezin dan, berdêlên mezin dan. Cewhera manîfestoya dawî ya Birêz Ocalan avaniyeke komînal, civakî pêşniyar dike ku azadiya jinê ji xwe re dike esas. Lewma hêza pêşeng jî wê jin be.”

‘QANÛN BÊ DERXISTIN, VEGERA LI WELÊT WÊ GIRÎNG BE’

Tûncel bal kişand ser nêzîkatiya Kurdênn li Ewropayê ya li pêvajoyê û têkiliya navbera dîaspora û welêt û destnîşan kir ku bi danîna zemîna qanûnî re vegera li welêt wê girîng be. Tûncel got, “Kurd li dîasporayê dimînin. Lê belê dilê wan hemûyan li Kurdistanê lê dide. Lewma li pêşberî bûyerên li Kurdistanê diqewimin kor, kerr û lal nînin.”

Tûncel got, “Li Ewropayê jî bi pirsgirêkên gelekî cidî re rû bi rû ne. Krîza aboriyê, pirsgirêka perwerdeyê, pirsgirêka tenduristiyê; li vê derê jî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne. Lê belê berê xwe dane Kurdistanê. Eger rê bê vekirin û qanûn bê derxistin, vegera li welêt wê girîng be. Yanî her tim baş e ku berê xwe li welêt be.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Emînoglû: Krîza civakî û aborî ciwanan ber bi sûc ve dehf dide
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îran, Çîn û Rûsya wê tetbîqetek hevpar pêk tînin

Li gorî çapemeniya Îranê, hêzên derayî yên Îran, Çîn û Rûsya roja Sêşemê bi armanca…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevserokên DEM Partî û DBP’ê: Em ê li dijî vî mejiyê faşîzan li ber xwe bidin

Hevserokên DEM Partî û DBP'ê li Colemêrgê bi nûnerên rêxistinên civakî re rûniştin û gotin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên Ewlekariya Hundirîn îdiayên ‘agirbestê’ derevand

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb îdiayên "agirbestê" derevand û diyar kir ku armanc ji van îdiayan xapandina…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Berdana girtiya nexweş Pinar Tikit cara sêyemîn hate astengkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YJŞ: Rizgarkirina Şengalê bersiva li fermana 74’an e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Aydin Kudat piştî 34 salan hate berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 12’Ê MIJDARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?