Jina serhildêr a Kobanê Şehîd Şîlan di 20’emîn salvegera şehadeta xwe de hat bibîranîn. Xwişka Şehîd Şîlanê, Heyfa Baqî ji ANF’ê re axivî û qala jiyana Şehîd Şîlanê kir. Heyfa Baqî bi bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest bi axaftina xwe kir û çîroka Şehîd Şîlanê wiha vegot:”Me di sala 1980’yî de Tevgera Azadiyê nas kir. Şehîd Şîlan hêj 9 salî bû dema ku dest bi têkoşînê kir. Şehîd Şîlan di zaroketiya xwe de li hember tevahiya qalibên eşîrtiyê rabû ku serhildana ewil li dijî babê xwe dabû. Şehîd Şîlan gelek ji dibistanê hez dikir û ji bo xwendinê diviya ku qeyda xwe lê çêbike. Lê ji ber ku li Kobanê feraseta eşîrtiyê serdest bû, her tişt ji bo jinan wek şermekê dihat dîtin. Ji ber vê nedihişt ku biçe dibistanê. Lê Şîlan bi îsrareke bêhempa ew qaîde şikandin û dest bi dibistana xwe kir.”
NASKIRINA TEVGERA AZADIYÊ
Heyfa Baqî behsa hevnasîna malbata xwe ya bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re kir û wiha domand: “Di sala 1982’an de bi hatina çend hevalan me partî nas kir. Wê demê wan gotin em heval in û em ji bo şoreşê têdikoşin. Me jî bi hezkirin ew hembêz dikirin. Dema ku civîn dihat çêkirin, me bi eşq li wan guhdarî dikir, lê herî zêde Şîlanê li wan guhdarî dikir. Bavê min ji bo heval bikarin perwerdeyê bi hêsanî bidin cihek da wan. Wê demê me ji wan re xwarin dibir, lê Şîlanê digot hûn li vir bisekinin û ew tenê diçû. Nedihîşt ku em malê nas bikin. Rojekê ez, Qudret û Şîlan dema ku me xwarin dibir, ji me re got, ‘Hûn li serê kolanê bisekinin û pişta xwe bidin min.’ Dema ku me li paş xwe nehêrî, me dît ku ew çûye û mala ku çûyê me nedît.”
BERÊ XWE DIDA AKADEMIYA MAHSÛM KORKMAZ
Heyfa Baqî anî ziman ku Şîlanê di betlaneya dibistanê de berê xwe dida Akademiya Mehsûm Korkmaz û got: “Her sal di betlaneya dibistanê de berê xwe dida Akademiyê. Dema vedigeriya jî dest bi fêrkirina zarokan a zimanê Kurdî û komkirina alîkariyê dikir. Dema ku Şîlanê li dibistanê alîkarî dida, hin nav li ser lênûska xwe nivîsîbûn, lê belê hin kesan ew kaxez jê kiribûn û teslîmî rejîmê kiribûn. Ji ber wê kaxezê ew û bavê xwe bi qasî 5 rojan di zindanê de man. Piştî wê demê Şîlanê têkoşîna xwe ya li hemberî desthilatdariyê berfirehtir kir. Şîlanê ji bo pîrozbahiya Newrozê di koma Agirî da stran digotin. Kesên ku wê demê Şîlan nas kirine xwedî li mîrasa şehîdan derdikevin û ta roja îro di nava kar xebatan de ne.”
‘ME CAREKÊ HEV DÎT, EW JÎ CARA DAWÎ BÛ’
Heyfa Baqî destnîşan kir ku Şîlan destpêkê li hember qaîdeyên eşîran rabû û ew qaîde hilweşandin û ev tişt got: “Wê demê di nava eşîrên Kobanê de tundiya li ser jinan pir zêde bû. Şîlanê li hember her cûre tunditê serî hilda, li ber xwe da û xwest jinan bigihîne serkeftinê. Şîlan, di sala 1991’ê de derbasî çiyayên azad bû û di 2001’ê de car din vegeriya Sûriyeyê. Dewlet û tevahiya îstixbarata Sûriyeyê li Şîlanê digeriya. Me li Siryana Helebê danê êvarî li ba malbateke welatparêz hevdu dît. Ew kêliya ku me hev hembêz kir bi ti gotinan nayê pênasekirin. Me cara yekem hev dît, ew jî cara dawî bû.”
ŞÎLAN TEVÎ 4 HEVALÊN XWE ŞEHÎD BÛ
Heyfa Baqî qala şehadeta Şehîd Şîlanê kir û got: “Şehîd Şîlan dema dixwest derbasî Mûsilê bibe li gel 4 hevrêyên xwe di 29’ê Mijdara 2004’an de şehîd bû. Di berbanga sibehê ve agahî dan malê û gotin keça we Şîlan şehîd bûye. Destê hemû îstixbaratên ku Kurdistan mêtinger kirine tê de hebû. Vaye bi hezaran Şîlan rabûne, em jî xwedî wê partiyê ne. Em ê heta dawiyê xwedî li xeta şehîdan derkevin û em soz didin ku wê heta hetayê li ser wê xetê û xeta Rêber Apo têbikoşin û azadiya fîzîkî a Rêber Apo misoger bikin.”