Yekşem, 18 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    HBDH: Altûn û Kaytan şehîdên tevgera me ya şoreşê ya yekbûyî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cejna Zimanê Kurdî li Baselê bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Altûn û Kaytan li Londonê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranînên ji bo Kaytan û Altûn dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Ji bo hevrê Fûat fikrê hevpar girîng bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bayik: Ez ê timî hevalê Riza ji xwe re bikim esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kaytan, Altûn û Şehîdên meha Gulanê li Şengalê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Her tim rêber û pêşengek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kamaç: Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk sîwaneke

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partiyê bi waliyê Silêmanî Heval Ebûbekir re dicive

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Kongreya NADA’yê di roja 3’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA bi panelan dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê kongreya NADA tê lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Şehîdan Kobanê kirin Kobanê
Rojava

Şehîdan Kobanê kirin Kobanê

Ruh û mîrateya têkoşînê yên ku Kobanê kirin kelaha berxwedanê îro li hemberî êrîşên dewleta Tirk a ku wê demê piştevaniya DAÎŞ’ê dikir, ji nû ve zindî dibin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 16 dq.
Parvekirin

Kobanê ya ku bi berxwedana xwe ya 134 rojan dîroka mirovahiyê ji nû ve nivîsand, bi berxwedana şehîdan a biheybet ku bi serkeftinê tacîdar bû di sala 2015’an de hate rizgarkirin.  Kobanê ya ku bû Stalingrada sedsala 21’emîn  û bi mîrateya şehîdan ku destana berxwedanê nivîsandin, îro bi gefên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê re rû bi rû ye. Di vê nivîsê de me ji sedan şehîdên ku rûmeta mirovahiyê parastine û bûne sembol bi bîr anî û em careke din bi bîr bînin ku Berxwedana Kobanê tê çi wateyê.

GELHAT GABAR

Gelhat Botan ku 22 salan di nava şert û mercên dijwar ên erdnîgariya çiyayên Kurdistan û Botanê de mînaka fermandariyeke  lehengî nîşan da, di 14 Cohmehê de derbasî Kobanê bû û yek ji fermandarê pêşeng ê keleha berxwedanê bû.  Dema ku derbasî Kobanê dibe,  weke tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê di dijwartirîn û krîtîktirîn rojên şer de li eniya rojhilat  weke fermandarê eniyê pêşengtiya berxwedanê dike. Hê di roja ewil de li eniya rojhilat bandora wî xwe nîşan dide  ku hewlên êrîşa çeteyan hatin pûçkirin.  Di malekê de li hemberî DAÎŞ’ê  kete şerekî dijwar. Li wê malê derdora wî hate dorpêçkirin û li wir peyama berxwedanê da.  Şervanên ku vî dengê bibiryar dibihîzin, bi kulkirina dîwaran dorpêçê dişkînin û hevrêyê xwe Gelhat Gabar rizgar dikin. Li bînaya ku tê de dimînin cihekî ku gule û bombe lê neketî namîne lê belê Gelhat Gabar û şervanên wî vê bînayê bernadin û dikin keleha berxwedanê.  Şahidên vê berxwedanê, piştre navê ‘Keleha Dimdimê’’ li vê bînayê dikin. Li şûna bersivdayîna êrîşên DAÎŞ’ê, biryara amadekirina komên êrîşê girt. Li gel vê pêngavê êrîşên DAÎŞ’ê yên ji hêla rojhilatê ber bi deriyê sînor ve roj bi roj hatin  têkbirin. Li Kobanê 15 rojên xwe derbas kirin. Roja 29’ê Cotmehê komên xwe yên êrîşê yên li bînaya  ‘’Keleha Dimdimê’  amade dike, dixe tevgerê. Gelhat Gabar ê ku yekem koma êrîşê bi cih dike, bi xwe jî di nava koma duyem de cih digire. Li gel koma êrîşê ya duyem li cihê xwe nasekine û di herî pêş de cihê xwe digire. Derdikeve ser banê xaniyekî û li vir pê Bîsîvîngê derbeyên giran li çeteyan dixe. Di kêliyên şer de dema ku dixwaze cihê xwe biguherîne bi sûiqestê hedef tê girtin. 

Gelhat Gabarê fermandarê leheng ê çiyayên Gabar, Zagros û Cûdiyê, li Kobanê dibe efsane. Bi derbeyên ku li DAÎŞ’ê dixe û ruhê berxwedanê yê li gel hevrêyên xwe peyda dike re dibe wesîle ku ruhê berxwedanê yê Botanê li Kobanê jî xwe nîşan bide.

DESTÎNA QENDÎL

Destîna Qendîl (Beyan Hemed) ku ji Başûrê Kurdistanê ye, weke Destîna Heftanîn jî tê naskirin.  Qestîna Qendîl ku di sala 2011’an de tevlî têkoşîna azadiya Kurdan dibe û di nava YPJ’ê de cihê xwe digire,  li bajarê Helebê li dijî çeteyên Cebhet El-Nusrayê jî şer dike û tecrûbeyên girîng ên şer bi dest dixe. Destîna Qendîl ku di taktîkên şer de xwedî tecrûbe ye, tevlî berxwedana Kobanê dibe. Destîna Qendîl li Taxa Gormirkê ya Kobanê ku niha veguheriye mûzexaneyekê, fermandariya yekîneyeke şer digire ser milên xwe û li gel 10 şervanan li bînayeke 4 qatî bi cih dibe. Çeteyên DAÎŞ’ê piştre li hemberî Destîna Qendîl û şervanên li gel wê êrîşeke  mezin didin destpêkirin.  Destîna Qendîl, di dawiya şerê ku bi rojan dewam dike de di 20’ê Cotmehê de tevlî karwanê şehîdan dibe. 

ZEHRA PENABER

Zehra Penaber (Zehra Kara) a ji Bakurê Kurdistanê, yek ji fermandara girîng ên berxwedana Kobanê bû. Zehra Penaber a ku di 23’yê Cotmehê derbasî qada berxwedanê dibe, berxwedana xwe di bînayeke 4 qatî ya li Qada Azadiyê de berdewam dike ku çete bê navber li hemberî wê bînayê êrîş pêk dianîn.  Zehra Penaber a ku şahidiya hemû şerê li navenda bajêr dike, fermandariya cadeya 48’emîn dike.  Fermandar Zehra Penaber ku bi ken û dengê xwe tê nasîn, roja serkeftina berxwedana Kobanê van hevokan bilêv dike: ‘’Em bi hesreta vê rojê dijiyan. Xwezî hevrêyên me yên şehîd jî şahidiya vê rojê kiriban. Hin hevalên me yên beriya du rajan hêvî dikirin ku vê rojê bibînin, şehîd bûn. Em jîsoz didin wan hevalên xwe ku em ê bendewariyên wan bi cih bînin.’’ Zehra Penaber a fermandara felsefeya ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’, di 3’yê Sibata 2015’an de li Gundê Êqîdê yê li başûrê Kobanê tevlî karwanê şehîdan bû. Zehra Penaber, bi berxwedana xwe bû yek ji pêşengên azadî û serkeftina Kobanê. 

RÊVAN ROJAVA

Rêvan Rojava (Medîne Mamo), di sala 2014’an de tevlî nava tevgera azadiya Kurd dibe. Her wiha di parastina bajêr a li dijî DAÎŞ’ê de wezîfedar bû û ji şerên dijwar re ên li gundan pêşengtî kir.  Ji bo sekinandina êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Kobanê di 30’yê Îlona 2014’an de çalakiya fedaî pêk anî. Rêvan Rojava, bi çalakiya xwe ya fedaîyane çarenûsa şerê hebûn û tunebûnê guherand. 

SARYA OZGUR

Sarya Ozgur di sala 1986’an de li Dersimê ji dayîk dibe. Di ciwantiya xwe de di nava têkoşîna rêxistinkirî de cihê xwe digire.  Sarya Ozgur a ku ji aliyê hevrêyên xwe ve bi ruhê xwe yê fedaiyane û zelaliya armanca xwe dihate naskirin, tim dianî ziman ku rizgariya gelê Tirk girêdayî rizgariya gelê Kurd e.  Ev yek weke ‘hebûna têkiliya çarenûsê’ pênase dikir. Di Cotmeha 2013’yan de dema derbasî Rojava dibe jî balê dikşîne ser vê mijarê û van yekan tîne ziman: 

‘’Têkiliya çarenûsê heye. Hatina Rojava û tevlîbûna berxwedana li vir ji bo vê têkiliyê gelekî girîng e. Ji bilî  vê yekê erka me komunîstan e jî. Em şîara ‘Li seranserê cîhanê li ku derê bindestek hebe, em li wi rin’ esas digirin. Em li gel hemû bindestan in. Emê pêşengtiya wan bikin û ji bo wan têbikoşin. Girîngiya Rojava ji bo me ev e.’’ 

Sarya Ozgur a ku di nava tabûreke gerok de dest bi têkoşîna xwe ya yekem ya li Rojava dike, di hemû operasyon û çalakiyan de herî pêş cihê xwe digire.  Girêdayî hewcehiyên têkoşînê piştî du mehan derbasî tabûra çekên giran dibe. Tevî pirsgirêka xwe ya ziman jî di warên têkiliyên xwe yên li gel mirovan  û bandora xwe ya li ser derdora xwe de li dû xwe rêçên mezin hiştin. Tim hewl dida ku hem xwe û hem jî kesên li derdora xwe pêş bixe. Bi gotina; ‘’Piştevaniya ji bo Kobanê erka hemû kesên birûmet e. Di vî şerî de divê hemû kesên xwedî wijdan, piştevaniyê gelêKobanê bike. Ez jî weke komunîstekê divê di nava vî şerê mafdar de cihê xwe bigirim’’ pêşniyar dike ku derbasî Kobanê bibe û bi ruhekî fedaîyane û enternasyonal di 16’ê Cotmeha 2014’an de ji Kantona Cizîrê derbasî Kobanê bû.  Di 12’ê Kanûna 2014’an de  di têkoşîna li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê de ya li eniya başûrêKobanê şehîd bû. Dibe yekem jina enternasyonal a li Rojava şehîd dibe.  

ARÎN MÎRKAN

Fermandara YPJ’ê Arîn Mîrkan (Dilar Gênc) a ku di 5’ê Cotmeha 2014’an de li Girê Miştenûr ê Kobanê  ji bo ku pêşketina çeteyên DAÎŞ’ê dbi rawestandin çalakiya fedaiyane li dar dixe,  di heman demê de bi vê çalakiya xwe berê hemû cihanê dide Rojava. Arîn Mîrkan (Dilar Gênc) di sala 1992’yan de  li gundê Mîrkan (Husê) ê navçeya Mabata ya Efrînê ji dayîk dibe. Xwendina xwe li gundê Mîrkan temam dike. Di dema xwendekariya xwe de mamosteyê wê heqaretan li nivîsên bi Kurdî yên li ser bazinka wê dike ku ev yek Arîn Mîrkanê gelekî hêrs dike.  Êdî ji bo Arîn Mîrkan a girêdayî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, rêyeke nû peyda dibe. Di sala 2007’an de tevlî Tevgera Azadiya Kurd dibe.  Arîn Mîrkan, bi rûkeniya xwe, kesayeta xwe ya bihêz û taybetmendiyên xwe yên têkildarî ramanên xwe di demeke kur de dibe milîtaneke têkoşîna jinan.  Li gel şerê Kobanê ji bo azadiya gel û parastina xakên xwe tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dibe. 

Bi çalakiya wê ya li Girê Miştenûrê berxwedana Kobanê derbasî qonaxeke din dibe. Cîhanê hemûyê berê xwe da Kobanê û têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê. Li Kurdistanê jî bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê di 6-7-8’ê Cotmehê de çalakiyên protestoyê hatin lidarxistiin. Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin. Li gelek bajarên li seranserê cîhanê dostên Kurdan daketin qadan.

EMÎR QUBADÎ

Yek ji lehengê ku di nava têkoşîna serkeftinê ya bajarê berxwedanê Kobanê de cih digire Emîr Qubadîyê ji Îranê bû.  Di sala 1991’an de li bajarê Meşhed ê girêdayî eyaleta Xorasanê ji dayîk dibe. Emîr Qubadî ê ku pişte derbasî Rûsyayê dibe û li wir dimîne, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Divê hemû mirovahî parastina Kobanê bike” gihişt wê baweriyê ku divê derbasî Kobanê bibe û li dijî zilm û zextê li ber xwe bide. Di Cotmeha 20142an de ji Rûsyaym bi rê ket û bi helwesteke enternayonalîst weke protestoyeke li dijî rejîma Îranê derbasî bajarê Kobanê bû. Dibe ku bi heman zimanî nediaxivî lê belê bi sekn, îdîa û morala xwe bandoreke mezin li hevrêyên xwe kir.  Di demeke kurt de li gel hemû hevrêyên xwe têkilioyên baş danîn û bû şirîkê jiyana kolektîf. Bi ruhê têkoşîna şoreşa enternasyonal li ber xwe da. Di 22’yê Kanûna 2014’an de dema xwest hevrêyên xwe yên di operasyona rizgarkirina navenda çand û hunerê birîndar bûne de rizgar bike, tevlî karwanê şehîdan dibe. 

PARAMAZ KIZILBAŞ

Suphî Nejat Agirnasli yê ku di nava malbateke Ermenî de  di sala 1984’an de ji dayik dibe, navê xwe ji damezrînerên Partiya Komunist a Tirkiyeyê (TKP) Mustafa Sûphî û Ethem Nejat ên ku di sala 1921’an de li gel 14 hevalên xwe Trabzonê tên qetilkirinî digire. Her wiha neviyê Niyazî Agirnasli ye ku Agirnasli parêzeriya pêşengên şoreşger Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan kiriye.  Ji ber ku malbata wî bi awayekî çalak tevlî tevgerên sosyalîst ên li Tirkiyeyê dibe, tê sirgûnkirin. 

Sûphî Nejat ê ku piştî perwerdeya xwe ya li Elmanyayê li Zanîngeha Marmarayê perwerdeya civaknasiyê digire,  ji ber êrîşên faşîstan neçar dimîne ku dev ji zanîngeha xwe berde û derbasî Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê dibe. Bi qasî lêkolînkirina dîroka Tirkiyeyê û welatên derdor, li ser çepgiriya şoreşgerî û têkoşîna karkeran jî lêkolîna dike. Sûphî yê ku di 29’ê Nîsana 2011’an de di çarçoveya doza KCK’ê de bernameya dersên wî weke ‘’belgeyên rêxistinê’ tên nîşandan, van yekan tîne ziman:

‘’Ez jî weke sosyalîstekî çalak bi hemû dilê xwe girêdayî têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd im, ez hewl didim xwe weke perçeyeke tevgera şoreşgerî a Tirkiyeyê bibînim. Ji ber ku hemû xebatên min heya niha bi awayekî têkildarî pirsgirêka Kurd in ku ez daxilî wê yekê bûm. Têkoşîna 30 salî ya gelê Kurd bi hemû aliyan ve têkoşîneke rewa ye. Bi saya Mazlûm Doganan em îro dikarin li Tirkiyeyê li ser pirsgirêka Kurd  biaxivin.’’

Dema li Zanîngeha Boganîçîyê lîsansa bilind dikir, Berxwedana Kobanê bihîst û berê xwe da berxwedanê. Di nava refên têkoşînê de ku weke endamekî MLKP’ê tevlî bûbû, navê Paramaz Kizilbaş li xwe kir. Navê xwe ji şoreşgerê sosyalîst ê Ermenî Paramaz (Madteos Sarkisyan) ê ku di 15-16’ê Hezîrana 1915’an de ji aliyê dewleta Osmaniyan ve li gel 19 hevalên xwe bi êşkenceyê hatî qetilkirin, girt.

Paramaz Kizilbaş ê ku di gelek eniyên berxwedana Kobanê de têdikoşe, li bajarê Kobanê di 5’ê Cotmeha 2014’an de li Girê Miştenûrê şehîd dibe. 

KEITH BROOMFIELD

Keith Broomfield, di 3’yê Tebaxa 1976’an de li eyaleta Massachusetts a Dewleyên Yekbûyî yên Emerîkayê ji dayîk dibe. Li kargeha malbata xwe ya li Massachusettsê weke midûrê hilberînê kar dikir. Piştî qezayeke motorsîkletê diyar kir ku di jiyana wîde jibo wî rûpeleke nû vebûye û xwest jiyana xwe bi têkoşînê berdewam bike û li rêyên têkoşînê geriya. Bihîst ku Kobanê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê têkoşîneke dîrokî dide meşandin û şervanên enternasyonal jî tevlî vê berxwedanê dibin. Ji Emerîkayê bi rê ket û di 24’ê Sibatê de xwe gihan Rojava û derbasî Kobanê bû. Navê Gelhat Rûmet li xwe kir. Piştî ku derbasî Rojava dibe,dixwaze li Kobanê têbikoşe û piştî perwerdeyan girêdayî sekna xwe ya bibiryar de derbasî eniyên berxwedanê dibe.  Mezintirîn xwesteka wî fêrbûna zimanê Kurdî û kûrbûna li ser îdeolojî û fikra YPG’ê bû. Bi vê bawerî û biryardariya mezin tevlî YPG’ê bû. Şehîd Gelhat tevî beriya wê tu tecrûbeyên wî yên leşkerî nebûn jî di demeke kurt de bû şervan û segvanekî serkeftî. Tevlî yekîneyeke segvaniyê ya li Kobanê dibe.  Li gel pêngava rizgarkirinê ya Şehîd Rûbar Qamişlo ya 6’ê Gulana 2015’an de li gel yekîneya xwe derbasî eniya li başûrrojhilatê Kobanê dibe.  Şehîd Gelhat, di 3’yê Hezîrana 2015’an de li gundê Qentere yê li rojavayê Kobanê di encama şerê li dijî DAÎŞ’ê de tevlî karwanê şehîdan dibe. Gelê Kobanê û hevrêyên wî merasîmeke biheybet li dar xistin û cenazeyê wî teslîmî malbata wî  kirin. Piştre cenazeyê wî li eyaleta Massachusetts a Emerîkayê spartin axê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayîkên Şemiyê ji bo Îsmaîl Bahçecî edalet xwestin
Nûçeya Pişt re Şêx Murşîd El-Xeznewî: Divê Kurd bi yekdengî biçin Şamê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nobeta li dijî desteserkirinê ya li Mêrsîn û Stenbolê berdewam dike

Li Mêrsîn û Stenbolê çalakiyên nobetan ên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê berdewam dike. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Birîndara Tişrînê: Me bi stran û dîlanên xwe bersiv da dijmin

Fatma Xelîl ku yek ji birîndarên di êrîşa li ser bendavê de bû, diyar kir…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Şehîdên meha Gulanê li ser gorên xwe hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Dêrazorê operasyona ewlekariyê: 10 DAÎŞ’î hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Sûriyeyê di 24 saetan de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di êrîşa DAÎŞ’ê de şervanê QSD’ê şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?