Li dijî êrişên hêzê hikumeta Şamê û çeteyên wê yên Dîfa El Wetenî yên li ser gundewarên Dêrazorê, şêniyên Kantona Firatê daketin qadan.
Meşê li Qada Jin a Azad destpê kir û heta qada Aştiyê dewam kir. Girseya gel wêneyên kesên ku di êrişên hêzên hikumeta Şamê de şehîd bûn, li gel dirûşman meşiya.
Piştî meşê Cîgira Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl axivî û berxwedana li Dêrazorê silav kir.
Mizgîn Xelîl diyar kir ku wê heta dawiyê bi gelê xwe re bin û got, “Êrişa ku Dîfa El Wetenî li gelê me dike, cihê şermezariyê ye. Em ê bi hêza xwe ya neteweya demokratîk û tevahiya gelan em ê rê li ber vê yekê bigirin.”
Hevserokê Meclîsa Bajarê Eyn Îsayê Hezai Mihemed jî ragihand ku wê pêşî li êrişan bigirin û got, “Em li pey şervanên xwe ne.”