Bi hezaran kes ji şêniyên bajarê Qamişloyê cenazeyên endamên Hêzên Komandos Lewend Qamişlo ku di 9 Kanûnê de li Minbicê şehîd bû û endamê hêzên QSD’ê Şervan Qamişlo yê ku di 30’ê Kanûnê li Bendava Tişrînê şehîd bû bi merasîmeke girseyî, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişloyê, spartin axê.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Şêro Şero sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û got: “Di vê kêliyê de kombûna me li hev û berxwedana me daxwazê şehîdên me ne. Em di demeke dîrokî de ne. Şehîdên me ji bo parastina xaka welatê xwe canê xwe feda kirin da ku gelê xwe bighînin asta serbilindahiyê. Di heman demê de pêwîste gelê me bi şerê taybet ê dewleta Tirk a dagirker neyê xapandin û her tim xwedî li xwîna şehîdên xwe derkeve.”
Piştre li ser navê Hêzên Leşkerî Kawa Gilo diyar kir ku berxwedana li Bendava Tişrîn û Minbicê ji aliyê şervanên me pêk tê, berxwedaneke dîrokî ye û got: “Me berî vê soz dabû gelê xwe ku em bigihêjin asta serketinê. Wê şervanên me vê yekê pêk bînin û ala demokrasiyê hildin jor. Her wiha bi saya keç û xortên me, me gavên ewqas bi pêş avêtine. Ji ber wê jî em ê her tim li pişta hêzên xwe bin û tola şehîdên xwe hildin.”
Li ser navê Kongra Îslama Demokratîk Mela Umer Hemîd axivî û got, “Şehîd ew zindiyên rast in û ew in yên ku namirin. Her wiha divê em li ser şehîdên xwe xemgîn nebin, pêwîste em şehîdên xwe bikin sembola azadî û aştiyê.”
Di dawiya merasîmê de xaltîka Şehîd Şervan Qamişlo Şaha Emîn Hesarî diyar kir ku ew ne poşmanin û ji bo ku bigihêjin asta serketinê ew dikarin bi dehan zarokê xwe jî fedayî axa welat bikin.”
Piştre wesîqeya herdu şehîdan hat xwendin, bi tilîlî û dirûşmeyên ciwanan şehîd sipartin axê.